Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Xwendina Azadiyê azad dike

Rêber Abdullah Ocalan piştî hat girtin li Zindana Îmraliyê tevî şertên herî giran û xerab, gelek pirtûk nivîsandin. Pirtûka Parastina Rihayê, Parastina Atînayê, Parastina Gelekî, Ji Dewleta Rahîbên Sumeran heta Komara Demokratîk a Tirkiyeyê. Nexşerê, Nîşeyên hevdîtinê (Hêviya Aştiyê) her wiha herî dawî paraznameya Çareseriya Şaristaniya Demokratîk (Ku 5 cîldan pêk tê) nivîsand. Tevî çavkaniyên herî kêm û tevî şertên herî dijwar, zindan kir mîna dibistanê û bi fikrên xwe ronî da gelên cîhanê. Di van pirtûkên xwe de rastiya dîrokê ji nûve nivîsandiye. Hem dîroka mirovahiyê ji nûve girtiye dest û hem jî dîroka gelê kurd ji nûve girtiye dest. Dîsa dîroka  modernîteya kapîtalîst û dîroka modernîteya demokratîk ji destpêkê heta îro çawa pêş ketiye û di kijan pêvajoyan çawa pêş ketiye bi berfirehî nirxandiye. Armanca dewlet, tekel, sermayeyê û hêzên serdest bi berfirehî vegotiye. Dîsa li beramberî wê têkoşîna civaka sincî û polîtîk a ji bo parastina cewherê xwe berfirehî nirxandiye.

Pirtûk û fikrên Rêber Ocalan îro hem li Kurdistanê û hem jî li welatên cîhanê rastî eleqeyek mezin tê. Akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar li ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nirxandinan dikin û qimetek mezin analîzên Rêber Ocalan. Herî dawî 69 navdarên cîhanê ku xelatên nobelê girtibûn piştgiriya xwe dan Rêber Ocalan. Di mehên dawî de jî xwendina pirtûkên wî hem li welatên Ewropayê û hem jî li Kurdistanê zêde dibe.

Niha dewleta Tirkiyeyê û dewletên Ewropayê bi hevkariya hev tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin. Rêber Abdullah Ocalan 42 meh in di tecrîda giran deye. Tevî ku parêzer her hefte serî li serdozgeriyê didin jî nikarin biçin Îmraliyê. Tevî ku biraziyê wî Omer Ocalan serî li Wezîrê Dadê û Serokkomar da jî heta niha daxwaza wî nihatiye bersivandin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ji 25’ê adara 2021’ê û vir ve 405 caran seri li Serdozgeriyê dane. Malbata Ocalan heta niha 182 caran serî li Midûriyeta Girtîgehê daye. Lê belê ev serlêdan an bêbersiv hatin hiştin. Bi vê yekê dixwazin ku fikrên wî bi temamî ji cîhanê qut bikin.

Lê dijberî vê yekê pêla xwendina fikrên Rêber Ocalan li cîhanê belav dibin. Xwendina azadiyê her ku diçe li bajarên bakurê Kurdistanê belav dibe. Fikr û felsefeya Rêber Ocalan eleqeyek mezin dibîne. Endam û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên civakî, her şev li gelek bajar û navçeyan di çarçoveya çalakiyên “Xwendina Azadiyê” de li hev kom dibin û li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan nirxandinan dikin.

Kesên beşdarî “Xwendina azadiyê” dibin diyar dikin ku ji xwendin û nirxandina fikrên Rêber Ocalan hêz û moralek mezin digirin û bêtir bi têkoşîna ji bo azadiyê ve têne girêdan. Heta niha  li Amed, Wan, Êlih, Mûş, Colemêrg, Mêrdîn, Şirnex, Semûr, Riha û gelek bajarên din bi dehan civîn hatin lidarxistin. Endam, rêveber û aktîvîsên rêxistinên civakî û partiyên siyasî yên wekî TJA, DBP, DEM Partiyê amade bûn.

Beşdarên Xwendina Azadiyê destnîşan dikin ku çiqas fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fam bikin, ew qas mafê xwe nas dikin û bêtir talûkeya ku pergala modernîteya kapîtalîst li ser civakê dimeşîne dibînin. Beşdarên xwendinê diyar dikin ku ew çiqas fikr û felsefeya Rêber Ocalan fam bikin û bidin belavkirin dê ew qas karibin Rêber Ocalan azad bikin û tecrida li ser Rêber Ocalan tê meşandin bêwate bikin.

Xwîner diyar dikin ku armanca tecrîdê ew e ku fikr û felsefeya Rêber Ocalan hepis bikin, lê eger îro ew li her kolan, qad, gund, navçe û bajaran fikr û felsefeya Rêber Ocalan bixwînin û girseya li dora xwendinê zêde bikin, dê ew qas jî karibin tecrîdê bişkînin. Xwîner bibîr dixin ku tecrîd li ser fikre ye û ew çiqas karibin fikra wî jyanî bikin û texin meriyetê dê ew qas karibin xwe birêxistin bikin û li dijî hemû şerê taybet karibin bibin bersîv. Xwîned azadiya xwe di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de dibînin û bawer dikin ku xwendina azadiyê bêtir wan nêzî azadiyê dike.

Nûçeyên Têkildar