Çeteyên DAIŞ’ê di 2’yê sibatê de êrîş biribûn ser kampa penaberan a Mexmûrê. Çeteyan li Çiyayê Qereçoxê sê şivanên ku pezê xwe diçêrandin birîndar kirin û her du çete piştre bi destwerdana gerîlayên HPG’ê re di şer de hatin kuştin.
Piştî têkbirin û kuştina çeteyan, li qada şer û herêmê lêkolîn hate kirin û di encamê de gelek cebilxane, malzemeyên xwedîkirinê û hin telefon hatin dîtin. Di nava malzemeyên hatin dîtin de çente, kinc, erzaq û derman jî hebûn.
Li ser êlekên êrişê hin nivîs hebûn ku nîşan didan, serçeteyan ev yek diyarî çeteyan kirine. Balkêş e ku derman û hin madeyên xwarinê yên bi çeteyan re hatin dîtin malên Tirkiyeyê bûn. Nehate hînbû ku çeteyên DAIŞ’ê xwe bi çi rengî gihandine mal û dermanên tirk an jî ew malzemeyên tirk çawa gihiştine wan. MEXMÛR