Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Xwendin û belavkirina fikrên Rêber Ocalan

Rêberê gelan Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe, rê nîşanî gelên bindest dide. Bi siyaseta xwe ya sentez û nûjen gelên cihanê ronî dike û li dijî talûkeyên jiyanî hişyar û zana dike. Rêber Ocalan di nava şert û mercên herî dijwar û îzolasyona herî hişk de analîza siyaset, civak û pergalên serdest ên cihanê dike. Balê dikişîne ser armanca van bîrdozî û paradîgmayên xwînmij, kedxwar, zayendperest, nijadperest, olperest, yekperest ên hêzên hegomon ên cihanê.  Ji ber ku hemû polîtîka û paradîgmayên serdestan analîz dike û rastiya wan a kolekirinê li pêş çavan radixe, van hêzên desthilatdar naxwazin ku Rêber Ocalan fikrên xwe bi rayagiştî re parve bike. Di pirtûkên xwe de balê dikişîne ser talûke û metirsiyên li ser civak, ekolojî, xweza, sinc, jin, zanist û gelek qadên din.

Hêzên serdest ku yekane armanca wan kolekirina mirovan û kedxwarî ye, tu car naxwazin civak hişyar û zane bibe. Naxwazin ku civak mafê xwe yê mirovî û jiyanî biparêze. Naxwazin ku mafê kedê, mafê azadiya ramanê û mafê mirovan ê gerdûnî bê parastin û pêşxistin. Ji ber ku dizanin dema hemû mafên gerdûnî yên mirovan bê parastin û her kes li mafê xwe xwedî derkeve, êdî hêzên serdest û koledar dê nikaribin xwe li ser keda mirovan bidin jiyandin. Dê nikaribin xwîna însanan bimêjin. Dê nikaribin di şertên luks de bijîn. Dê nikaribin wekî qral û patronan bijîn. Tirsa wan ji zanîn û rêxistinbûnê ye. Ji ber vê yekê naxwazin ku Rêber Ocalan fikrên xwe û felsefeya xwe bi gelê kurd, tirk, ereb û gelên cihanê re parve bike.

Lê her çiqas îro hêzên hegomon bi destê îktîdara AKP-MHP’ê bixwazin tecrîdkirina hişk a li ser Rêber Ocalan mayinde bikin jî, Rêber Ocalan bi dehan pirtûkên ku siberoja cihanê ronî dike hene. Ocalan li ser her mijar û qadê fikrên xwe di pirtûkên xwe de parve kirine. Îro wergerên pirtûkên Rêber Ocalan bi kurdî, tirkî, îngîlîzî, erebî û gelek zimanên din hatine çapkirin. Mirovên ku bixwazin ji fikr û felsefeya Rêber Ocalan sûdê bigirin û li ser fikrên wî lêkolîn bikin, bi hêsanî dikarin xwe bigînin pirtûkên wî. Em çiqas karibin pirtûkên Rêber Ocalan bixwînin û çiqas karibin fikrên wî ên li ser pêşeroja cihanê parve bikin û belav bikin, em ê ew qas karibin tecrîda li ser Rêber Ocalan jî bêwate bikin. Ji ber ku armanca sereke ya tecrîdê, îzolekirina fikrên Ocalan e. Eger armanca  hêzên desthilat sînorkirin û tecrîdkirina fikrên Rêber Ocalan e û armanca rêxistin, sazî û partiyên demokratîk û azadîparêz  jî azadiya fikrên Ocalan be, wê demê, divê ev sazî, rêxistin û partiyên demokratîk û muxalif bêtir li fikr û felsefeya Ocalan xwedî derkevin. Divê zêdetir pirtûkên Ocalan bixwînin, bidin xwendin. Divê zêdetir pirtûkên Ocalan li her kesî belavbikin. Îro, bi milyonan kesên Rêber Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî qebûl dikin hene.

Di adara 2006’an de kampanya “Abdullah Ocalan vîna min a siyasî ye” hat destpêkirin. Kampanya îmzeyan heta 2007’an berdewam kir. Bi milyonan welatiyên Tirkiyeyê (kurd, tirk, ereb, ermen, laz, suryan…) di kampanyayê de îmzeyên xwe avêtin daxwaznameyan.  Rêber ê Gelan Ocalan wekî vîna xwe ya siyasî aşkere kirin.

Eger îro dîsa bi milyonan gelên Tirkiyeyê ku azadiya Rêber Ocalan dixwazin li pirtûkên wî xwedî derkevin, pirtûkên wî bixwînin û bidin xwendin, wê demê vê polîtîkaya tecrîd û îzolasyona li dijî Ocalan pûç dikin. Ji bo tecrîd û îzolasyon negêje armanca xwe, ji bo tecrîd bê wate bimîne, divê zêdetir pirtûkên Rêber Ocalan bên belavkirin û xwendin. Divê zêdetir fikrên Ocalan di nava civakê de bên parvekirin û axaftin. Ji ber ku Rêber Ocalan di hemû hevdîtinên xwe yên bi malbat , parêzer û heyetan de her tim li ser çareseriya pirsgirêkê axivî ye. Her tim li ser çareseriya  pirsgirêkên

aborî, siyaset, ekolojî, jin, ciwan û hemû pêşeroja cihanê axivî ye û fikrên xwe parve kirine. Eger Rêber Ocalan di nava şert û mercên herî dijwar de her tim ji bo çareserkirina pirsgirêkên civak, siyaseta demokratîk, ekolojî û jinê serê xwe êşandibe, divê kesên siyaseta demokratîk, ekolojîk, azadiya zayendî û edaletê diparêzin jî her tim hewldana wan parastin, xwedîderketin û belavkirina fikr û felsefeya Rêber Ocalan be.

Nûçeyên Têkildar