Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Xwedîderketina li vînê mafê qanûnî ye

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş di Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî de axivî û wiha got: “Qeyûm erka îktîdarê heta dawî bikar tîne. Zêdeyî 500 hezar mirovên dengê xwe dane Selçûk Mizrakli, divê yek bi yek li dengê xwe xwedî derkevin. Ev mafê wan ê qanûnî ye.”

Baroya Amedê ji bo kujerên Tahir Elçî bên dîtin û darizandin di hefteya 190’an de çalakiya “Kurdiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî” berdewam kir. Baroyê dîsa çalakî li pêş Edliyeya Amedê berdewam kir. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê û Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli amade bûn. Ewil Cîgira Seroka Baroyê Gazal Bayram Koluman diyar kir ku di ser kuştina Tahir Elçî re 190 hefte derbas bû û hêj kiryar nehatine dîtin û ronîkirin. Koluman, bang li Serdozgerê Komarê yê Amedê kir û xwest demek berî demekê kiryaran bibîne û derxe pêşberî darazê. Koluman diyar kir ku heta kujerê Elçî bê dîtin û cezakirin wê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Koluman, tayînkirina qeyûm a 3 şaredariyên HDP’ê jî şermezar kir û wiha got: “Li gorî xala 45’an a Makeqanûnê ger ku bi şiklekî şûna şaredar vala bû divê meclisa şaredariyê di nava 10 rojan de yekî li şûna wî hilbijêre. Dive meclis li şûna wî yekî hilbijêre. Lê li şûna vê yekê Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayîn kiriye. Ev yek darbeya siyasî ye.”

Koluman da zanîn ku piştî qeyûm tayîn kirin li gorî daxuyaniya wezîr li 29 bajaran 418 kes hatine binçavkirin û wiha got: “Li Amedê di 5 rojên dawî de bi giştî 120 kes hatine binçavkirin. Der barê 70 kesan de biryara binçavkirine heye. Wezîrê Karên Hindir bi vê biryarê vîna gel tune dihesibîne.”

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku Tahir Elçî bi hurmetî bibîr tînin û wiha got: “Aqilê ku kujerên Elçî ranî nekirin, îro qeyûm tayinî şaredariyan dikin û wiha got: “Qeyûm erka îktîdarê heta dawî bikar tîne. Zêdeyî 500 hezar mirovên dengê xwe dane Selçûk Mizrakli, divê yek bi yek li dengê xwe xwedî derkevin. Ev mafê wan ê qanûnî ye. Ger ku demokrasî li Wanê tune be û mafê hilbijartinê ji destê hilbijêr bê girtin, mafê hilbijartinê yê welatiyê Tekirdagê jî dikeve talûkeyê. Ger ku tenê cudakarî ji bo kurdan heye, kesên ji mere dibêjin cudakar, ew cûdakarê herî mezin in.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar