Tevî hemû astengiyan, li Hewlêrê xwendekarên zanîngeh û peymangehê li ber avahiya desteya wezîran kombûn û ji wir jî bi awayek girseyî meşiyan ser cadeya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê.
Xwendekar li vir bi dirûşman daxwazên xwe tînin ziman.
Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê xwendekaran rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê li trafîkê girtine. Hêzek zêde ya asayîşê li cihê çalakiyê kombûne û rê nadin ku rojnemeger ji nêz ve çalakiya xwendekaran bişopînin. HEWLÊR