Meha pîroz a Remezanê di 5’ê gulanê de dest pê dike. Her misilmanek ku dile wî/wê bi rehma Xwedê tijiye ji niha ve amadekariya xwe dike. Piştre jî bawermendên mezin dê dest bi rojiyê bikin. Dê fitir û zikat bên dayîn, her kesek xwe bike şûna xizan û birçiyan.
Rojî tefekur e, xwenasîn e, terbiyekirina nefsê, xurtkirina îradeyê ye. Bi xeletiyên xwe re rû bi rû mayîn e, tobekirin e, fêmkirin û fêrkirina birçîbûn û xizaniyê ye. Rojî hevkarî ye, fedakarî ye, aştî ye, dirustî ye. Paqijiya dil û ruhê mirov e. Rojî xwe rexnedayîneke mezin e. Rojî îtîraza li hemberî zilmê, neheqiyê ye.
Ev pîvanên misilmantiyê ne. Gunehkar li gorî vê yekê ji salê mehekê xwe di ber çavan de darbas dikin. Hz. Elî digot ku rojî teatekî di navbera evd û Xwedê de ye û divê ku haya kesî jê tune be. Mênsurê Halac behsa teatên veşartî dikir. Welî û sofiyên demên berê ku di rêya Xwedê de dijiyan û çavên wan li malê dinyayê, li desthilatdariyê bû xwe di rêya baweriyê de helandin.
Niha jî dê mehekê televîzyon bi televizyon bên parselkirin û li her ekranekê ‘alimek’ wê derkeve û behsa pîroziya rojî û teatê bike. Apê Hecî, Xaltîka Eyşe ku dilê wan bitirsa Xwedê tijiye dê dia û îbadeta xwe bikin. Dê qesr û koşkên ku li ser zilmê, li ser zordariyê bilind bûne dê sifreyên fitaran biafirînin. Ev sifre bi hezar celeb fêkiyên beyanî ku xizanan di xewnên xwe de nedîtine yên wekî sûşiya somonan a bi zencefîl, di nav ejder tartelat de himsa Antakyayê, smoothie, efulî û hezar celeb xwarin û vexwarinê bên xemilandin. Dê pişt hestî ku jê wê sifreyê derkevin ji gel re hesabê sîmît û çay bikin û dê bibêjin ‘hûn mehê 3 dan çay û sîmît bixwin nîvê destheqiya we jî ji we re dimîne.’ Ew cimaetên ku li vê pergala neheqî û qesrê bilind dikin ku vê dinyayê parsel kirine û cinetên xwe li ser rêyê erdê avakirina, mehekî bi şev û roj li ser wekhevî û pîroziya olî wê azan bidin.
Di çandekî wiha de yên ku devê wan bi rojî ye û divê ji bilî xêr û diayan, qencî û başiyan tu tiştek nexêr, nebaş, fesadî û derew ji devê wan dernekeve dê bi şev û bi roj nifir û heqareta li gelekî din ku bi emrê Xwedê xuliqîne bikin. Dê neyartiyê bi kûr û şer mayînde bikin. Wekî çanda DAIŞ’ê ji aliyek ve nimêj û teatdikir û ji aliyê din ve jî mirovan serjê dikir.
Li aliyê din, li girtîgeh û çar aliyê dinyayê ji bo dengê xwe bigihînin qesr û koşka nimêj û teata fêmkirina birçîbûn û xizaniyê lê tê kirin bi mehan e greva birçîbûnê dikin. Greva Leyla Guven di destpêka remazenê de dikeve roja 180’an. Yanî Leyla Guven 6 meh û 3 demsal e ji bo dengê xwe bigihîne van derdoran û ji bo ku neheqiya van derdoran ji holê rabe greva birçîbûnê dike. 6 mehe birçî ye. Dinyayê dengê Leyla û rêhevalên wê bihîst, hemû bawerî, olên cuda dengê Leyla û rêhavelên wê bihîstin, lê ‘misilmanên bira’bi mehan e temaşekar in, bêdeng in. Neheqiyê didomînin.
Niha 15 girtiyên azadiyê ku bi mehane di greva birçîbûnê de ne, ji duh û pê de dest bi rojiya mirinê kirin. Êdî vegera vê yekê nema. Şîara vê çalakiyê yan serkeftin an serkeftin e. Ev rojî naşibe rojiya remazanê. Êvarê sifreyên şatafatê nayên dayîn. Rojiya herî mafdar û ya bi dilpak e.
Yên ku ji nimêj û teata xwe bi bawer nîn in, her tim diayê ‘Xwedê teata me qebûl bike’ dikin. Di rewşeke wiha de gelo dê rojiya van oldaran çawa qebûl bibe? Gelo yên ku ji vê trajediyê re çavên xwe digirin, di bin sedema vê birçîbûn û trajediyê, dê çawa li ser van sifreyên fitarê rûnên?