Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin de saetên serê sibê bi awayekî hewwext bi ser gelek malan de girtin û rojnamevan jî di nav de gelek kes binçav kirin. Hate hînbûn ku di lêpirsîna bi hêceta Newrozê hatiye destpêkirin de derbarê 57 kesan de biryara binçavkirinê heye.
Di nav kesên ku hatine binçavkirin de Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê ku heftane weşanê dike Kadrî Esen jî heye. Esen li mala xwe ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê de binçavkirin. Esen ê bi hêceta pîrozbahiyên Newroza 2022’yan hate binçavkirin, ji bo îfadeya wî bigirin birin qereqola polîsan.