Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Xwepêşandanên li Îranê derbasî qonaxa şoreşê bûne’

Endama Rêxistina Kurdistan a Hizba Kominîsta Îranê (Komele) Kanî Kerempur serhildana gel partiyên kurd ên Rojhilat nêzî hev kiriye û navendek hevbeş ji bo yekdengî û yekhelwestiyê hatiye avakirin.

Endama Rêxistina Kurdistan a Hizba Kominîsta Îranê (Komele) Kanî Kerempur derbarê xwepêşandan û serhildanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê yên li dijî rejima Îranê, her wiha rola hêzên kurd ên Rojhilat û giringiya yekitiya wan a divê pêvajoyê de ji Rojnews re axivî.

Kanî Kerempur di destpêkê de îşaret xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê kir û got: “Em van xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistanê wek şoreş binav dikin. Hinek destkeftên mezin bi destve aniye, niha dengê kurdan gihiştiye hemû Îran û cîhanê. Komara Îslamî ya Îranê bi dirêjahiya temenê xwe ji bo berdewamî bi desthilata xwe bide hertim dubendî û nakokiyan xistiye navbera netewe û baweriyên cuda yên li Îranê. Lê bi vê şoreşê ev siyaseta wan bi serneket, niha ji Tebrîz û Tehranê piştgiriya kurdan tê kirin û daxwaz û dirûşmên wan heman in.”

‘Serhildan derbasî qonaxa şoreşê bûye’

Kanî Kerempur îşaret bi destkeftiyên heyî jî kir û wiha domand: “Yek ji destkeftiyên mezin ew e ku jinan yasaya kefîkirina neçarî hilweşandine. Îro jin îradeya xwe bi serxistine, dirûşmên mirin ji bo Xamneyî û Komara Îslamî ya Îranê dibêjin. Dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dikin. Wê êdî jinên Îranê venegerin qonaxa beriya qetilkirina Jîna Emînî û wê zordariyê qebûl nekin. Êdî ev yek ji serhildanê derbasbûye, bûye şoreş û dengê şoreşê li hemû cadeyên Îranê deng dide.”

‘Gelên Îranê ne rejima niha ne jî ya berê dixwazin’

Derbarê destwerdanên alîgirên Şahê berê yê Îranê ya li ser xwepêşandanan jî Kanî Kerempur got: “Kesek tiştek rijandibe û avêtibe, wê nikare carek din wê tiştê komî serhev bike. Kurê şahê berê yê Îranê û alîgirên wê ala ‘Şêr û Xurşît’ a xelkê Îran û rojhilatê Kurdistanê avêtine, yek ji dirûşma xwepêşandanan ew e ku dibêjin ‘me ne şah ne jî rêber’. Yanî ne ev rejim ne jî rejima berê. Gelên Îranê carek din heman xeletiya dîrokî dubare nakin.”

‘Pêwîste gel li beramberî plan û projeyên dewletên serdest hişyar be’

Di dewamê de Kanî Kerempur derbarê destwerdana dewletên serdest de jî wiha axivî: “Divê gel li beramberî plan û projeyên dewletên serdest û sermayedar ên wek Amerîka ku tu planek wê ji bo ruxandina Komara Îslamî nîne, hişyar be. Dewletên serdest dixwazin desthilata heyî di hin reforman re derbasbikin û bixin di jêr kontrola xwe de. Yanî ne ji ber gelên Îranê li dijî vê desthilê ne. Tenê ji bo berjewendiyên xwe ne.”

‘Hêzên kurd ên Rojhilat nêzî hev bûne’

Endama Rêxistina Kurdistan a Hizba Kominîsta Îranê Kanî Kerempur derbarê helwesta hêzên rojhilatê Kurdistanê de jî got: “Niha ji ber van xwepêşandan û serhildanên gel hêzên kurd ên rojhilatê Kurdistanê nêzî hev bûne. Navendek hevbeş ji bo yekdengî û yek helwestiyê avakirine. Her wiha li ser wê yekê lihevkirine ku divê qonaxê de tu behaneyek nedin dest rejima Îranê da ku komkujiyan li ser gel pêkneyîne. Her wiha ji bo kurd xwe ji netewe, pêkhate û baweriyên din cuda nekin. Ev yek wê rê li ber rejimê veke rojhilatê Kurdistanê veguherîne leşkergeh û li hemû bajarên kurdan xwîn birêjîne. Wekî ji beriya niha çawan êrîşê ser baregehên hêzên Rojhilat ên li dervey sinor kir.”

‘Her projeyek di berjewendiya gel de be em piştgiriyê didinê’

Di dawiyê de jî Endama Rêxistina Kurdistan a Hizba Kominîsta Îranê Kanî Kerempur, têkildarî pêşniyara PJAK’ê ya ji bo lidarxistina konferansek netewî di navbera partiyên rojhatilê Kurdistanê de got: “Her proje û bangek ku bikare daxwazên gel gavek ber bi pêş de bibe û di berjewendiya gel de be, em piştgiriyê didinê û tev li dibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar