Edîtorê rojnameya Keyhanê Emîr Tahirî vê hevpeyvînê li gel Mela Mistefa dike. Hevpeyvîn bi gotinên Mela Mistefa wiha dest pê dike, “Karê min temam bûye. Êdî min roleke wisa di rêbertiya kurdên Iraqê de tune ye.”
Rojname dibêje: “Ev cextkirina Mela Mistefa nîşan dide ku serdemeke girîng a dîroka xwînavî ya Iraqê ji bo hetaheta hatiye girtin.”
Piştre rojname wiha dibêje: “Barzanî niha li gel malbata xwe li nêzîkî Tehranê dijî.” Edîtorê Keyhanê dibêje: “Dema ku hefteyek berî niha ez çûm serdana wî, gelek kêfxweş xuya dikir. Dema ku behsa vemirîna şerê li Iraqê û dawiya jiyana siyasî û şerê xwe dikir, biçûktirîn nîşaneya xemgîniyê ji gotinên wî xuya nedikir.”
Rojname di berdewamiyê de dibêje: “Mela Mistefa niha cil û bergên kurdî derxistine, çaket û pantol li xwe dike û qrawatê girê dide. Di seranserê wê hevpeyvîna 95 deqeyî de berdewam dubare dikir û digot, ‘Ez feqîrekî xwedayê mezin im. Her tişt di çarenûsa mirov de hatiye nivîsîn û evdên wê nikarin jê birevin.’”
Barzanî dibêje: “Tu carî wekî îro min hest bi tenduristî û aramiyê nekiriye, ez nikarim pêşbîniya siberojê bikim lê belê nikarim bibêjim ku ez ê vegerim Iraqê.”
Di berdewamiya hevpeyvînê de Mela Mistefa behsa Peymana Cezayîrê dike û dibêje: “Min qet hay ji peymanê nebû, lê belê ez piştgiriya vê peymanê dikim. Çinku qenciya gelên Îranê tê de ye. Her çi tiştê ku xêra Îranê tê de hebe, cihê rizamendiya hemû kurdan e.”
Dema ku Mela Mistefa van gotinan dike, li başûrê Kurdistanê kuştin, topbaran, daliqandin, gulebarankirin û serkutkirina bermahiyên şoreşê hîna berdewam dikir û li rojhilatê Kurdistanê jî gelê kurd di bin gefa dezgeha tirsnak a SAVAK û îdeolojiya nijadperest a şahînşahiya Farisî de bûn.”
Barzanî berdewamiyê dide gotinên xwe û wiha dibêje: “Di maweya yek sal şer de ji bilî Îranê tu kesî alîkariya kurdan nekir.”
Barzanî dibêje: “Kesên ku rondikên tîmsahan ji bo kurdan dirêjin, mebesta wan tenê êrîşa medyayî ye li dijî Îranê ye. Em Îranê jê derxin, xwe deyndarê tu dewletekî nabînin.”
Rojname dibêje ku Mela Mistefa du meh in dest ji darcixareyê berdaye û niha qelûnê dikêşe û destnîşan dike ku Mela Mistefa wiha gotinên xwe didomîne: “Tiştê ku Îranê ji bo kurdan kiriye, em hemû jê memnûn in. Em li Îranê di bin saye û sîbera şahînşahê hemû arînijadan de bi hurmet û aramî dijîn.”
Rojname ji Mela Mistefa dipirse gelo kurd divê çi bikin. Mela Mistefa di bersiva vê pirsê de dibêje: “Ez li vir im û ew li wir in. Têkiliya her tiştî bi xwe re heye. Ez êdî rêber nîn im û we piştrast dikim ku ez ê careke din jî nebim. Êdî ez temam bûm, mitleqen ez temam bûm. Daxwaza min ew e ku navê min di dîrokê de bê jêbirin, lê belê rojnameger dest ji min bernadin.”
Barzanî êrîşeke tund dibe ser wan kurdên ku li dijî Îranê xeber didin û dibêje: “Ew ne mirov in, ne kurd in, ne zilam in.”
Bo nimûne der heqê Îsmet Şerîf Wanlî de dibêje: “Xwefiroş” û dibêje ku “ew dehbeyek e di rengê mirov de”.
Hêjayî gotinê ye ku Îsmet Şerîf Wanlî yek ji wan şoreşger, nivîskar, hiqûqnas, lêkoler û dîroknasên kurd e û têkoşîna her çar parçeyan bi hev ve girê daye. Wek sefîrê kurdayetiyê tê zanîn û ji ber dezgehên îstixbaratê yên Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê piraniya jiyana xwe bi xurbetî û revê derbas kiriye û hetta yekê dezgeha îstixbaratê ya Iraqê piştî 1975’an hewla kuştina wî daye. Her wiha nûnerê Şoreşa Îlonê bûye li Ewrûpayê û serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bûye.
Lê belê Mela Mistefa di heqê vî zanayî de dibêje: “Kesê ku bi vî rengî xebatê bike û xwe bifiroşe konsolxaneyeke biyanî, misilman nîn e; xwedê cezaya bûnewerekî wiha yê bêşeref dide.”
Tevî terikandina gelê başûrê Kurdistanê û pêşmergeyên dilsoz û fedaî ku di wexta wê hevpeyvînê de di bin siya şûrê dezgeha îstixbaratê ya Iraqê û artêşa wê ya faşîst de bûn, Mela Mistefa li ser navê wan diaxive û dibêje: “Bi baweriya min piraniya kurdên Iraqê li gel rawestîna şer bûn.”