Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Xwepêşandanên li Îran û Rojhilat: Jin pêşengtiyê dikin

Xwepêşandanên li parêzgeha Xuzistanê ya Îranê di roja 13’an de didomin. Xwepêşandan roj bi roj belavî bajarên din ên Îran û rojhilatê Kurdistanê dibin. Li gelek bajaran jin pêşengtiya xwepêşandanan dikin

Navenda Nûçeyan |

Li parêzgeha Xuzistanê ya Îranê xwepêşandanên ku ji ber bêavî û bêxizmetguzariyê 15’ê tîrmehê destpêkiribûn, di roja 13’an de ye.

Tevî qutkirina xetên înternet û ceyranê, xwepêşandan ji bilî Xuzistanê, li başûrrojavayê Îranê, Tehran, bajarên navenda Îran û rojhilatê Kurdistanê dewam dikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin şevê din xwepêşander li bajarên parêzgeha Xuzistan, Şadgan, Mahşer, Abadan daketin qadan û ciwan li dijî êrîşên hêzên rejîmê rêyan bi bendan girtin. Tê gotin ku ciwan di nava taxan de belav bûne û rê nadin hêzên rejîmê xelkê binçav bikin.

Ragihandina muxalefetê ya Îranê dibêje ku heya niha zêdetirî hezar kes ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Çavkaniyê ragihand ku kesên têne binçavkirin, rastî îşkenceyê tên.

Li gorî dîmenên li ser medyaya dîjîtal belavbûne, duh bi şev xelk li Gewherdeşt ya Kerec a girêdayî parêzgeha Elburzê, bi pêşengiya jinan daketina kolanan û dijî rejîmê nerazîbûna xwe anîne ziman. Gelek wêneyên Xamneyî di nava kolanan de hatine şewitandin.

Xelkê Esfehan jî bi heman awayî bi dirûşmeya ‘Esfehan Xuzistan, yekîtî yekîtî’, daketine kolanan û piştgiriya xwe ji bo xelkê Xuzistan anîne ziman.

Li Tehranê  jî, ciwan û jinan gelek taxan çalakî lidarxistin û bê navber dirûşemeya ‘Ji dîktatoriyê re neman’ qêriyan. Li bakurê Îran parêzgeha Gulistan jî piştî ceyran hat birîn, xelk daketin kolanan û bi rawestandina wesayîtan, rê li trafîkê girtin.

Li gorî agahiyên ji herêmê bi dest ketine, duh li taxa Derdirêjî ya bajarê Kirmaşanê, ciwanan rê li trafîkê girtine û dijî desthilatê nerazîbûna xwe anîne ziman. Heman çavkaniyan ragihand ku duh li Kirmaşanê 20 kes bi hinceta tev li xwepêşandanê bûne, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Çavkaniyek ji Îlama rojhilatê Kurdistanê ji ajansa Rojnewsê re axivî, ev tişt anî ziman: “Duh bi şev li bajarê Eywanê xelk daketin kolanan û dijî desthilatê nerazîbûna xwe anîn ziman. Welatiyan li ser rêya sereke ya bajêr siyaseta desthilata Îranê şermezar kir. Duh li bajarê Awdananî ya parêzgeha Eywanê jî xelk dijî nebûna ceyranê li ber derê avahiya ceyranê ya bajêr nerazîbûna xwe anî ziman.”

Hat ragihandin ku hêzên rejîmê bi seyareyên zirxî û hejmarek zêde li taxên ku xwepêşandan çêdibîn belav bûne, mal bi mal digerin û kesên tev li çalakiyan bûne binçav dikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar