Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Xwekuştinên heyî wêneyê rastiya krîza aboriyê ye’

Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê Mûrat Kûrûm daxuyandibû ku wan siyanurê qedexe kirne. Parlementerê HDP’ê Garo Paylan ji bo vê daxuyaniyê wiha got: “Bi qedexekirina madenekê hûn nikarin pêşî li ber întîxaran bigirin. Zêdebûna întîxaran rewşa krîza aboriyê nîşan dide.”

Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Garo Paylan, krîza aborî û bûyerên întiharê nirxandin. Paylan destnîşan kir ku ji zû ve krîzeke aborî heye û sedema sereke ya vê krîzê jî budçeya ji bo polîtîkayên ewlehîparêziyê hatine veqetandin bi xwe ye.

Paylan da zanîn ku ji ber krîzê bûyerên întîxar jî pêk tên, ji bo pêşîgirtina li van bûyeran tu bernameyeke îktîdarê tuneye û wiha got: “Heta ku îktîdar ji bo alîgirên xwe û bernameyên ewlehîparêz çavkaniyan veqetîne, mixabin wê bûyerên întîxaran jî zêde bibin.”

Piştî bûyerên întîxaran Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê Mûrat Kûrûm daxuyandibû ku wan firotina siyanurê û madenê bi vî rengî dê qedexe bikin. Paylan bal kişand ser daxuyaniya Kûrûm jî û ev tişt anî ziman: “Hûn nikarin bi qedexekirina firotina madenekê pêşî li ber întîxaran bigirin. Ji bo pêşîgirtina li întîxaran, divê tiştên dibin sedema vê yekê ji holê bên rakirin. Welatiyên me betal in, birçî ne, deyndar in. Heta ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hin polîtîka neyên pêşxistin mixabin wê întîxar bidomin. Her hal întîxar hay ji vê yekê heye ku firotina siyanurê qedexe dike. Lê welatî tenê bi siyanurê întîxar nakin.”

Her wiha Paylan herî dawî ev tişt anî ziman: “Esnaf bê siftej dikanên xwe digirin. Ciwanên me betal in, ji sedî 70’yê civakê deyndar e. Gava rewş ev e, loma daxuyaniyên wezîran ne rast in. Întîxarên pêk tên wêneyê rastîn ê aboriyê ne.”  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar