Xwendekarê Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Enqereyê (DTCF) Ûlaş Can Taylan Argûç, rastî êrîşa komek nijadperestiyê hat
Li Enqereyê di demên dawî de êrîşên li dijî xwendekarên Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Enqereyê (DTCF) çepgir, sosyalîst û welatparêz ji rojevê dernakeve. Xwendekarê Zanîngehê Ûlaş Can Taylan Argûç, duh rastî êrîşa komeke nîjatperest hat. Argûç derbarê êrîşê de axivî.
Taylan diyar kir ku di derketina metro ya Sihhiyê de li benda hevalekê xwe bû û wiha got: “Abdurrahman G. û Fûrkan D. ên gef û êrîşên li dijî xwendekarên çepgir ên zanîngehê sor dikin û kesê bi navê Kûbîlay ê jê re dibêjin ‘reîs’ ji nişka ve paşve êrîşî min kirin. Dest bi lêdana min kirin. Min jî bersiv da wan. Vê carê ji min re gotin ev PKK’iye. Ji ber vê esnafên derdorê jî bertek nîşanî min dan. Berê jî hin esnafên wê derê bi kêra donerê êrîşî xwendekarên şoreşger kiribûn. Piştî ku hevalê min hat ev kom reviya. Piştî êrîşê ez û hevalê xwe çûn dibîstanê. Ligel ku agahî ji bo polîsan hat dayîn, polîs nehatin cihê bûyerê.”
Hestiyê hinarkê rûyê wî şikandin
Argûç da zanîn ku piştî demekê ji dibîstanê diçe nexweşxanê û ev tişt anî ziman: “Bijîşkan ez muayene kirim û gotin hestiyê hinarkê rûyê te şikestiye. Ez dûre bi polîsan re çûm qereqolê û min darbarê kesên êrîşî min kirin de gilî kir. Ligel ku min giliyê wan kir jî, ez bi guman im ku ceza nedin wan. Ji ber ku me weke terorîst nîşan didin, ne bawer im ku ceza bigirin. Lê em tenê xwendekar in.”
Rêveberiya zanîngehê bêdeng ma
Argûç ê di heman demê de Endamê Meclisa Komîna xwendekarên DTFC’ê avakirin, derbarê rewşa giştî ya zanîngehê de jî agahî dan. Argûç dest nîşan kir ku rojeva Tirkiyeyê çawan tê guhertin, ji sala 2016’an ve dibistana wî jî, li gorî rojevê tê guhertin û êrîşên faşîzane lê zêde bûne û wiha behsa rewşa li dibîstanê tê jiyîn kir: “Endamên Ocaxên Ulku, Ocaxên Tirk û Yekitiya Ciwanên Tirkiyê (TGB), ji bo ku êrîşî xwendekarên şoreşger û demokrat bikin, her tim amade ne. Li ser tora medyaya civakî xwe bi saz dikin. Bi dehan çar gef li me xwarin û bi pergalî êrîş dikin.”
Her wiha Argûç bal kişand ser helwesta rêveberiya zanîngehê ya li dijî êrîşan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rêveberiya zanîngehê li dijî van êrîşan tim bêdeng dimîne. Tu caran wan ceza nakin. Dema ku bûyer derdikevin jî, bangî polîsan dikin. Polîsên ku dikevin dibistanê jî tenê berê xwe didin me. Tenê mudaxileyî xwendekarên şoreşger dikin. Lê bi tu awayî mudaxileyî komên rastgir nakin.” ENQERE