Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Xwedavenda serdemê ya serhêldêr: Uveyş Ocalan

Dayika Rêber Apo Uveyş Ocalan 31 sal berê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Rêber Apo dayika Uveyş wiha pênase dike: “Dayika min tam jî tofana serhildanê bû. Li gund weke jina serhildêr dihat naskirin. Serî li ber tu kesî neditewand. Bêyî ferq û cudahiyê bixe navberê bi ser jin û mêran de diçû û hesab jê dipirsî.”

Dayika Rêber Apo Uveyş Ocalan tevahiya temenê xwe de her tim serî hilda, serî netewand û teslîmiyet qebûl nekir. Dayika Uveyş Ocalan ji gundê Erahê Xelfetiyê yê ku weke “gundê komunist” dihat pênasekirin û bavê wê jî ji gundê Amarayê bû. Uveyş Ocalan di 26’ê mijdara 1918’an de ji dayik bû û bi Omer Ocalan re hat zewicandin. Ji vê zewacê zarokên wê Nevde, Bînnaz, Havva, Eyne, Fatma, Abdullah, Mehmet, Osman û Alî ji dayik bûn. Zarokên wê Nevde û Bînnaz hêj çendek mehî û Alî jî di 12 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Ji ber nexweşiya xwe ya şekirê dema li nexweşxaneyeke Edeneyê dihat tedawîkirin, ji ewil lingekî Uveyş Ocalan hate birîn û piştre jî di 11’ê nîsana 1993’yan de li Edeneyê jiyana xwe ji dest da. Dayik Uveyş di 31’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya Amarayê tê bibîranîn.

Rêber Apo di yekemîn salvegera koça dawî ya dayika xwe de van nirxandinan dike: “Jineke ku bi aliyên xwe yên erênî yan jî neyînî bandor li ser tevgera azadiya jinê jî çêkiriye, dayika min e. Li Kurdistanê rastîqîniyek din ku divê em li ser bisekinin jî rastiya dayikê ye. Dayiktî, piranî îfadeyek zayînê ye. Li cem me wateya herî hêsan a dayiktiyê wiha ye, ‘Tu dê gelek zarokan bînê dinê û nifşê xwe bidomînî.’ Ez ji destpêkê ve li dijî vê yekê derketim. Dikare bê gotin ku bersiva herî tund min bixwe daye dayika xwe. Wê wekî dayikakê hemû mafê xwe yê li malê disparte wê yekê ku ez anîme dinyayê. Min jî jê re digot, ‘Tu vê mirîşk û çîçikên wê dibînî yan na? Mirîşk ji bo çêlika xwe çiqas dayik be, tu jî ji bo min ewqas dayîk î.’ Ev şibandinek pir qebe bû, lê min ev kir. Ji wê jî zêdetir min gelek caran nêzîkahiyek di wateya wekî, “Li şûna ku zarokên te yên wiha hebin, bila qet nebin baştir e” nîşan dida. Ji ber ku ew yek ji dayikan bû, ez jî yek ji zarokan bûm. Zarok nikare wek xwesteka xwe bijî, dayik jî dixwaze bi zarokê xwe re hebûna xwe bidomîne. Ev nakokiyek e.”

Rêbaza şîroveya azadiya jinan

Rêber Apo di nirxandinên xwe de destnîşan dike ku dayika wî li ser tevahî jiyan û têkoşîna wî bandorek pir mezin kiriye û wiha dewam kir: “Heqê dayiktiyê tenê bi têkoşînek bêhempa dikare bê dayîn. Ji bo dayikekê jî maf di esasê de wisa tê dayîn. Ji bo jinekê çawa eleqe dikare bê nîşandan? Me di rêbaza xwe ya şîroveya azadiya jinan de nîşan daye, ji bo dayikê jî bi vî awayî dikare bersiv bê dayîn. Hewce bi girtina diyariyên biçûk tune ye; şîrovekirina azadiya jinan li gorî min rêzdariya herî mezin a ji bo dayikê bê nîşandan e. Heke ne ji bandora dayika min bûya, gelo dê min bikariya wiha nêzî jinan bibim? Bandora vê têkiliyê ya neyekser a li ser min kir ku ez bi baldarî nêzî jinan bibim.”

Rêber Apo têkoşîna jiyanê ya dayika xwe wiha vedibêje: “Jiyana dayika Uveyşê, çîroka jinekê ye ku civakîbûna xwe ava nekirî lê di heman demê de zêde neketiye nava sînorên ji hêla civakê ve hatine xêzkirin. Şerkeriya wê li aliyekî şerên têkoşîna li dijî neheqiyên dihatin kirin bû, li rexa din jî bandora bêhizûriya jineke ku nekarî çanda xwe ya xwedawendiyê bijî bû.”

‘Bi ser jin û mêran de diçû û hesap dipirsî’

Rêber Apo ku dayika xwe ji xwe re weke rêber dibîne, dayika xwe weke “têkoşera mezin” pênase dike û wiha dibêje: “Hêj di temenekî biçûk de şerkirin hînî min kir. Hêj niha jî bandora wê li ser min heye. Dayika min di min de hestekî wiha ava kir. Tu nikarî xwe bi spartina min, bi alîkariya min, bi girî û gazincan bijî. Divê teqez bersiveke te hebe. Her çend pir kevnare be jî mîna tolhildanekê yan jî hestekî gihaştinê bû. Dayika min tam jî tofana serhildanê bû. Li gund weke jina serhildêr dihat naskirin. Serî li ber tu kesî neditewand. Bêyî ferq û cudahiyê bixe navberê bi ser jin û mêran de diçû û hesab jê dipirsî.”

Fatma Ocalan jî dema behsa dayika xwe Uveyş Ocalan dike dibêje; “Di bîra min de her tim weke keseka hişk û ya ji gotina xwe nedihat xwarê ma ye. Herî dawî Serok di taziyeya bavê min de dît. Daxwaza wê ya herî mezin ew bû ku wî careke din bibîne. Her tim qala wî dikir. Lê bêyî ku bibîne mir. Di tevahiya jiyana xwe de her tim hêrsekê wê hebû. Ji gotina xwe nedihat xwarê. Dema li vir dijiya, piştî darbeyê çû Edeneyê. 10 salan li wir ma lê dîsa vegeriya xaka xwe. Lê çendek sal piştre jiyana xwe ji dest da.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar