Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xwebûn bi manşeta ‘Êrîş li dijî statuya Şengalê bû’ derçû

Hejmara 88’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Êrîş li dijî statuya Şengalê bû’ derçû

Hejmara 88’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Êrîş li dijî statuya Şengalê bû’ derçû.

Rojnameyê vê hefteyê bal kişand ser êrîşa li dijî Şengalê û destnîşan kir ku di êrîşa balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker de maşîna YBŞ’ê bombe kirine û Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda şehîd bûne. Rojnameyê cih da nirxandinên rojnameger Îbrahîm Êzidî yên ‘Di wê rojê de ku Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dê Fermandarê YBŞ’ê ziyaret bikira û li ser statuya Şengalê û peymana 9’ê cotmehê niqaş bikira êrîş pêk hatiye’ û piştperdeya êrîşê lêkolîn kir.

Neteweya bêsînor; jin

Rojnameyê bi gotara Elîf Can Alkan a bi sernavê ‘Ji Rojava heta Afganistanê neteweya bêsînor: Jin’ li ser sekna jinên kurd û afganî jî rawestiya û ev nirxandin kir: “Roja ku Talîbanê dest danî ser rêveberiya Afganistanê gelek dîmenê trajedîk derketin holê ku gel hewl dida xwe ji xezeba Talîbanê xelas bike. Ew dîmenên trajîk carek din jî nîşanî me dan ku civakên girêdayî hêzên derve û ne xwedî hêzên cewherî her tim mehkûmê kaosê ne û jiyana wan her tim di destê hêzên desthilatdar de ne. Li aliyê din roja ku ewrên reş xwe li ser Afganistanê pêça, çend jinên wêrek bûn ronahiya di nav tarîtiyê de, li ber deriyê qesra serokkomariyê bi pankartên destên xwe Talîbanê şermezar kirin. Ew jinên wêrek ku tevî dizanîbûn dê ji aliyê Talîbanê ve bên qetilkirin jî nexwestin serî li hemberî pergala mêran bitewînin, bi wê çalakiya xwe bûn dengê jinên afgan û rêya ‘divê civak li dijî pergala hov çi bike’ nîşan dan.”

Roportaja bi Berdan Ozturk re

Rojnameyê di rûpela roportajê de jî cih da xebatên rêxistinên KCD, DBP û TJA’yê demek dirêj e berê xwe dane nava civakê û bi civakê re xebatên rêxistinkirinê dimeşînin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk pirsên rojnameyê bersivand û wiha got: “Mirovên me biryara xwe dane, dizanin çi dixwazin. Di serî de bi taybetî jî li hemberî tecrîdê nerazîbûnên xwe tînin ziman. Hetanî ev tecrîd berdewam bike tu çareserî li Tirkiye û Rojhilata Navîn çênabe, kurd jî azad nabin.”

Piştperdeya geşedanên li Afganistanê

Rojnameyê têkildarî piştperde û encama geşedanên li Afganistanê bi nivîskar û rojnameger Faîk Bûlût re axivî. Bûlût ji rojnameyê re nirxandin kir û wiha got: “Wê li Tirkiyeyê di aliyê demografiyê de guhertineke mezine pêk bînin. Bi vê yekê dixwazin bingeha Tifaqa Cûmhûr xurt bikin. Dîsa li Wanê û Amedê belav dibin. Bi her awayî xuya ye ku dê demografiyê biguherîne.”

Di rojnameyêde qunciknivîsê Xwebûnê Samî Hêzil jî bi sernavê ‘Oedipusa Kurdî: Hesen, Şêrhesen û Gulperî’ li ser çîroka Oedipus Rex a ku Sophokles di B.Z. 400’an de wek nimûneyeke trajedyayê nivîsiye li seranserê cîhanê navdar e rawestiya.

Qunciknivîs Hisên Çatikkaş jî bi sernavê ‘Lêgerîna edaletê û faşîzm’ bal kişand ser têgehên edalet û faşîzmê.

Alagoriya Edebî

Rojnameyê di rûpela kirmanckî de cih da nivîsa qunciknivîs Baha Akhan a bi sernavê ‘Alagoriya Edebî’. Qunciknivîs di gotarê de wiha dibêje: “Alegorî çekuyêka yewnanî ya. Na çekuye ziwanê fransî ra vilayê dinya bîya. Ma eşkenê maneya aye ya ferhenge wina tarîf bikerê: Bi rayîrê xeyal û sembolan îfadekerdişê fikir, têgêrayîş, hîs, zihnîyet û çîyanê bînan a. Alegorîya edebî zî sey tewirêka vatişî ya ke mîyan de şexs, kerdox, feraset û hedîse zafane bi şeklê edetî û eşkera nê, belkî mîyan de şexs, feraset û xeylê hedîseyê diyîne yê vatişî bi şeklê nimite ameya şîrovekerdiş. Coka alegorîya edebî wayîrê di duştê, cîyayan a: Duştê teberî û xomîyan.”

Polîtîka û planên PDK’ê

Rojnameyê cih da polîtîka û planên PDK’ê yên ku gundan vala dike û li şûna wan çeteyên girêdayî dewleta tirk bi cih dike.

Rojnameyê herî dawî cih da lêkolîna nivîskar Ayhan Erkmen a bi sernavê ‘Yado: Teyrê çiyayên Kurdistanê’ û bal kişand ser têkoşîna Yadîn Paşa û cihê wî di nav serhildanên kurdan ên ewil de. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar