Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

 ‘’Xwe Ji Fermanê Biparêze’’

Di Rojhilata Navîn de, bi taybetî jî li Îraq û Sûriyeyê bi sedhezaran gelê medenî di encama şerên ku ji aliyê hêzên desthilatdar ve têne birêvebirin hatine qetilkirin. Civakên ku li ser vê axê dijîn her dem bûne qurbaniyên siyaseta desthilatdaran û desthilatdar her xwestine şerê xwe yê berjewendîperest li ser hesabê civakan geş bikin. Bêguman her şerekî li van herêman rû daye di berjewendiya hin welatên serdest de bûye. Gelên bêrêxistinkirî ku di dirêjahiya dîrokê de her para xwe ji şer û aloziyan girtine di roja me ya îro de jî bi heman awayî di bin zext û qirkirinê de ne.

Rojane li cîhanê bi hezaran kes tên qetilkirin, li hin ji welatan jî ji birçîna dimirin. Li vir ez dixwazim bêjim em di sedsala 21’emîn de ne, li gorî hin şîroveyan cîhan di vê sedsalê de pir pêşketiye. Ev pêşketin ku ji aliyê welatên kapîtalîst ve tê şirovekirin,  ji bo civakan zirareke herî mezin e , lê gel ne di wê ferqê de ye ku ev pêşketina kapîtalîst ji bo qirkirina wan e. Bi wê nafikirin ku sedem çi ne hewqas kes tên qetilkirin û welatên serdest çiqasî şîdet li cîhanê û di nav ol û civakan de pêşxistine.

Di rastiyê de jiyan tê qirkirin

Ev şîdeta ku niha li cîhanê tê kirin, di berjewendiya hin welatan de ye lê ji ber ku di rewşa heyî de mirovahî hatiye beramberî hev, her kesek bi qetilkirina kesê din kêfxweş dibe, tu kes nafikire ku di rastiyê de jiyan tê qirkirinDi dîrokê de jî şîdet û amûrên şîdetê her hebûn lê ev şîdet ne ji bo desthilatdariyê bû belkû ji bo jiyanê bû. Ev şîdet jî bi amûran dihate kirin ku di serdema em tê de ne jê re dibêjin Çek. Di dîrokê de êl, eşîr, qebîle û qewman ji bo parastina hebûna xwe amûrên parastinê bikaranîne

lê bikaranîna wan ji bo civak yan jî takekî karibe xwe biparêze û bide jiyan kirin bû

Di dîrokê de tu civak bêparastin nemane

Piştî ku hejmara mirovan ber bi zêdebûnê ve çû ji malbatan heya qebîleyên çolê ji bo karibin bijîn û xwe biparêzin gava yekemîn lêgerîna li amûrên parastinê bû. Qebîleyan li hemberî qebîleyên din an jî hêzên desthilatdar dest bi xwe parastinê kirin. Parastin jî bi wan amûran dihate kirin. Di vir de ji me re tê xuyakirin ku ti civak di dîrokê de bê parastin nemane û her çeka parastinê di destê civakê de bûye. Bi pêşketina teknolojiyê û sîstema desthilatdarî yan jî dewletê re cûrên şîdetê hatine guhertin û çek hatine pêşxistin. Êdî ji bo desthilatdariya xwe biparêzin her cûreyê çekan hatine çêkirin. Ev çek ne ji bo ku civak karibe xwe pê bide jiyan kirin belkû ji bo tunekirin û bêdengkirina civakan hatine çêkirin.

Civakên ku xwestine xwe ji sîstema desthilatdariyê dûr bikin neçar mane rêbazên bikaranîna amûrên xweparastinê pêşbixin. Bi taybet gelê kurd ku bi avabûna sîstema dewletê re her hatine hedefgirtin ji ber ku amade nebûne ku xwe radestî  sîstema dewletê bikin. Her dem jî dewlet û desthilatdarî li dijî Kurdan derketiye. Xwestine wan bê çek bihêlin û civakbûna wan û jiyana wan a xwezayî nehêlin.

Ferman jî berxwedan jî her hebûye

Ji bo ku Kurd karibin xwe biparêzin gelek şoreş pêşxistine lê ji ber ku xwe di fikir û armancên xwe de îqna nekirine her dem derb xwarine. Lê piştî avabûna PKK’ê êdî Kurdan jî kariye çanda xwe ya xwezayî û çiyayî biparêzin. Civakên ku xwe li ser fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan birêxistinkirine bi ti awayî teslîmiyet qebûl nekirine. Çawa gelê Kurd ev bi dehan salan e xwe li ser vî fikrî birêxistinkirine û xwe diparêze, di heman demê de ji aliyê hêzên ku dixwazin xwe li ser tevahiya civaka bikin serwer tên hedefgirtin lê herdem parastin hatiye kirin û gelê Kurd kariye hebûna xwe îspat bike.

Civaka Êzidî ku yek ji civakên herî kevnar e û heya niha ji her kesekî zêdetir li bîr û baweriyên xwe xwedî derketiye ji her civakekê zêdetir jî bûye hedefa sîstemê. Civaka Êzidî xwe ji fermanan parastiye, ango berxwedan û ferman jî herdem berdewam bûne. Ev ferman di bin navên cûda cûda de hatine ser êzdiyan. Lê ji 74 fermanan piranî ji aliyê dewleta Osmanî ve bûne ji ber ku di Rojhilata Navîn de dewleta tirk temsîliyeta sîstema desthilatdar dike û dixwaze çanda koletî li Rojhilata Navîn belav bike. Civaka Êzidî jî amade nebûye vê sîstemê qebûl bike. Ji ber wê jî hatine hedefgirtin û heya niha rastî 74 fermanan hatine.

Di roja me ye îro de jî ev pilan li ser êzdiyan dewam dikin. Ji ber ku di 3’ê tebaxa 2014’an de şagirtên Rêber Abdullah Ocalan bi hawara civaka êzidî ve hatin êdî êzidiyan karibû heya astekê rê li ber fermanan bigirin. Civaka êzidî pişta xwe bi fikir û ramanekî girêdan ku dikare bingeha civakê biparêze û bike xwedî îrade ku ew jî fikrê Rêber Abdullah Ocalan e.

Dixwazin civakê ji sîstema xweparastinê dûr bixin

Piştî fermana 3’ê tebaxê, êzidiyan pergala netewa demokratîk ji xwe re esas girtin, sazî û dezgehên xwe avakirin û xwe diparêzin. Parastina êzdiyan li ser wê esasê ye ku hebûna xwe ya bi hezarên salan e di hedefe desthilatdaran de ye biparêzin, bi vê armanca pîroz jî rêxistina xwe ya parastinê ava dikin. Civaka Êzidî çekê ji bo parastina xwe ya rewa, ji bo xwe ji fermanan biparêzin bikartînin. Ev parastina ji fermanan jî ne bi dilê dewlet û desthilatdariyê ye, lê ji nan û avê girîngtir e ji bo êzdiyan. Niha ev sîstema xwe parastina ji fermanan ku bi beşek jê bi hilgirtina çekê pêk tê, bûye hedefa dagirkeran û bi pêşengiya dewleta tirk dixwazin civakê ji vê sîstema xwe parastinê dûr bikin.

Dixwazin civaka êzidî bêçek û bêparastin bihêlin

Li ser esasê hilweşandina pergala netewa demokratîk, di 9’ê cotmeha 2020’an de bi navê Peymana Şengalê di navbera Hewlêr û Bexdayê de lihevkirin çêbû. Ev lihevkirin raste rast ji aliyê welatên ku pêşengtiya sîstema desthilatdar dikin ve hate pilankirin. Ji ber wê jî xala esasî ku ji xwe re asteng didîtin parastin bû, li ser vî esasî di Peymana 9’ê cotmehê de yek ji bendên ku hebûna êzdiyan dike xeteriyê ew e ku pêwîst e çek ji destê gel derkevin û her çekekî di bin kontrola dewletê de be. Lê êzidiyan li berxwedan, ev peyman qebûlnekirin û heya niha jî di nava tekoşînê de ne. Di destpêka gavên ji bo pêkanîna Peymana 9’ê cotmehê de, artêşa Îraqê dest bi lêgerîna çekan kir lê civak li dijî wan derket û bi israr bûn ku ewê li hemberî her êrîşekê ku ji aliyê kê ve bê kirin wê xwe biparêzin.

Ev parastin bi tenê têrê nake loma civaka Êzidî pêngava ‘’Xwe Ji Fermanê Biparêze’’ ango pêngava parastina cewherî  daye destpêkirin.  Di serî de jin, ciwan û hemû takên civakê di nav lêgerîna parastina rewa de ne. Bi vê rêxistina ku niha li Şengalê heye jî êzidî dikarin heya astekê xwe biparêzin lê lazim e pergala parastina cewherî di nav hemû civakê de şax vede, hemû civak bibe parçeyek ji sîstema parastina Şengalê. Ji ber ku Fermana Reş jî Fermana Spî jî li ser serê êzidiyan berdewam dike. Civaka êzidî di ferqa vê xeteriyê de ye, ji bo rê li ber hemû cûre fermanan bigire bi navê ‘’Xwe Ji Fermanê Biparêze’’ dest bi pêngaveke nû ya dîrokî dike.

Nûçeyên Têkildar