Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Xwendekarên zimanê kurdî: Bila jiyana we bi kurdî be

Xwendekarên Komeleya Lêkolînên Kurdî bi boneya Cejna Zimanê Kurdî axivîn û diyar kirin ku divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve. Xwendekaran destnîşan kir ku berxwedana zimanê kurdî, bi qasî ya gelê kurd girîng e û bang li hemû saziyên kurdan kirin ku jiyana wan bi kurdî be

Kovara Hawarê di 15’ê Gulana 1932’yan de li paytexta Sûriye Şamê ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve dest bi weşanê kir. Bi vê boneyê jî 15’ê gulanê weke sembola têkoşîna zimane kurdî tê qebûlkirin. Di sala 2006’an de jî 15’ê gulan weke Roja Cejna Zimanê Kurdî hate qebûlkirin û wisa tê pîrozkirin.

Bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî, Komeleya Lêkolînên Kurdî ku li Stenbolê xebatên xwe dimeşîne, her sal di 15’ê gulanê de sertifîkayên xwendekarên ku asta mamostetiyê xelas dikin, dide. Îsal jî komele dê di 15’ê gulanê de li Odeyan Bijîşkan a Stenbolê bernameyeke li dar bixe û sertifîkayên xwendekarên xwe bide. Di bernameyê de dê helbest bên xwendin, sînevîzyonek bê pêşandan û dengbêj jî dê kilamên xwe bibêjin.

‘Xwedî li zimanê xwe derkevin’

Xwendekarên komeleyê yên ku dê îsal sertifîkayên xwe wergirin bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. Ji xwendekaran Rojbîn Dîlan Duman bi lêv kir ku sedema hatina wê ya komeleyê, xwedîderketina li hebûna xwe ye û wiha domand: “Dixwazim zimanê xwe bêhtir bizanim. Bi hatina komeleyê re min girîngiya ziman bêhtir fêm kir. Di nava axaftina min de peyvên tirkî hebûn û bi tirkî difikirîm. Komele ji bo sererastkirina vê pirsgirêkê pir bû alîkar. Her hevalekî ku dixwaze kurdî hîn bibe, bila bên vir û xwedî li zimanê xwe derkevin.”

Bîranîneke balkêş

Ji xwendekaran Gulistan Baran jî diyar kir ku hînbûna zimanê kurdî ji bo wê pir girînge. Baran destnîşan kir ku her çiqas malbata wê bi kurdî bi axive jî, ji ber karê ku dike nedikarî bi malbata xwe re zêde dem derbas bike û vê yekê jî hişt ku ji kurdî dûr bikeve. Baran got ku bi saya komeleyê niha êdî bi kurdî di axive û wiha derbirî: “Li ser zimanê xwe lekolînan dikim. Ev yek ji bo min tişteki pir xweşe. Rojekî bi yekê tirk re li ser siyasetê di axivîm. Gote min; ‘tu nizanî bi zimanê xwe bi axivî lê tu qala mafên xwe dikî.’ Vê gotinê bandor li min kir. Niha bi zimanê xwe di axivim.”

Berxwedana ji bo zimanê kurdî

Rênas Yildiz jî yek ji xwendekarên komeleyê ye û dibêje ku berxwedana gele kurd çiqas pîroz be, zimanê kurdî jî ewqas pîroz e. Yildiz anî ziman ku ziman amûrekî berxwedanê ye û divê gelê kurd ji bo zimanê xwe têbikoşe. Yildiz da zanîn ku di nava hefteyê de diçe dersên fransî di dawiya hefteyê de dersên kurdî dibîne lê hesta zimanê kurdî pir cudatir e. Xwendekar Zeynep Rana jî got ku salane xwendekar û mamosteyên wan zêde dibin. Rana diyar kir ku zimanê kurdî niha bi hestên mirovan, şagirtan û bi hestê mamosteyan didome.

Banga girîng

Xwendekar Ahmet Altay jî di serî de xwest ku sazî û rêxistinên kurd êdî ji bo zimanê kurdî xebatên baştir bikin û wiha bi dawî kir: “Ez dixwazim ku kurdî êdî bibe jiyana wan. Ger van saziyan karê xwe yê rojane bi kurdî kir, dê kurdî bêhtir pêş bikeve.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar