Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Xwendinê bi zarokan bidin hezkirin

Di nav evqas alternatîfên teknolojîk û înternetê de gelek zehmet e ku dê û bav bala zarokên xwe bidin ser xwendina pirtûkan. Komputer, televîzyon û telefonên biaqil li pêşiya xwendina pirtûkan astengiyên girîng derdixin. Dema em li der û dora xwe mêze dikin di destê her kesê de, zarok jî di nav de telefonên destan hene. Gelek bala min dikişîne dema çend kes kom dibin her kes serê xwe di ber xwe û bala wan li ser telefonên wan ên destan e.

Mirov rojane bi saetan dema xwe li tevna civakî derbas dikin. Zarok jî herî zedê dema xwe didin lîstikên li ser telefonan an jî vîdeoyan ji bo medyaya civakî dikişînin û parve dikin.

Şert û mercên em îro tê de ne, dibe ku alternatîfên me ne gelek bin, lê dema em bi disîplîn jiyana xwe berdewam bikin zarok jî li me temaşê bikin û li gorî me xwe organîze bikin.

Di nav malê de heger di destê her kesî de telefonek hebe û bi saetan bala xwe bidin telefonan, wê demê zarok jî wan kesan ji xwe re mînak digire. Em çi dikin zarok me kopî dikin. Divê em bi vê hestiyariyê tevbigerin. Heger em bixwe bixwînin kesên derdorên me jî çav bidin me û dest bi xwendinê bikin.

Hebûna amûrên teknolojîk wek telefonên biaqil an jî gelek hişyarkerên bêserûber zarokan ji pirtûkan dûr dixin. Dê û bav hewce ye ku pir hewl bidin da ku zarokên wan pirtûkan bixwînin. Lê belê, dema ku rast nêzîk bibin, wê demê zarok dikarin pirtûkan bixwînin.

Adeta xwendina pirtûkan hewce ye ku piştî fêrbûna xwendinê bi kêfxweşî were domandin. Ji bo ku ev adet bi pêş bikeve, divê zarok bi pirtûkan re pir dem derbas bikin. Dê û bavên ku ji bo zarokên xwe pirtûkan hildibijêrin, gerek pirtûkên ji bo temen û zayenda zarokan li ber çavan bigirin. Ji bilî hilbijartina pirtûkan pêdivî bi pirtûkxaneyek di malê de jî heye. Ji bilî lîstokan gerek ji bo zarokan pirtûk were kirîn, pirtûk bi zarok re were xwendin. Xwendina çîrokan gerek di temenê piçûk dest pê bike.

Divê em zarokan ji bo xwendinê qanih bikin. Ji wan re bêjin ka bi xwendina pirtûkê wê çi bi dest bixin. Mînak, em dikarin ji wan re bêjin gava ku ew pirtûkek bixwînin, ew ê vê demê li her bûyerekê cuda binihêrin, çêtir biaxifin û pêwendiyan baştir deynin. Bi danîna pêwendiyan, zarok baştir kesên bi wan re têkiliya datînin fêm bike û xwe jî bide fêmkirin.

Zarok bila pirtûkên xwe bi xwe hilbijêrin. Hûn tenê pêşniyaran bikin, lê bihêlin bila bi îradeya xwe biryarê bidin. Heger hûn pirtûkek bala wî/wê nekişîne bigirin ew ê nexwîne.

Dema we pirtûk girt û da destê zarokan, hewl bidin hûn jî bi zarokan re bixwînin an jî kesên din hebin ji wan re bixwînin, ev moral dide kesên pirtûk dixwînin û xwendina wan bi pêş dixe.

Di xwendinê de pêwîst e mirov pirsan ji kesên pirtûk xwendiye bike û balê bikişîne ser tiştên hatine xwendin. Wek mînak, di pirtûkê de çend karekter hebûn, çi dikirin mijar çi bû? Tiştek nû fêrbûn an na?

Pirtûk dibêje, „Ez gava werim xwendin dibim pirtûk, hûn gava min bixwînin hûn ê bibin mirov.“

Gotinek japonan heye û dibêje: „Pirtûk dermanê giyanî ye.“ Em jî neynika zarokên xwe ne. Divê em  bi sînorkirina dema ku em li ber komputer, televîzyon û telefonan derbas dikin ji bo zarokên xwe bibin mînak.

Hem bixwînin û hem jî bidin xwendin.

Nûçeyên Têkildar