Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xwendekarên Cihû yên Ewropa ji bo gelê kurd bang kir

Kongreya EUJS ku rêxistina sîwanî ya xwendekarên zanîngehê yên Cihû yên li Ewropayê ye, xwest ku komkujiyên li dijî gelê kurd bên rawestandin û piştgirî ji mafê kurdan ê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe re bê dayin

Navenda Nûçeyan

Xwendekarên Cihû yên Yekîtiya Ewropa (EUJS) ku rêxistina sîwanê ya xwendekarên zanîngehê yên cihû yên li Ewropayê ye, di kongreya xwe de têkildarî Kurdistanê hin biryar wergirt.

Kongreya salane ya EUJS’ê bi beşdariya 40 delegeyên ji endamên rêxistinê yên li welatên Ewropayê bi rengê onlîne pêk hat û ji bo piştgiriya bi gelê kurd re bang hate kirin.

Di pêşnûme biryarê de ku bi dengê delegeyan hemûyan hate qebûlkirin, hate ragihandin ku gelê kurd li Sûriye û Iraqê di têkoşîna dijî çeteyên DAÎŞ’ê de bi roleke gelekî girîng rabûye û hate bibîrxistin ku ev rol bû alîkar ku sala 2014’an li Şingalê pêşî li qirkirina êzidiyan girtin.

Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku zêdeyî 11 hezar şervanên kurd, ji bo rizgariya cîranan û hevalbendên wan ji îslamiyan tundrew di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan û hat diyarkirin, ku li gel vê yekê jî gelê kurd bi tenê hat hiştin.

Di pêşnûmeyê de hate destnîşankirin ku biryara 6’ê cotmeha 2019’an a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya ji bo vekişandina piştgiriya xwe ya ji bo Bakurê Sûriyeyê (Rojava) û valahiya ku hikûmetên rojavayî li herêmê çêkirin, li dijî kurdan veguherî metirsiyê.

Di pêşnûmeyê de hat ragihandin ku di deh salên dawî de gelek caran metirsiya qirkirinê li ser gelê kurd rû da û cîhan li hemberî vê yekê bêdeng ma. Di pêşnûmeyê de hat bibîrxistin ku cihû jî bi vî rengî hatin qirkirin. Di pêşnûmeyê de hat ragihandin ku kurd li Iraqê, Tirkiye, Sûriye û Îranê hîn jî tên tepisandin.

Gefa qirkirinê ya li ser kurdan

Di pêşnûmeyê de hate xwestin ku li qada navneteweyî piştgirî ji kurdan re bê dayin û işaret bi mafê diyarkirina çarenûsa xwe hate kirin. Di pêşnûmeyê de ku delegeyên EUJS’ê pejirandin ev tespît hatin kirin:

– Ji bo zilmên bi vî rengî careke din neyê serê kurdan, girîng dibîne ku piştgiriya yekser ji hêzên xweparastinê yên kurdan re bê dayin.

– Tevgera Gurên Boz a tirk-faşîst li dewletên Yekîtiya Ewropayê, Tirkiyeyê û cîhanê li ser kurdan, ermenan, suryanan, tirkan û gelên din gefê dixwe.

– Alîgirên Gurên Boz li çar aliyên Ewropayê êrişî gelê kurd, saziyên Ewropayê dikin. Mînak di hezîrana 2020’î de li Viyanayê, di îlona 2020’î de jî li Fransayê êriş kirin.

– Bi navê rêxistineke cihû em di wê baweriyê de ne ku divê bi mirovên bêwelat re bin, bi mirovên ku zilm û qirkirin li ser wan heye, tevbigerin.

Rabûna li ber êrîşan û daxwaza hurmeta li mafê diyarkirina çarenûsa xwe

Di kongreya EUJS de têkildarî kurdan ev biryar hatin wergirtin;

1- Rola girîng a gelê kurd bê naskirin ku şeş sal in li dijî DAÎŞ’ê têdikoşe,

2- Qirkirina ku di sala 2014’an de li Şingalê li dijî êzidiyan hat kirin, bê naskirin,

3- Bang li Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê bê kirin ku dawî li hebûna leşkerên tirk a li Bakurê Sûriyeyê (Rojava) bê anîn û mîna di mijdara 2019’an de Xanesor hate bombekirin, destûr neyê dayin ku herêmên kurdan ên li Iraqê bên bombekirin, kurd neyên qirkirin,

4- Bang li Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê bê kirin, ku dawî li zilma li gelê kurd a li Tirkiye û welatên cîran t,

5- Ji bo dawî li hebûna leşkerên tirk ên li Bakurê Sûriyeyê (Rojava) bê anîn û piştgirî ji mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê kurd re bê pêşkêşkirin li nava Yekîtiya Ewropayê, hikumetan, rêxistinên navneteweyî, rêxistinên civakî yên sivîl, zanîngehan, xwendekaran û saziyên pêwendîdar karê lobî bê kirin,

6- Ji bo qedexekirina Gurên Boz ên tirk ku neteweperestên tirk e, li Yekîtiya Ewropayê, li nava hikumetan, saziyên navneteweyî, rêxistinên civakî yên sivîl, zanîngehan, xwendekaran û saziyên pêwendîdar karê lobî bê kirin,

– Ji bo nîşan bide piştgiriyê dide gelê kurd û piştevaniya çarenûsa xwe û rêveberiya xweser a demokratîk a kurdan dike, biryarê werdigire.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar