Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Xweparastin bi qasî nan û avê girîng e

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê her roj bi rêk û pêk li nava taxê dewriyeyê digerin, diyar kirin ku heke taxên weke keleha berxwedanê deng vedaye ev yek ji ber xweparastina wê ya xurt e û destnîşan kirin ku xweparastin bi qasî nan, avê pêwîst e.

Gelên ku bi felsefe û bîrdoziya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xwe bi rê ve dibin, li ku derê dibin bila bibin ew der dikin keleha berxwedanê. Ev yek di şerê navxweyî ya Sûriyeyê de bi awayekî vekirî hat dîtin. Kurdan bi xwe parastinê şoreşa bi pêşengiya jinan pêk anîn. Li cihê ku kurdan xwe ji hemû êrîşan parastin taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ne. Ev herdu tax tevî ambargo û êrîşên çeteyên rejîmê û dewleta tirk a dagirker jî li ser piyan e û xwe diparêze. Şêniyên taxan der barê rewşa xwe û tax»n xwe de axivîn.

Fatma Mihemed (43) diyar kir ku xweparastina erk û berpirsyariya wan a bingehîn e û wiha axivî “Eger em taxa xwe ewle  nekin, her kes dikare bi hêsanî bikeve nav. Eger em taxa xwe ewle nekin em ê nikaribin warê xwe ewle bikin. Bi ewlehiya li cihên biçûk em dikarin jiyaneke aram biafirînin. Xweparastin bi berpirsyariyê dibe. Eger Şêxmeqsûd weke keleha berxwedanê deng vedaye ev yek ji ber xweparastina wê ya xurt e. Jin, zarok, extiyar bi erka xweparastinê rabûn û bi vî rengî em gihîştin vê astê. Eger xweparastina me xurt nebûya, em ê nikarîbûna bi şerekî ewqasî giran û me yê nekarîbûya navê xwe bi berxwedanê li dîrokê binivîsandibûya. Weke şêniyên Şêxmeqsûdê me dest dan hev, xweparastina xwe bi rêxistin kir û em li ber çeteyan rabûn. Xweparastin xwedî aliyên cuda ne û jin pêşengiyê jê re dikin.”

Loqman Qadir Hisên (50) jî destnîşan kir ku xweparastin ji bo gelekî nebe nabe û ev tişt anî ziman: “Her kurdek divê kolan, tax û malbata xwe biparêze. Sîstemeke ku xwe dispêre hêza xwe şert e. Van kolanan, van taxan şahidî ji berxwedaneke bêhempa re kirin. Qelsbûna sîstema xweparastinê tê wateya tinebûna di nava şer de. Bi xweparastineke rêxistinbûyî em dikarin kolanên xwe biparêzin, pêşî li polîtîkayên şerê taybet bigirin. Xweparastina me em bi xwe ne. Lewma mirovên rêxistinbûyî dikarin xweparastina rêxistinbûyî biafirînin.”

Şîrîn Xişman (33) anî ziman ku ji sala 2018’an û vir ve li dewriyeyê digere û got, “Di berxwedana Şêxmeqsûdê de em bi pêwîstiya xweparastinê hesiyan. Ji nan û avê jî girîngtir e. Jin bi xweparastinê paşeroja civakê ava dike. Ji bo her mirovî xweparastin pêwîstî ye. Mirovekî bêyî xweparastinê nikare xweparastina civakê biafirîne. Eger ne ji Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li Şexmeqsûdê bûya, îro Şêxmeqsûd jî nedibû. Ji ber vê yekê bi şev û roj em li taxa xwe li dewriyeyê digerin.”

Wehîd Elî Sebrî diyar kir ku li gel temenê xwe yê dirêj û pirsgirêkên tenduristiyê jî ew li dewriyeyê digere û got, “Bêyî piştgiriya kesî me xweparastina xwe ava kir. Em ne li bendê ne ku ji derve hinek bê me biparêze. Weke şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê em hêza xwe ji hev werdigirin. Ji saet 20:00 heta 05:00 bi dorvegerî em li dewriyeyê digerin. Xweparastin ji bo min wezîfe ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar