Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Xwe bi heft avan ji dagirkeriyê bişon

Heta 50 sal berê kurdên ji çanda qedîm a Toros-Zagrosan hatibûn li ber mirinê bûn. Rêber Abdullah Ocalan bi gotina “Kurdistan dagirkirî ye” tevî komeke hevrêyên xwe yên dilsoz ev çarenivîsa kambax guherand. Ji wê rojê ve, kurdan ji bo hebûna xwe ispat bikin têkoşîneke bêeman dan. Nîv sedsal e ku kurdan bi pêşengiya tevgera azadiyê hebûna xwe ispat kir û niha ji bo rizgariyê têdikoşin. Di vê nîv sedsalê de civaka kurd û pêşengên wê bi berdêlên giran bûn xwedî hişmendî. Van berdêlan û vê hişmendiyê hişt ku îro kurd li Rojhilata Navîn û cîhanê bibin yek ji aktorên sereke ku zilhêzên cîhanê nikarin ji nedîtî ve werin.

Têkoşîneke xwedî rabûrdiyeke nîv sedsalî, tecrûbeyeke mezin a siyasî, civakî, leşkerî, hunerî û hwd… Lê belê heqê vê tecrûbeyê û paradîgmaya ku Rêber Ocalan diyarî kurdan û cîhanê kiriye nayê dayîn. Rojane her kes ji hêla xwe ve bi qasî şiyanên xwe ked dide, lê belê ji bo rizgariya gelekî ku di nav pencên qirkirinê de ye ev yek têrê nakin. Bi taybetî jî di van 3-4 salên dawî de, dûrketina ji rastiya dijmin yek ji mijarên sereke ye ku divê siyasetmedar û pêşengên kurdan li ser rawestin. Bêguman ev yek wezîfeya kurdan û beşên civakê hemûyan e, lê yên wê refleks û hişmendiyê bidin civakê jî dîsa pêşeng in û kesên bi rola pêşengiyê rabûne.

Bêyî li we dirêj bikim, dixwazim bi kurt û kurmancî îşaret bi çend xeteriyan bikim. Dema qala demokratîkbûn, pêkvejiyana bi gelên din re tê kirin, ev yek nayê maneya jidestdana kurdîniyê û doza Kurdistanê. Em rojane di çapemeniyê de dibînin ku rojane zarokên vî gelî ji bo Kurdistaneke azad û serbixwe şehîd dibin. Lewma çi di karûbarên civakî de be, çi jî di hêla siyasî, çapemenî û çandî de be, divê rê li van nîqaşan neyê vekirin. Her wiha her di heman çarçoveyê de girîng e ku siyaseta kurdî û civaka kurd bi giştî li ser rastiya dijmin raweste û pê serwext bibin. Di serî de siyasetmedar û kesên bi rola pêşengiyê rabûne, lazim e di vê mijarê de bibin xwedî helwesteke rast, da ku bikaribin li civakê jî bandor bikin.

Di van salên dawî de dûrketina ji rastiya dijmin xeteriyeke ku divê yekser li ser bê rawestandin. Divê em bizanibin ku dijmin ne tenê êrişeke biçek e. Heta em di mêjiyê xwe de gotina ‘dijmin’ zelal nekin wê demê em ê nikaribin li dijî wî sekneke xurt û bi hêz nîşan bidin. Têkoşîna li dijî mêjî, ruh û giyanê dagirkirî ji têkoşîna fizîkî zehmettir e. Heta em kurd naveroka têgeha ‘dekolonîze’yê fêm nekin û di şexsê xwe de têkoşînê ji bo vê nedin, em ê nikaribin xwe ji dagirkeriyê xilas bikin. Heta em kurd û di serî de pêşengên civakê dil, ruh û mêjiyê xwe ji dagirkeriyê neşon, ew ê civak jî dûrî rastiya dijmin be û ew ê merhemet û rehmê jê hêvî bike!

Divê em ji bîr nekin, dewletên mêtinger yên avabûna xwe li ser tunekirinê avakirine, tim û daîm li gorî planên xwe yên dîrokî û rojane tevdigerin. Ferzûmîsal, dibe ku dewleta tirk hin caran ji bo berjewendiyên xwe hin gotinên ‘nerm’ kirine yan jî siyaseteke “nerm” meşandine, lê ew tu carî ji ya xwe nehatiye xwarê. Pêvajoya ‘çareseriyê’ jî yek ji wan mînakên ji dîroka nêz e. Di belgeyên dewletê yên mîna SETA û hwd… de jî rûpelên ku van gotinan piştrast dikin hene. Lewma jî di têkoşîna li dijî dagirkeriyê de pir girîng e ku mirov ji rastiya neyarê xwe dûr nekeve û neşibe serdestê xwe. Weke Pêşewa Qazî Mihemed gotiye ‘eger hûn ji dijmin ne zanatir bin, hûn ê her tim bindestê dijmin bin.’ Heta em kurd vê gotina Pêşewa Qazî Mihemed fêm nekin, em ê nikaribin xwe ji dagirkeriyê bişon.

Mebesta min ew e ku dijminê kurdan her heman dijmin e. Hîna li ser a xwe ne û dixwazin bi temamî qira kurdan bînin. Di çarçoveya vê neyartî û konseptê de jî çawiş û bi giştî kadroyên bi unîforma yên dewletê dest diavêjin keçên kurdan. Mezinên kurdan ji helîkopteran diavêjin, xortên kurdan ên weke Ozcan Erbaş didin ber guleyan, qebristanên kurdan xira dikin…

Li beramberî van kiryarên dijmin, hîna jî kurdên matmayî dimînin hene. Hîna jî hêviyê ji edalet û hiqûqa dewleta ku sonda tunekirina kurdan daye dikin. Hezaran carî heyf û mixabin ev psîkolojî, psîkolojiya bindestiyê û bêçaretiyê ye. Ev hêvî û bendewarî dûrketina ji rastiya dijmin e. Eger wisa nebûna kuştina kurdan ewqas normalîze nedibû û li beramberî destavêtina keçên kurd qiyamet radibû…

Rastî tehl e, lê ger neyê gotin tehltir dibe. Di nav têkoşîneke ewqas mezin û dijwar de, di nav paradîgmayeke ewqas dewlemend de, ewqas hejar û bêçare mayîn ne karê aqilan e! Ji bo civaka kurd van ewrên reş û tarî yên li ser xwe belav bike, divê di warê têgihiştina dijmin de zelal be û rastiya wê ya dîrokî tim û daîm bîne bîra xwe. Ji bo xewn û îdealên lehengên ku cenga azadiyê didin, lazim e kurd her roj, her gav û her kêlî naletê li mêtingeriyê bînin û bi heft avan xwe ji dagirkeriyê bişon. Eger civak hemû wisa nêzî meseleyê bibe, ew ê di demeke nêz de xwe komî ser hev bike. Bi kesayetiyeke ku ji ruhê koletiyê rizgarbûyî mirov dikare dawî li dagirkeriyê bîne.

Nûçeyên Têkildar