Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Xweparastin ji bo hemû zindiyan jiyanî ye’

Yek ji fermandarê HPG'ê Laşer Rodî bal kişand ser girîngiya xweparastinê û wiha got: “Xweparastin ne tenê ji bo mirovan ji bo hemû zindiyan jiyanî ye.”

Yek ji fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) Laşer Rodî têkilî xweparastinê axivî.

Laşer Rodî diyar kir ku ew girîngiya xweparastinê ji hêla zanistî, sosyolojîk û dîrokî ve dinirxînin û wiha got: “Çareseriya problemên civakî encex bi bîreweriyeke kûr çêdibe. Xweparastin ne tenê ji bo mirovan ji bo hemû zindiyan jiyanî ye. Li nav hemû civakan divê motîvasyona herî pêşî xweparastin be, civak dive bikaribe parastina xwe bike. Divê bi asta cîhanî li dijî modernîteya kapîtalîst bisekine.

Civak heke yek be dikare vê pergalê hilweşîne. Heke civak bikaribe bi hev re tevbigere û li dijî kapîtalîzmê nirxên civakî biparêze, encex wê demê dikare ji zilmê xilas bibe. Hemû hêzên dijî kapîtalîzmê divê bi hev re tevbigerin. Ji ber ku problema herî mezin a mirovahiyê kapîtalîzm e. Tam jî li vir girîngiya têkoşîna hevpar dertê holê. Civak her demê ji desthilatê xurtir e. Civak parçeyî  û ne rêxistinî ye, problem ev e. Civak dema ku bi xwe bawer be pergala desthilatê nikare li ber civakê li ber xwe bide. Li vir mijara herî girîng rêxistinbûyîn e.”

Kana şerê şoreşgerî yê gel paradigmaya Rêber Apo ye

Fermandar Rodî bal kişande ser paradîgmaya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Paradigmaya Rêbertî civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan datîn ber xwe. Problemên ramanî, îdeolojîk û felsefîk bi vê çarçoweyê çareser dibin. Ev ji bo kurdan û ji bo Rojhilata Navîn jî wiha ye. Rêber Apo ev bi qasî 20 salan e ev perspektîf daniye. Çareseriya problemên ramanî, hişmendî, felsefî, îdeolojî, sosyolojî yên li nav kurdan û civaka Rojhilata Navîn di nav paradîgmaya Rêber Apo de heye. Paradîgmaya Rêber Apo parastina civak, dad, sinc û yekbûnê dike. Heke pergaleke parastinê wê were geşkirin ev encex bi paradîgmaya Rêbertî dikare çêbibe.

Rêbertî şerê şoreşgerî yê gel weke stratejiyeke têkoşînê danî. Kana şerê şoreşgerî yê gel paradîgmaya Rêber Apo ye. Weke ku di dîrokê de xuya dike şoreş encamên têkoşîna gel in. Kurd niha pergala xwe ava dikin û têkoşîneke mezin didin. Şoreşa gel encex bi xweparastinê geş dibe û bi ser dikeve. Divê kurd vê ji bîr nekin. Her cure asîmîlasyon, zext û zordarî li ser kurdan heye. Her kurd divê rastiya xwe bibîne û ji koletiyê rizgar bibe. Tekane hedef û armanca me geşkirina şoreşa Kurdistanê ye, mayindekirina azadiya Kurdistanê ye. Gelê kurd ji bo ku nirxên xwe yên civavkî biparêze divê xweparastinê zêdetir geş bike. Her ciwanê kurd bi rêbazên cuda divê li ser mijara xweparastinê xwe geş bike.”

Kurd bi têkoşînê dikarin dawî li faşîzmê bînin

Her wiha fermandar Laşer Rodî da zanîn ku kurd û gelên Rojhilata Navîn ji pêvajoyeke girîng dibihurin û axaftina xwe wiha bi dawî kirin: “Nexasim li Bakur ev pêvajoya girîng tê jiyîn. Faşîzma AKP-MHP’ê hatiye asta herî jor. Li ser civakê polîtîkaya qirkirinê heye. Li aliyê din jî têkoşîna azadiyê heye. Berxwedana partiya me û gerîla û gel zorê li desthilatê dike. Desthilata AKP-MHP’ê serdema xwe ya herî qels dijî. Bi hemû polîtîkayên xwe hê jî dixwazin peyama ’em xurt in’ didin. Bi hemû komkujî, zext û zilmê vê peyamê didin. Lê serdema xwe ya herî qels dijîn. Ji ber ê jî li pêş me rojên ronak hene.

Ev jî bi geşkirina têkoşînê dibe. Kurd, nexasim ji nû ciwan li ber polîtîkayên dijmin divê stûyê xwe xwar nekin û têkoşînê geş bikin. Divê em civakê ji faşîzma AKP-MHP’ê rizgar bikin. Ew roj nezîk in lê divê mirov têbikoşe, ked bide, bixebite. Hewe be divê mirov berdêl bide. Bi vê bingehê em bawer dikin ku her mirovê xwedî rûmet, welatparêz, her kurd bi têkoşînê dikarin dawî li faşîzmê bînin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar