Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina şoreşa jinê ye

Endama Koordînasyoan KJK’ê Zerîn Rûken diyar kir ku êrîşa li ser Rojava êrîşeke li ser jinan e û got ku xwedîderketina li rojavayê Kurdistanê xwedîderketina şoreşa jinan e

Endama koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken ku beşdarê bernameya Rojeva Jin ya di Stêrk TV bû, têkildarî êrîşa dagirkerî ya dewleta tirk ku li ser Rojavayê, bakur-rojhilatê Sûriyeyê, berxwedaniya civaka kurd û dostên kurdan ên li her deverê cîhanê li dijî ev dagirkeriyê dimeşînin, nirxandinên girîng kir.

Zerîn Rûken ku di destpêka axaftina xwe de Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ez di şexsê hevrê Bêrîtan Hêvî de, tevahî hevrêyên şehîd bi bîr tînim û bejna xwe li hember wan ditewînim. Cardin li hember Serokatiya me di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de komployek navneteweyî pêk hat. Lê bûyerên ku îro tên jiyîn jî ji komploya navnetewetî qut nîne. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşandin li ser tevahî mirovahiyê ye, Rojhilata Navîn û jinan e. Tecrîda li ser Serokatî çiqasî tê şidandin, şer jî ewqasî dijwar û bêexlaq dibe. Şerê niha li ser rojavayê Kurdistanê, bakur-rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, Başûr, Bakur, Rojhilat tê meşandin ji vê tecrîdê qut nîne. Wê ev komplo tu carî negihije armanc û hedefa xwe. Hêzên komploger ên navdewletî armanc dikin ku ev komploya dane destpêkirin dawî lê bînin. Di tecrîdê de israrkirina faşîzma AKP-MHP tê wateya şer de israr kirinê. Em weke tevgera jin tecrîda li ser Serokatî li ser xwe û ya jinan dibînin û wiha dinirxînin. Ji bo ku em ev tecrîda li ser Serokatî têk bibin, pergala Îmraliyê perçe bikin û bi Serokatî re di Kurdistaneke azad de bijîn pêwîst e em berxwedana xwe de bi israr bin û berxwedana xwe jî bi xurttir berdewam bikin. Me tu carî tecrîda li ser Serokatî qebûl nekiriye em qebûl jî nakin. Tecrîda li ser Serokatî tecrîdkirina azadiya mirovahiyê û bi taybetî jî ya jinan e.”

Gelê kurd hêzeke sereke ye

Di berdewamê de Rûken bal kişand ser êrîşa ku ji hela dewleta tirk a dagirker û hikûmeta faşîst a Erdogan ku di 9’ê Cotmehê de li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk aniye û ev nirxandin kir: “Êrîşa di 9’ê Cotmehê de li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê hate meşandin, dixwazin dersek bidin kurdan bi rêya Erdogan. Lê mixabin kurd ne wekî berê bêkes in û bêquwet in. Di roja me ya îro de rêxistinbûyîna kurdan heye, artêşa wan a ku bi îrade, bawerî û bi hêza xwe ya cewherî berxwedanî û têkoşîn dimeşîne heye. Ev hêza leşkerî ya kurdan li Rojhilata Navîn hêzeke sereke ye û bandora wê jî gelek mezin e. Di xeta sêyemîn de dikare heta dawiyê rol bileyze. Mirov dikare bibêje yek jî sedema êrîşkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê ev e. Cardin di paradîgmaya Serokatî de pergala netewa demokratîk pêş dikeve. Ya din jî şoreşa rojavayê Kurdistanê, bakur û rojhilatê Sûriyeyê bû şoreşa jin û gelan. Dixwazin peyama qirkirinê bidin kurdan û gelan. Di sedsala 21’emîn de gelê kurd hêzek sereke ye ku di çarenûsa gelan de diyarker in. Di serî de jina kurd pêşengtiya vê yekê dikin. Serokatî bi fikir û hişmendiya avakirina Netewa Demokratîk re tevahî gelan kiriye xwedî îrade û di bin fikra azadiyê de anîne gel hev. Ev yek ji bo tevahî kurdan, gelan û cîhanê bûye hêviyek. Em baş bizanin ku ev êrîşa dagirkerî ya li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, li dijî azadiyê ye, şoreşa jinan e û li ser projeya netewa demokratîk û modernîteya demokratîk e.”

Hêzên navdewletî bi destê xwe piştgirî dan DAIŞ’ê

Endama koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken ku bal kişand ser têkiliya Erdogan û DAIŞ’ê, destnîşan kir ku artêşa dewleta tirk, artêşa Erdogan jixwe ji çeteyên DAIŞ’iyan pêk tên û wiha domand: “Dibêjin wê DAIŞ zindî bibe, pêwîst nake zindî bibe jixwe DAIŞ ew bi xwe ne. Hêzên navdewletî bi destê xwe piştgiriyê dan DAIŞ’ê, zindî kirin û dagirkeriya dewleta tirk êrê kirin, DAIŞ’ê erê kirine. Erdogan ne tenê li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê, ji bo tevahî cîhanê bûye bela. Pêwîst e helwestên hêzên navdewletî tenê bi gotinan nemine, di emel de jî helwestên xwe bidin diyarkirin. Dagirkeriya bakur û rojhilatê Sûriyeyê dest dirêjiya li ser jin û gelan e.”

Qetilkirina Hevrîn Xelef zihniyeta dagirkeran dide diyarkirin

Di berdewama axaftina xwe de Rûken bal kişand ser qetilkirina Serkreteryaya Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef ku di 12’ê cotmehê de ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve li ser rêya Navneteweyî hat qetilkirin û wiha pêde çû: “Êrîşa li ser Sekterya Giştî ya Partiya Pêşaroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef pêkhatiye û di heman demê de hovîtiya li ser bedena şervana YPJ’ê Amara pêkhatiye hovîtî û bê exlaqtiya dagirkeriyê dide diyarkirin. Ev êrîşeke li ser şoreşa jinê ye. Şoreşa Rojava bi reng û îradeya jinê têşe girt. Di vir de îradeya jina azad hatiye hedef girtin. Di hişmendiyê dagirkeran de her tim jin û zarok hedefê wan yê sereke ne. Jin di civakê de hêzên sereke ne, yên ku azadiyê çanda exlaqê diparêzin jin in. Di heman demê de di pêşeroja bakur û rojhilatê Sûriyeyê de jin xwedî hêza pêşeng a sereke ne. Em weke Tevgera Azadiya Jin û her wiha tevahî jinên kurd em ê heya dawiyê hesap ji vê hişmendiya kujer, faşîst û qetilê jinan bipirsin. Em vê êrîşê li ser xwe dibînin, ev êrîş destdirêjiya li ser jinan pêkanîne. Çi dikin bila bikin lê nikarin hêza parastina jinan bişikînin. Hevrê Hevrîn Xelef ji bo jiyanek azad, Suriyeke demokratîk kar û xebat dimeşand. Ji bo ku di Sûriyeyê de jin, zarok û civak neyên qetilkirin, xebata netewa demokratîk dimeşand. Di siyaseta demokratîk de xwedî rolek sereke bû. Ev qetlîam pir plansazî û zanebûn hatiye kirin. Erdogan li her çar perçeyê Kurdistanê dijminê jin û zarokan e.”

Êrîşa li Silêmaniyê bi îxaneta hûndirîn ve girêdayî ye

Zerîn Rûken di berdewamiya gotinên xwe de li ser bûyera ku li Silêmaniyê pêk hat jî rawestiya û ev tişt anî ziman: “Li hember ev dagirkeriya tê meşandin helwesta gelên me yên Rojhilat, Başûr û gelê me yên derveyê welat metirsiya heye dîtin û li hember wê rabûn. Ev ruhê yekitiyê gelek girîng e. Ez vê yekê pîroz dikim, pêwîst e ev yek her demî bibe. Bi taybetî gele me yê Başûr vê yekê baş bizanîn ku dewleta tirk bost bi bost xaka Başûr dagir kiriye. Beriya vê çend rojan du şoreşgerên pêşeng û pîroz li Silêmaniyê hatin şehîdxistin. Hevrê Demhat û hevrê Cemîl di heman demê de xebatên neteweyî jî didan meşandin. Ev êrîş heman demê de êrîşekî li ser yekitî û netewbûyîna kurdan e. Her wiha ev ji komkujiya Parîsê qut nîne. Pêwîst e di serî de Parlementoya Kurdistanê, partiya YNK vê bûyerê ronî bikin. Bi vê êrîşê re dewleta faşîst a Erdogan dibêje; ‘hûn çi dikin bikin lê em nahêlin yekitiya we were avakirin.’ Ev ji qirkirina Rojava û Komploya 9’ê Cotmehê qut nîne. Weke Tevgera Azadiya Jin em ê hesapê hevrêyên xwe bi dijwarî bipirsin. Pêwîst e gelê me bi şev û roj li kolanan be û bibêje pêwîst e ev qetlîama siyasî were zelalkirin. Ev yek bi îxaneta hûndirîn ve girêdayî ye, ger ku îxaneta hûndirîn nebe wê dewleta dagirker, hikûmeta faşîst a Erdogan ewqasî rehet nekaribe van êrîşan pêk bîne. Ev êrîş bersivekê li hember yekitiya gelê kurd û yekitiya jinan e. Yê ku vê dagirkeriyê rawestîne hêza yekitiya jinan e, yekitiya gelê me ye.”

Pêwîst e jinên ciwan pêşengtî ji berxwedanê re bikin

Her wiha Zerîn Rûken bang li tevahî ciwanan kir bi taybetî jî jinên ciwan kir ku beşdarî nava refên gerîla bibin û xwedî li nirxên xwe derbikevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro li her deverê gelê kurd parastina hebûna xwe û nasnameya xwe dike. Bêguman ji hêla leşkerî ve pêwîstî heye ku em artêşa xwe mezin û berfirehtir bikin, ev yek pêwîstiyekî bingehîn e. Lê rehendên parastina cewherî di gelek aliyan de heye. Li ser vê yekê jî ez bangawazî li tevahî ciwanan dikim, ne tenê her çar perçeyê Kurdistanê, tevahî ciwanên azadîxwaz dikim, tev li hêza parastinê, tev li gerîla bibin. Di serî de pêwîst e pêşengtiya vê yekê jinên ciwan bikin. Azadî û nasnameya xwe xwedî derbikevin. Em komkujiya li ser me tê meşandin ji bîr nekin. Em her roj komkujiyan re rûberû dimînin. Lê em xwedî nirxên gelek pîroz in. Em xwedî ruhekê berxwedan û têkoşînê ne. Em çiqasî berxwedaniya xwe zêdetir bi radîqal bikin em ê azadiya Rêber Apo, xilasiya jin û gelê xwe zûtirîn misoger bikin. Xwedîderketina li Rojava parastina şoreşa jin û mirovahiyê ye. Em berxwedaniya xwe bilindtir bikin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar