Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Xweparastin rêxistinbûyîna me ye’

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, tundiya li ser jinê, hedefgirtina Peymana Stenbolê û nexşerêya serdema nû ya Meclisa Jinan a HDP’ê nirxand.

Başaran diyar kir ku di hemû qadên jiyanê de êrîşên li ser jinan zêde bûne û di serdemeke wiha de kampanyaya ‘Têkoşîna jina li her derê ye’ bi rê ve birine û wiha got: “A rast ji ber vê li dijî qanûnên ku dixwazin jinê di malê de asê bikin, diyar kir ku fabrîke jî û kuçe jî qadeke têkoşînê ye û divê neyê terkirin û di vî warî de me kampanyayek da destpêkirin. Me kampanyaya xwe ji bo mehekê amade kiribû.”

Xwestin hesta tenêtiyê bişikînin

Di axaftin de Başaran anî ziman ku di pêvajoya kampanyayê de hin çalakî li dar xistine û bi kampanyayê xwestin hîsa tenêtiyê ya xwe li jinê girtibû bişikînin û wiha domand: “Her wiha me dît ku bê jin çi qasî afirîner in. Di çalakiyên xeleke morî de ji hêlekê ve bi hesta parastina tenduristiya xwe û mafên xwe, li hêla din jî bi afirîneriya xwe tevgeriyan. Me li pênc herêman meş li dar xistin. Me çalakiyên ji bo peydakirina hayjêxwebûnê û şikênandina hîsa tenêtiyê li dar xistin. Dikarim bibêjim ku jixwe di dema pandemiyê de jin pir di malê de mabûn lê me careke din jî dît ku bê kuçe çi qasî girîng e. Ev kampanya bandoreke perperokê afirand û bû sedema destpêkirina hin kampanyayên din.”

Başaran bal kişand ser hedefgirtina Peymana Stenbolê jî û wiha pêde çû: “Jixwe derê îktîdarê ne parastina jinan e. Jixwe îdiayeke wan a ku pergalake wekhev ava bikin tüne ye. Tim û tim bi malbatê ve gire didin. Erdogan di daxuyaniya xwe ya dawî de pênaseya ‘malbat-bavkaniyê’ kir. Bi ya min divê mirov li ser vê pênaseyê bisekine.”

Peymana Stenbolê destpêkek e

Başaran diyar kir ku Peymana Stenbolê bi awayekî fiîlî pêk nehatiye û niha jî bi awayekî fermî tê xwestin ji holê bê rakirin û destnîşan kir ku Peymana Stenbolê ji meseleyeke qanûnî wêdetir meseleyeke bîrdozî ye û wiha berdewam kir: “Îktîdar bîrdoziya xwe birêxistin dike. Dixwaze bendên li ber bîrdoziya xwe hemûyan hilweşîne. Yek ji van jî Peymana Stenbolê ye. Jin jî hay ji vê hene û jin jî dizanin ku dê Peymana Stenbolê bibe destpêkek. Her wiha piştî Peymana Stenbolê vê carê jî dê Peymana Jiholêrakirina Hemû Cihêkariyên Li Dijî Jinê (CEDAW) têkeve rojeva îktîdarê.”

Bertekên kolektif divê

Başaran da zanîn ku tacîz û tecawiz her diçe zêde dibin stratejiyeke şerê taybet a çanda îktîdarê ye û ev tişt anî ziman: “Bi salan e tecawiz wekî amûreke şer tê bikaranîn. Em mînakên wê yên li Tirkiyeyê dibînin. Salên 90’î, pêvajoya dorpêçkirin. Herî dawî em li Şirnex û Batmanê bûn şahid. Bi rojane mirov dengê xwe bilind dikin lê gava kiryar biunîforma be hincet tên nîşandan. Gava biunîforma be pêşiya hemû mekanîzmayan tê girtin. Jixwe gava jin ji aliyê kesên ku hêza dewletê ne li pişt wan e tên îstîsmarkirin, tacizkirin û bi tundiyê re rû bi rû dimînin hemû derî li ser wan tên girtin. Li hêla din jî hewldanine sergirtina bûyerê heye. Ev aşkerabûna siyaset tê kirin bixwe ye. Gelek bûyerên ku em pê nizanin hene. Çend bûyerên ku em pê nehasiyane û bi gefaxwarinan hatine tepisandin hene? Gulistan Dokû ev demeke dirêj e winda ye. Ma qey ev tesaduf e? Teşwîqkirineke bi polîtîkaya bêcezatiyê heye. Loma divê tevgerên jinan ên Tirkiyeyê jî bertekeke kolektîf nîşan bidin.”

Başaran ji bo nivîsa Gultan Kişanakê ya ku ji HDP’ê re şandibû û gotibû ‘A dikeve ser milê HDP’ê divê li dijî serdestiya mêrî, têkeve nava lêpirsînek mezin û kampanyayeke dawerivandinê bide destpêkirin’ got ku ev nivîs ji bo wan nivîseke pir biqîmet e û nivîseke ku divê ew pirsa ‘Divê em çi bikin?’ ji xwe bikin.

‘Em ê rêxistinbûyîna xwe xurt bikin’

Her wiha Başaran diyar kir ku dê Meclisa Jinan a HDP’ê di serdema nû de ji bo xurtkirina rêxistinbûyînê bêtir bixebite û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em baş dizanin ku hêza me ya herî xurt a xweparastinê, rêxistinbûyîna me ye. Em baş dizanin ku li dijî hemû êrîşan divê em xweparastina xwe pêk bînin û rêxistinbûyîna xwe xurt bikin. Em ê hewl bidin ku bertekên li dijî hedefgirtina Peymana Stenbolê birêxistin bikin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar