Rojnameya Xwebûn a heftane ku 23-29’ê Kanûna 2019’an bi naverokek dewlemend û zimanê xwerû kurdî-kurmanc dest bi weşanê kir, ket sala xwe ya 2’yemîn. Her ku çû eleqeyek zêde ji bo Xwebûnê çêbû û bi demê re naverok û rengên cuda li xwe zêde kir. Hem bi rengê dijîtal û hem jî çapkirî karê xwe dewam dike.
Edîtor û Midura Karê Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Elîf Can Alkan di salvegera 2’yemîn a Xwebûnê de li ser zehmetî, eleqe, astengî û xebatên Xwebûnê bersiv da pirsên Ajansa ANF’ê.
- 2 salên Xwebûnê çawa derbas bû?
Wekî tê zanîn li Tirkiye û bakurê Kurdistanê piştî 2016’an weşanên kurd û kurdî di serî de hemû weşanên muxalîf di bin navê KHK’yan de hatin girtin û qedexekirin. Tevî hemû qedexe û girtina jî çapemeniya azad a kurd li ber xwe da. Lê di wan pêvajoyan de rojnameya kaxiz ku xwerû bi kurdî weşan bike tune bû.
Lê me beriya du salan tevî hemû fikarên xwe jî, tevî astengiyên li pêş zimanê kurdî jî, gaveke wêrek avê û bi dirûşma ‘Xwebûn xwenasîn e’ dest bi weşana rojnameyek xwerû kurdî kir. Beriya destpêkirina kareke wisa, tenê yek fikarek me hebû ‘piştî çend salan dê rojnameyeke kurdî ji aliyê civaka kurd ve rastî eleqeyeke çawa bê’ hebû. Tevî vê fikarê jî me dest bi weşanê kir. Di nava du salan de Xwebûn li ser bingeha dirûşmeya xwe ji polîkayê heta çandê, ji jinan heta civakê, ekoloji, wêje, hevpeyvîn û hwd. weşana xwe domand. Du sal têr û tijî bi kurd û kurdî derbas bû. Di weşana xwe de me hewl da xwe bigihînin hemû kurdan. Her çiqas rojname li bakurê Kurdistanê bê weşandin jî rojname bi naveroka xwe neteweyî ye. Armanca rojnameyê ne tene kurdên parçeyekê ye, armanc hemû kurdên ku xwe di bin sîwana yekitiya neteweyî de bi rêxistin dikin e. Rojname di nav du salan de her qadê de bû denge kurdan. Manşeta xwe her tim li gorî rojeva kurdan diyar dike. Wê heftê mijara kurdan çi ye, geşedanên derbarê kurd û Kurdistanê çi ye, li gorî vê çarçoveyê manşet û rojeva xwe diyar dike. Ji ber ku madem em dibêjin em xizmeta kurd, kurdî û Kurdistanê dikin erka me ew e ku em li gorî rojeva civaka xwe tevbigerin û bi manşet û naveroka xwe bibin dengê wan, bibin tercumanê hêst û ramanên wan. Jixwe di nava du salan de Xwebûn ji ber van taybetmendiya xwe rastî eleqeyeke mezin hat. Gel Xwebûnê aîdê xwe hîs kir, hîs kir ku Xwebûn a wan e. Jixwe bi navê xwe jî vedibêje ku ‘Ew rojnameya civaka kurd e’, ew rojnameya kurdên ku ji bo zimanê xwe, ji bo yekitiya xwe, ji bo axa xwe û hwd. e. Ev hemû taybetmendiyên rojnameyê kir ku rojname bibe ya civakê. Ji ber vê yeke em dikarin bejin ku yê ku rojnameyê mezin kir û anî vê astê civak e. Her wiha rojname tenê nebû dengê kurdan, bû dengê hemû civakên ku di bin pergala heyî de tên eciqandin jî. Yanî di nav du salan de me hewl da bibin dengê civakên din jî.
Rola rojnameya heftane ya Xwebûnê ya ji bo weşaneke xwerû kurdî-kurmancî çawa digirin dest?
Bandora rojnameya heftane li ser kurdî piranî erênî ye. Her hefte bi nivîs û naverokên cuda dertê. Jixwe tişta ku Xwebûnê cudatir dike û bale dikişine ser xwe ev aliyê wê ne. Ji ber heftane ye naverok û nivîsên xurt tên berdestên me. Heftê carek be jî xwendekar nivîsên xurt ên xwerû bi kurdî hatine nivîsandin dixwînin. Tabî aliyên wê yên neyînî jî hene, xwendekar dixwazin her roj nivîsên wisa xurt bixwînin. Lê şert û mercên niha ev ne pêkan e, lê em hewl didin li ser malperê ev aliyên neyînî veguherînî erêniyê.
- Em dizanin astengiyên li ber kurdî tim hene, taybet astengî û zoriyên Xwebûnê çibûn?
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kurdî her di bin zextan de ye. Axaftina kurdî dibe hinceta êrîşên nijadperest, mirin, girtin, ceza û hwd. Xwebûn di van zor û zexmetiyan de dest bi weşanê kir û weşana xwe didomîne. Li Tirkiyeyê ji aliyê hiqûqê de tu astengî li ser kurd û zimanê kurdî tune ye. Lê wek ku hemû cîhan jî dizane hikûmeta tirk tu carî li gor qanûnan tevnagere. Îro ne li girtîhan ne li kolanan ne li meclisê ne jî di çapemeniyê de qanûnan pêk nayne. Dibe ji aliyê hiqûqî ve tu astengî tune be jî helwest û pratîkên ji aliyê hikûmet û siyaseta dewletê tê nişandan asta zextan nişan dide. Em wekî Xwebûn astengiyên li hemberî zimanê kurdî wek astengiyên li hemberî xwe dibînin.
- Eleqeya xwêner û dîsa aboneyan ji bo Xwebûnê çawa ye?
Eleqeyên ji bo Xwebûnê baş in, her diçe şopînerên wê zêde dibin. Her çi qas îro Rojnameya Xwebûn li Bakur were weşandin jî em dikarin xwe bigihînin çar parçeyên Kurdistanê û gelek welatiyên li dîasporayê. Ji çar aliyên cîhanê şopîner şîroveyên erênî dişînin ji ber ku ew rastiya kurd û Kurdistanê di rojnameya Xwebûnê de dibinin. Ev şîroveyên ku tên ji bo pêşerojê de em karên baştirîn bikin hêz dide me. Di nava du salan de me xwe gihand bi hezaran kesan. Lê em vê astê têr nabînin û dixwazin bi gelên kurdistanî re mezintir bibin. Hemû serkeftiyên me yên civakê ne, ji ber ku yê me anî vê astê civaka Kurdistanê ye. Di bin hemû destkeftiyên me de îmzeya têkoşîna civaka Kurdistanê heye.
- Her diçe Xwebûn bi naverokên nû tije derdikeve pêşberî xwêneran, xebatên nû hene?
Wek hûn dizanin Rojnameya Xwebûnê beriya saleke ji derveyî nivîskî dest bi weşana dîtbariyê jî kir. Me xwest bi dîtbariyê jî bibin dengê civakê. Bernameyên wekî çand, jin, aborî, ziman, etîmolojiya peyvan, dîrok û panoramayê hene. Weşana me ya dîtbariyê jî wek weşana me ya nivîskî rastî eleqeyeke mezin hat. Ji ber şert û mercan bi awayekî kaxizî em nikarin xwe bigihînin hemû kurdan lê bi rêya medyaya dîjîtal gotinên xwe digihînin gelek kesan. Jixwe em niha di serdema dîjîtalê de ne, divê wekî kurd em jî vê mecrayê ji bo nasandina kurd, kurdî û Kurdistanê, ji bo pêşxistina zimanê kurdî û gihandin hemû kurdan a di bin sîwana yekitiya neteweyî de, qada dîtbariyê baş bi kar bînin. Di sala duyemîn de em ê hem weşana xwe ya nivîskî hem jî weşana xwe ya dîtbariyê xurt û dewlemendtir bikin. Bi naverokên têr û tijî û bi nivîskarên nû ji civaka xwe re bibin bersiv û layiqê wan bibin.
- Zextek mezin li ser zimanê kurdî heye, weşana Xwebûnê tevî her tiştî li ber xwe dide û weşana xwe dike, ji bo xwedî derketina li zimanê kurdî û Xwebûnê, banga we ji xwêneran re çi ye?
Destpêkê li ser navê xebatkarên Rojnameya Xwebûnê spasî şopînerên xwe dikin ku me gihandin van rojan. Em bi saya xwedî derketina van mezin bûn û bûn xwedî gavên wêrek. Lê bi rêya we ez dixwazim bang li gelê kurd bikim; beriya her tiştî xwedî li zimanê kurdî derkevin, bi zarokên xwe re, di nav jiyanê de bi kurdî biaxivin û zimanê xwe pêş bixin. Wekî ku pêşiyên me gotine ‘Giya li ser koka xwe mirov li ser zimanê xwe şîn dibe’. Ji bo ku em mezin bibin û şax vedin divê nifşên nû li ser ziman û çanda kurdî mezin bikin. Jixwe ji ber qedexe û zextên desthilatdaran a li ser kurdî, zimanê kurdî li ber tunebûnê ye. Li aliyê din divê gele kurd xwedî li Rojnameya Xwebûnê jî derkevin ku yekane rojnameye ku bi zimanê kurdî weşan dike. Xwedîderketina Xwebûnê xwedî li xwe derketine. Ji roja destpêka weşanê heta niha em dibêjin Xwebûn xwenasîn û xwezanîn e, divê civak xwedî li xwebûna xwe derbikeve.
Ji aliyê din ez bi taybetî bang li jin û ciwanan dikim ku em di sala nû de deng û rengên we hîn zêdetir di rojnameyê bidin nişandan. Di civakekî de jin û ciwan çiqas xwedî gotin û deng bin ew civak ewqas pêşketî ye. Em dixwazin bi fikr û ramanên jin û ciwanan rêya xwe û civakê ronî bikin. Heke sîwanê me jin û ciwan bin em tu carî têk naçin ji ber wî em jin û ciwanên kurdhez vedixwînin Xwebûnê. Werin em bi hev re xwe mezin û şîn bikin. Bi hev re bibin pêşeng û sîwana yekitiya neteweyî ku xeyala bi salan a gelê kurd e.