Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Xwedê ji muzîkê hez dike

Victor Démé: Digotin, li gorî dînê îslamê xwedê stran qedexe kirine; ez bûm şahid ku ji ber vê gelek grîotan dev ji gotina stranan berdan. Min ji ber vê pênc salan muzîk çênekir. Paşê ez têgihîştim ku xwedê ji muzîkê hez dike

Victor Démé, dengekî welê ye ku mirovî aciz dike û ber bi rehên Afrîkayê ve dibe. Çîrok û stranên pîrika wî ya grîot* (dengbêj) bandorê lê dikin û ew hînî starnbêjiyê dibe; û bi gîtara xwe dengekî lerzok diafirîne. Erê, dengekî ku mirov aciz dike ye, dengê gîtara Démé. Şerê wî yê li hemberî malbat û pergala xizaniyê di dengê gîtara wî de xwe dide der. Ew bêtir bi strana xwe ya “Djon Maya” tê naskirin. Sala 2008’an albûma xwe ya solo derdixe û li dinyayê tê nasîn. Ew bi vê albûma xwe ku li dinyayê belav dibe, heyfa xwe ji salên bihurî yên dijwar distîne û strana “Djon Maya” diyarî jinên xizan ên afrîkayî û zarokên parzemîna mirovên rengreş dike.

Démé vê strana xwe wiha bi mane dike; “Ji bîr nekin pere nikare her tiştî bikire, divê hûn bi çavekî din li cîranên xwe nenihêrin û ji ber ku ew xizan in wan biçûk nebînin, ji lewma siberojê pêdiviya we dê bi wan çêbe.”

Karê dirûtina cil û bergan

Démé di sala 1962’an de li Bobo-Dioulasso ango li Burkîna Faso tê dinyayê. Ji ber şert û mercên xerab ên aboriyê, malbata wî koçî bajarê Abidjanê dike. Ev bajar li Cote d’ivoire e. Bavê Démé, bi karê dirûtina cilan re mijûl bû, terzî bû. Jixwe re kargeheke biçûk vekiribû. Bavê wî ji dewsa ku Démé bişîne dibistanê ew hînî karê dirûtinê kir û xwest bi karê kargehê re mijûl bibe. Démé demek dirêj li kargeha bavê xwe li ser makîneya dirûnê karê dirûnê dike.

Xwedê ji muzîkê hez dike

Démé derbarê nêzîkatiya muzîkê de dibêje; “Min muzîk hilbijart lê serê min bi muzîkê re kete belayê. Digotin, li gorî dînê îslamê xwedê stran qedexe kirine; ez bûm şahid ku ji ber vê nihêrîna çewt, gelek grîotan dev ji gotina stranan berda û xwe kerr kirin. Min ji ber vê pênc salan muzîk çênekir. Paşê ez têgihîştim ku xwedê ji muzîkê hez dike, ji lewre min ji xwe re got, êdî li benda tiştekî nesekine û dest pê bike û min dîsa stranên xwe gotin.”

Ji pîrika xwe hînî stranbêjiyê dibe

Victor Démé, gava dibû havîn ji kar direviya û ji bo betlaneyê diçû cem kalik û pîrika xwe. Pîrika Démé jineke grîot bû û stran digotin. Ew li gel wan kêfxweş bû û pirr hez dikir ku wextê xwe bi wan re bibihurîne. Démé dibêje, “Pîrika min bûk dixemilandin û porên wan dikir kezî. Gava ev kar dikirin di ber re jî stranan digotin. Mînak wê digot, ‘Tu yê biçî bikevî maleke xerîb û mecbûr bimînî li gorî çanda wan tevbigerî. Êdî tu ne keçek azad î’ bi vî awayî dewam dikir. Gava wê cil dişûştin jî tim bi tempo dişûşt û stran ji ser lêvan kêm nedibûn. Dengê pîrika min berê min dida rêyên nû û ez diketim nav xeyalên kûr.”

Dema ku betlaneya Victor Démé bi dawî dibû, wî bi roj karê dirûnê dikir, bi şev ew diçû baran û li wir bi komekê re stran digotin. Xasma jî Abdoulaye Diabatê pirr pê re bûye alîkar û Démé kiriye vokalîstê komê. Victor Démé bi saya wî hinekî hatiye naskirin.

Bê muzîk dinya dê dîn û har bibûya

Démé dibêje, “Heger zarokekî sûcek kir wî bişînin dibistana muzîkê, ev ê şêweyê nihêrîna wan a dinyayê biguherîne û ew ê bêtir xwe aram hîs bikin. Muzîk mirov dibe gerdûneke din, gerdûneke ku nebaşî lê tuneye, mirov li wir li mirinê nahizire û em li wir her tişta ne baş ji bîr dikin. Malbata min a ku ji min re tim digot, ‘divê tu stranan nebêjî’ her roj li camiyê stranan diyariyê xwedayên xwe dike. Divê em li mizgeft û dêran stranan bibêjin û bi vî awayî ji xwedê re dua bikin û îbadeta xwe pêk bînin. Heger muzîk tunebaya dinya wê dîn û har bibûya.”

Di pêşbirkê de dikeve dereceyê

Di sala 1988’an de Victor Démé vedigere welatê xwe Burkîna Faso. Wan salan li Burkîna Faso zext û zorên mêtingeriyê kêm dibin û civak bêhtir xwe azad hîs dike. Démé jî bi van hestan li welatê xwe vedigere. Ew li paytext Ouagadougou bi cih dibe û li wir bi koma “Supremes Kombemba” re derdikeve ser dikê. Di 26 saliya xwe de tê naskirin. Sala 1989’an “Navenda Çanda Fransî ya Bobo-Dioulasso” bi pêşengiya “Radio France International” pêşbirkekê li dar dixe û Victor Démé di vê pêşbirkê de dikeve nav serketiyan. Her wiha ew sala 1990’î jî di “Hefteya Çandê ya Neteweyî ya Burkîna Faso” de dibe yekemîn û li hin welatên afrîkayî bêhtir tê naskirin. Herî dawî bi orkestraya wî zemanî ya bi nav û deng “L’Echo de l’Africa” re jî derdikeve ser dikê û stranan dibêje.

Ez dibûm serxweşekî dera hanê

Lê piştî demekê ji ber rewşa welat a polîtîk û qeyranên aborî ji huner û muzîkê dûr dikeve. Demên dirêj ew tenê li kafe û baran derdikeve ser dikê û bê pere dimîne. Pirrî caran bê gîtar maye û gava pêdivî dîtiye gîtarek kirê kiriye û bi wî awayî debara xwe kiriye. Di navbera 1990 û 2000´î de li hin kafe û baran bi tena serê xwe derdikeve ser dikê. Ew bêhtir stranên Salif Keita û Mory Kanté dibêje li van baran. Xwediyên bar û kafeyan heqê wî bi qedehên eraqê didanê û Victor Démé gelek caran serxweş vedigere malê. Ew dibêje, “Hingî min eraq vedixwar, hindik mabû ez bibim serxweşekî dera hanê.”

Dengê gîtara te mirov aciz dike

Di sala 2007’an de Victor Démé, David Comeillas û Camille Louvel nas dike. David Comeillas, wek nûçegîhanê “Radyo Nova” ku navenda wê li Parîsê bû, dixebitî. Camille Louvel jî wek endezyarê deng bi karê muzîkê re mijûl bû. Gava ew çav bi Victor Démé dikevin û li dengê gîtara wî guhdarî dikin dibêjin, “Dengê gîtara te mirov aciz dike!”. Bi vî awayî çîroka qeyda albûma “Djon Maya” dest pê dike.

Studyoya di kamyonê de

Wî çaxî, kolektîfa bi navê “Ouagajungle” li bajarê Ouagadougou dorseya kamyoneke kevn ji xwe re kiribû stûdyo û li vir qeydên xwe dikirin. Cihekî teng û pirr germ bû, lê gelek muzîsyenên navdar qeydên xwe li vir kiribûn û albûmên xwe derxistibûn. David Comeillas û Camille Louvel dest didin hev û ji bo albûma “Djon Maya” derbixin li vê studyoyê stranan qeyd dikin. Her wiha ew ji bo vê albûmê belav bikin jî şirketa plakê ya bi navê “Chapa Blues Records” ava dikin û bi saya vê şirketê albûma wî li dinyayê belav dikin. Albûma “Djon Maya” 40 hezar tê firotin. Kovara îngilîz a Songlines di sala 2008’an de Djon Maya “Albûma Herî Baş” hildibijêre.

Piştî sala 2008’an Victor Démé li dinyayê tê naskirin û piştî naskirinê li gelek deveran bi gîtara xwe konseran dide û stranên xwe dibêje. Victor Démé her tim bi zimanê xwe yê dayikê “Dyula” stranên xwe gotin û di van stranan de behsa yekitiya neteweyî, rêzgirtina ji bo jinan û çanda afrîkayî kir.

Victor Démé di sala 2015’an de wefat kir û li pey xwe stranên xwe yên zîz hiştin.

*Grîot: Li Afrîkayê, ew kesên ku wêje û dîroka devkî bi stran û çîrokan dibêjin, ji wan re grîot tê gotin. Ev kes ji şefên kabîleyan re şêwirmendiyê dikin û merasîman bi rê ve dibin. Ew navbeynkariyê dikin meseleyên eşîrî çareser dikin. Grîot, di heman demê de hunermend, helbestvan, muzîsyen, dansker û çîrokbêj in.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar