Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Xweparastin, parastina welat e’

Navenda Nûçeyan |

Xetereya vîrûsa koronayê ya li ser cîhanê didome. Ji ber ku heta niha tu derman jê re nehatine dîtin, rayedar bi taybet jî ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsê bang li gel dikin ku ji malên xwe dernekevin. Vîrûs li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî her ku diçe belavtir dibe. Li gorî daneyên wezareta tenduristiyê, heta niha 131 kes bi vê şewbê mirine. Her wiha 9 hezar û 217 kes jî bi şewbê ketine.

Ji bo hişyarkirina gel jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kolan bi kolan digere û têkildarî xetereyên vîrûsê gel agahdar dike û ji bo ku ji malên xwe dernekevin, gel hişyar dike. Der barê mijarê de parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel jî li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bi dîmenekî bang li gel kir ku ji malên xwe dernekevin.

Peyama Temel wiha ye: “Ji bilî me xwedî û alîkarê me nîne. Em in alîkar û xwediynê xwe. Divê em xwe biparêzin. Ji ber ku xwe parastin parastina welat e. Guh nedin gotinê ‘Tiştek nabe û xwe netirsînin.’ Ev ne fîlmek e. Ev ne şanoyek e. Ev lîstikek jî nîne. Rewşeke pir giran heye. Xetere û talûke hatiye ber deriyê me. Gelê me yê hêja em wekî partî banga dawî dikin. Em dizanin pirsgirêkê me yên aborî jî hene. Lê tu pirsgirêk ji ya jiyanê girîngtir nîn in. Li gorî derfetên xwe erzaqên xwe bikirin. Ne diyar e ev felaket dê çiqas bidome. Ji ber vê yekê ji em erzaqên xwe bi tasarûf bi kar bînin. Dema ev felaket belav bû û mezin bû, em ê bibin alîkarê hev. Her kes cîran û derdorê xwe nas dike û dizane. Divê em derfetên xwe bi hevre parve bikin. Em tenê bi hevgirtin, piştgirî û parvekirinê dikarin ji vê felaketê xelas bibin. Ji bîr nekin ku xwe parastin, parastina welat e. Li malên xwe bimînin û dernekevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar