Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Xwendina bi kurdî destkeftina herî hêja ya şoreşa Rojava ye’

Navenda Nûçeyan |

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê têkildarî nexwestina perwerdeya bi zimanê kurdî ya ENKS’ê bi sernavê ‘Xwedî lê derketin, parastin û pêşvebirina nirxên şoreşa Rojava erkê sereke yê her kurdekî welatparêz û alîgirê azadiyê ye’ daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê wiha ye:

“Dagirkeran bi sedan salan ji bo bikaribin hebûna gelê kurdan ji holê rabikin, êrîşên cûrbecûr ên birin li ser ziman, nasname û çanda me, kevneşop û nirxên me meşandin. îşkence, girtin, kuştin, şewitandin, bi pişt panzeran ve kişandin jî di navê de; bi hovîtî kuştina me de tu sînor nas nekirin. Li her çar beşên welat ne tenê li cihên fermî û dibisanan, nehîştin em li malên xwe jî bi zimanê xwe biaxivin.

Bi hezaran keç û xort, jin û zarok, kal û pîr ji bo ku xwedî li hebûn û çanda xwe derketin li Efrînê, li Serêkanî û Qamişloyê, li Cizîrê û Nisêbînê, li Mehabad û Sinê, li Ranya û Slêmaniyê û li Sûrê bi hovîtî hatin qetilkirin. Ciwanên me li welatên biyanî bi destê nîjadperestên dagirker bi tewana ku ‘Kurd in û bi kurdî dipeyvin’ hatin kuştin. Çendîn caran kurdên ji ber gotina stranên kurdî hatî kuştin, bûn rojevê rojname û televîzyonan.

Lê îro dost-dijmin herkesek baş dizane; êdî kurdek li pêşberî wan heye ku doza mafê xwe dike, ji bo bi destxistina azadiya xwe amade ye berdêlane û derfetên bi destxistina mafên neteweyî û demokratîk a gelê me ku hatibûn desteserkirin jî, îro ji her demekî zêdetir e û şoreşa Rojava mînaka vê ya herî şênber e. Ji ber vê yekê dijminên me ku hebûna xwe di tunebûna me de dibînin; di serî de li Rojava, li her cihekî destketên me dikin hedef û li ser qad, bajar, navçe û gundên me ku di encama berdêlên giran de hatî azadkirin êrîşên piralî dikin.

Yekrêziya neteweyî êdî pêdiviyeke jênegere

Di rewşekî wisa de tê xwestin; xeta wî ya siyasî çi dibe bila bibe hemû derdorên kurd ên welatparêz û demokrat bikaribin di bingeha mafên neteweyî û demokratîk de xwedî helwestên neteweyî bin. Ji ber ku di mercên îro de yekrêziya neteweyî êdî ji bijareyek zêdetir, ji bo me pêdiviyekî jênegere.

Lê belê di van rojên dawî de daxuyaniya ENKS’ê ya li dibistanên herêmên girêdayî Rêveberiya Xweser vegera minhaca hikûmeta Şamê û rakirina sîstema hevserokatî, bi aşkerayî tê wateya ji dijmin zêdetir dijminatiya li hember nirx û destketên gelê kurd û gelên din ê heremê. Heman ENKS’ê ku piştî hevdîtina li gel rayedarên dewleta tirk a faşîst bi gotina; ‘Dîploma ango şehadeyê dibistanên herêma Rêveberiya Xweser li qada navdewletî ne derbasdare’ xwe weke ku paşeroja kurdan difikire nîşan bide jî ya rast ev e; bê ziman ne tenê kurd, tu netewek nikare xwedî nasname, hebûn û paşerojeke azad be.

Du rastiyên bi daxwaza ENKS’ê aşkera bûn

Ev çêkera dij-kurd û dij-demokrat ku her kêlî şoreşa Rojavayê bi gotina; hevkariya li gel hikûmeta Şamê tewanbar dikir, îro bi helwesta xwe ya li hember perwerdeya bi zimanê kurdî û bi piştgiriya xwe ya ji bo vegera minhaca rejîma Sûriyeyê du rastiyan bi hevre aşkera kir:

A yekem; ENKS ji ber ku bi tu şêweyî beşdarî pêvajoya têkoşîna şoreşê nebû û tu berdêl neda, lewma xwedî derketina destkeftên şoreşê jî wek erkê xwe nabîne û amade ye ku li ser destkeftên heyî bazariyê bike.

A duyem; Ew jî gelek baş dizane ku di serî de gelê kurd, gelên li bakur-rojhilatê Sûriyeyê dê bi tu şêweyî ne daxwaza vegera minhaca rejîmê, ne jî rakirina sîstema hevserokatiyê qebûl nekin. Ew ê jî bi van rojevên pûç bikaribe pêvajoya hevdîtinên yekitiya neteweyî biqasî ji dest tê dirêj bike, bixe warekî aloz û di encam de PYNK’ê bi têkdana hevdîtinan tewanbar bike. Bi van tevan aşkera ye ku ENKS bi vê helwesta xwe ne tenê dijî şoreşa Rojava ye, bi ewqasî jî li dijî ziman û çanda kurdî ye û bi vê pêşniyarê bi rengekî vekirî ji netewperestiya tirk, ereb û fars dixwaze ku polîtîkayên xwe yên qirkirin û bişaftinê bidomînin.

Helwesta li dijî hebûna sîstema hevserokatiyê berdevkiya dijminan e

ENKS’ê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku hebûna Sîstema Hevserokatî hin derdoran hêrs dike. Ev daxuyanî bi rengekî rasterast berdevkiya dijminan e û bi zimanê dijminên gelê kurd axaftin e. Kurd şoreşê ne ji bo vê kirin ku bila dijmin hêrs nebe. Sîstema Hevserokatî di hemû qadên xebatê ya Rêveberiya Xweser de pîvana sereke ya nûnertiya wekhev ê zayendan e û bi vê tê xwestin jin jî wek zilam bikaribe bi rengekî wekhev beşdarî hemû qadên jiyanê û erkê rêveberiyê be. Dijberiya ENKS’ê ya vê pîvana demokrasiyê, di cewher de dijberiya wî ya li hember wekheviya zayendan û xeta jina azad e.

Hemû derdor dizanin ku ruxmê dijîtiya ENKS’ê ya li hember Şoreşa Rojava û kiryarên wî yên dûrî zanebûna neteweyî û exlaqî; gelê me hevdîtina navbera PNDK û ENKS’ê bi îhtîmala ku dikare tevkariyê avakirina yekitiya neteweyî bike, destketên şoreşa Rojava xurtir bike û ENKS’ê jî bikaribe vegere nav rêza yekitiyê, erê kir. Lê xuya ye ku heta niha di sekna wî ya hevkariya li gel dijminan de tu guherîn çênebûye.

Xwendina bi kurdî ya li Rojava pêkhatina xewna bi sedan salan e

Lewma em wek Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi dubareyî destnîşan dikin ku ji dibistanên dayikê heya zanîngehê xwendina bi zimanê kurdî destkefta herî bi nirx a şoreşa Rojava ye û pêkhatina xewna bi sedan salan e. Ji ber vê ye ku îro li hemû qadên bakur-rojhilatê Sûriyeyê heta Helebê gel li hember ENKS’ê di nav çalakiyan de ne. Li ser vê bingehê em cardin bang li hemû kurdên welatparêz, derdorên azadîxwaz û rayagiştî ya demokratîk dikin ku li hember van daxwazên dijminane helwestên xwe xurtir bikin. Di heman demê de em bang li ENKS’ê jî dikin; da ku ji demek beriya din zûtir dest ji vê zimanê dij destkeftên kurd berde, ji deh hezaran şehîdên ji bo azadiya ziman canê xwe feda kirî, ji malbatên şehîdan, ji têkoşîna xeta jina azad û ji hemû gelê kurd lêborînê bixwaze.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar