Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Xwedê alîkarî û başiyê li mirovan ferz dike’

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) anî ziman ku, alîkariya me ji bo mexdûrên erdhejê kom kiriye em radestî Heyva Sor a Kurdistanê dikin, û CÎK’ê got: “Xwedê alîkarî û başiyê li mirovan ferz dike.”

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), piştî du erdhejên mezin ên li Mereşê kampanyayên ji bo alîkariyê dewam dike. CÎK’ê di çarçoveya kampanyayê de 292 hezar Euro alîkarî kom kir û ji bo bigihîne mexdûrên erdhejê yên li bakurê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê radestî Heyva Sor a Kurdistanê kir.

Serokê Giştî yê CÎK’ê Ahmet Hafiz Tûrhalli û rêveberiya CÎK’ê li Navenda Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî radestî rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê kirin. Hafiz Ahmet Tûrhalli têkildarî kampanya alîkariyê agahî da û bi bîr xist ku Xwedê alîkarî û başiyê li mirovan ferz dike û got, “Di erdhejê de li Kurdistanê bi sed hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan. Ewqas jî birîndar bûn. Mirov bêmal man, bêçare man, bêkar man. Ji bo birînên mirovên xwe bipêçin em jî li gorî derfetên xwe kar dikin. Em careke din bang li mirovan dikin. Bi alîkariya ji bo mirovên me di vê dema zehmet de em hem wezîfeya xwe ya olî hem jî ya neteweyî bi cih bînin.”

Tûrhalli anî ziman ku ji roja destpêkê ya erdhejê ve CÎK kampanya alîkariyê dimeşîne û alîkariya tê komkirin jî bi rêya navendên krîzê gihandine mexdûrên erdhejê.

Berdevkê Heyva Sor a Kurdistanê Mûrat Vargun piştre axivî û anî ziman ku alîkariya CÎK’ê gelekî bi wate ye û bal kişand ser girîngiya tevlîbûna li kampanya alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdhejê. Mûrat Vargun diyar kir ku erdhejê bandoreke giran li Kurdistanê kir û got, “Em spasiya CÎK’ê dikin ji ber vê alîkariyê. Ji bo dawî li mexdûriyeta gelê xwe bînin em bi hemû derfetên xwe kar dikin. Weke sazî ji roja destpêkê ve em bi hawara gelê xwe ve çûn. Em vê yekê jî bi piştevaniyeke mezin dikin. Lewma alîkariya CÎK’ê gelekî bi wate û girîng e. Lê belê divê em van alîkariyan timî û bi rengekî koordîneyî bikin. Ji ber ku felaketa erdhejê bi milyonan mirovên me mexdûr kir. Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî kampanyayên piştevaniyê bibe. Divê em hîn bêhtir alîkariyê bigihînin mexdûrên erdhejê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar