Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Xweparastin tê çi wateyê?

Em ji bîr nekin; çi jin çi jî mêr ji bo her kurdek erka xweparastinê tê wateya şervaniya azadiyê ya perwerdekirî û rêxistinbûyî

Selahattîn Erdem |

Di dema zêdebûna êrîşên qirker-faşîst ên hundirîn û derve de, mijareke ku herî zêde dikeve rojevê û tê nîqaşkirin, maf an jî erka xweparastinê ye.

Pênaseya ‘parastina rewa’ berê bi vî rengî dihate nîqaşkirin. Şerê ku ji bo parastina azadî û hebûnê dihate meşandin, bi vî rengî dihate rewakirin. Gelo ji hebûnê û jiyana azad bêhtir tiştekî rewa heye?

Pênaseya parastinê bi xwe tê wateya rewabûnê. Ji ber ku zerarê nade kesî, hebûn û jiyaneke azad misoger dike. Eger pêwîstiya rewatiyê bi pênaseyekê hebe ew jî pênaseya ‘êrîşê’ ye. Ji ber ku zerarê dide hinekan.

Niha jî dema pênaseya ‘xweparastinê’ tê nîqaşkirin, bi heman rengî mafdarî yan jî neheqî dikeve rojevê. Ser meselê qala ‘mafê xweparastinê’ tê kirin. Gotineke bi vî rengî gelo çiqasî rast e? Pênaseya ‘xwe’, mîna ku nav li ser e, pêwendiya xwe bi xwe heye. Yanî eleqeya xwe bi kesekî din nîne. Parastin jî ji xwe rewa ye, lewma mafdar e.

Wê çaxê, xweparastin bi xwe tê wateya mafdariyê. Lewma pêwendiya xwe bi neheqiyê nîne. Tê wateya parastina hebûn û azadiyê, misogerkirina ewlehiya xwe.

Hingî peyva ‘xweparastin’ têrê dike. Ev peyv bi xwe rewatî ye, mafdarî ye. Jê jî wêdetir ger em dixwazin pênaseya xweparastinê xurtir bikin, divê em vê yekê ne bi pênaseya ‘mafdariyê’ lê belê bi pênaseya ‘erkê’ bikin. Yanî em qala mafdariya xweparastinê nekin, divê em qala erka xweparastinê bikin.

Ji ber ku sîstemên desthilatdar û dewletê, erkeke bi vî rengî bi bindestan, bi civakan dane jibîrkirin. Ji ber gel, neteweyên ji aliyê emperyalîzma kapîtalîst ve hatine talankirin, erka xweparastinê ji bîr kirine. Siyaset û zîhniyeta serweriya mêr, erkê xweparastinê bi bindestan, bi taybetî jî bi jinan daye jibîrkirin. Ev beşên civakê hemû têgihiştina wan hatine berevajîkirin, rêxistiniya wan hatine belavkirin, ketine rewşeke welê ku nikaribin xwe biparêzin, lewma bûne êsîrê koletiyê.

Wê demê xweparastin ji mafekî bêhtir, wezîfeya herî zindî ye, erka jiyana azad û hebûnê ye. Hebûnek xwedî hişmendî, rêxistinî û çalakiya xweparastinê dikare xwe biparêze, dikare bi rengekî azad bijî.

Xweparastin pêwendiya xwe bi hebûnê, bi jiyaneke azad heye. Hebûneke ku xweparastina xwe nîne, nepêkane ku karibe xwe biparêze û bi rengekî azad bijî. Tenê dikare bi rengekî koletî bijî û di demeke kurt de tune dibe.

Aşkera ye ku em qala pênaseyeke bingehîn a jiyanî dikin. Mîna xwedîkirin û zayînê, yek ji sê pîvanên bingehîn ê hebûnê ye. Pîvana sereke ya jiyana azad e. Xweparastin nebe, jiyan azad nabe. Yanî tenê bi misogerkirina ewlehiya xwe, bi xweparastinê jiyana azad a hebûnê dibe. Hebûneyên ku ewlehiya xwe bi hinekan ve hiştine, heta ku hebe wê kole be.

Li aliyê din, navê pênaseyê ji xwe li ser e; xweparastin. Yanî ya tê kirin parastin e. Baş e ev parastin li dijî kê ye? Aşkera ye ku li dijî êrîşê ye. Yanî ger li cihekî pêwîstî bi parastinê hebe, hingî li wir metirsiya êrîşê heye. Parastin ji bo şikandin û bêbandorkirina êrîşê ye. Dawiya dawî ev herdu jî pênaseyên leşkerî ne, pêwendiya xwe bi şer heye. Wê demê pênaseya ‘parastinê’ ya di xweparastinê de pênaseyeke şer e. Lewma karê xweparastinê karê şer e, karê têkoşînê ye.

Me li jorê diyar kiribû ku gotina ‘xwe’ mirov bi xwe îfade dike. Wê demê xweparastin, parastina xwe ye. Tê wê wateyê ku parastina xwe ji kesî re nahêle. Eger em parastinê jî weke şer, rewşa parastina li dijî êrîşekê pênase bikin, hingî çalakiya xweparastinê dibe şer, têkoşîna xweparastinê.

Yanî dawiya dawî xweparastin pênaseyeke leşkerî ye, pêwendiya xwe bi şer heye û li dijî her cûre êrîşan parastina hebûnê ye, bidestxistina azadiyê ye, şerê bi hêza xwe ye. Bêguman ji bo vê jî pêwîstî bi perwerde, rêxistiniyeke xurt heye. Amadekarî jê re divê.

Baş e em van hemûyan çima ewqasî bi detay vedibêjin? Ji ber ku bi rengekî li wateya wê tê, bi rengekî rast nêzîkatî li pênaseya xweparastinê nayê kirin, an jî nayê nîqaşkirin. Beriya her tiştî weke erkekî nêzîkatî li xweparastinê nayê kirin û bi vî rengî nayê vegotin. Bi vî rengî ev erka bingehîn a ji bo hebûn û azadiyê pêwîst e, tê xumamîkirin. Bi kurtasî ji rastiya xwe tê dûrxistin.

Li aliyê din, xweparastin tenê weke rewşeke mafdariyê tê nirxandin û ji rastiya wê ya têkoşînê tê derxistin. Lewma gotin dikeve şûna çalakiyê, propaganda dikeve şûna şer. Tê gotin, ‘madem xweparastin mafek û rewşeke mafdar e, wê demê bi gotina xweparastinê dikim, ez ê pêwîstiya wê bi cih bînim’. Bi gotina ‘Ez mafê xwe yê xweparastinê bi kar tînim’ jê heye ku hebûn û azadiya xwe diparêze. Bi pûçkirina naveroka pênaseyê, rewşeke gelekî xerab a xwexapandinê tê afirandin.

Di encama vê yekê jî xweparastina ji bo hinekan tenê dibe gotin, ji bo hinekan tenê dibe propaganda, ji bo hinekan tenê dibe tiştekî ku divê bê xwestin, ji bo hinekan jî dibe rewşeke welê şaş ku dema bê bilêvkirin wê her tişt pêk were.

Li ser bingeha pênaseya xweparastinê li ser cewher û naveroka wê nîqaşek nayê kirin. Xweparastin ku li hemberî zor û zehmetiyên faşîst weke ‘rizgarker’ tê fêhmkirin, nayê zanîn ku bi esasî şer e yan jî tê nixumandin. Lewma rewşa heyî ya nîqaşê çareseriyekê neafirîne. Jê jî wêdetir bi nîqaşkirinê dibe ku bê bêbandorkirin.

Bêguman divê ev hemû bên sererastkirin, pênaseya xweparastinê rast bê fêhmkirin û di pratîkê de bi cih were anîn. Girîng e ku xweparastin ji bo hebûnê û jiyana azad weke şertekî nebe nabe bê dîtin, berpirsyarî û erka xweparastinê di pratîkê de bi cih were anîn û bi ser bê xistin. Divê bê fêhmkirin ku li dijî her cûre êrîşên li ser hebûnê û jiyana azad şerê xweparastinê bê kirin, bi vî rengî mirov xwe bike mîna şervanekî.

Em ji bîr nekin; çi jin çi jî mêr ji bo her kurdek erka xweparastinê tê wateya şervaniya azadiyê ya perwerdekirî û rêxistinbûyî.

Ji bo her jineke xwedî hişmendî û têgihiştina azadiyê, erka xweparastinê tê wateya şervaniya azadiyê ya jineke wêrek. Ji bo her ciwanekî ku di bin serweriya faşîst-qirker û modernîteya kapîtalîst de paşeroja xwe tê tunekirin, xwe parastin tê wê wateyê ku ji serî heta binî xwe bike şervanekî azadiyê.

Bêguman ji bo vê jî pêwîstî bi hişmendiyeke rast, rêxistinyeke xurt, wêrekî û fedakariyê heye. Perwerde, xwexurtkirin û pratîk divê. Timî bi hesta berpirsyariyê divê şerê hebûn û azadiyê bê meşandin.

Di vê serdemê de pêwîst e erk û şervaniya xweparastinê li ser vê bingehê bê nîqaşkirin û encamên rast jê bêne derxistin. Bêguman nîqaşkirin û têgihiştin tenê têrê nake; divê hişmendî bê birêxistinkirin û veguhere çalakiyê.

Baş e, pêwîstiyeke bi vî rengî tê çi wateyê? Aşkera ye ku tê wê wateyê; her welatparêz û demokratekî têgihiştî li dijî faşîzm, mêtingerî û qirkirinê xwe bike şervanekî azadî û demokrasiyê.

Tê wê wateyê ku hêza xwe bi temamî seferber bike û ji bo her roj derbê li faşîzma AKP-MHP’ê bixe, çalakiyan bike. Divê dest ji şoreşgerî, demokratî û welatparêziya ku li hemberî faşîzmê tenê diaxive, daxuyaniyê dide û çalakiyên girseyî dike bê berdan, divê li dijî êrîşên topyekûn ên faşîzma AKP-MHP’ê di asta xweparastinê de tevbigere.

Mirovên azad ew mirov in ku xwe diparêze. Civaka azad ew civake ku bi xweparastinê dijî.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar