Lîstika şerê taybet ê qirêj vala derket

Nêzî mehek berê nûçeya mirina Devlet Bahçelî di çapemeniyê de derketibû. Ev nûçe ji aliyê MHP’ê ve hat derewandin. Lê tevî vê nûçeyê jî...

Hevdîtinên li Îmraliyê

Çend meh in nîqaş hene ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re tên kirin. Hevdîtinên dewletê yên bi Rêber Apo re bi salan...

Pazar - 17 Kasım 2024

Xwepêşandanên li Iraqê dewam dikin

Di 1’ê sibatê de serokkomarê Iraqê Berhem Salih bi awayek fermî Mihemed Tofîq Elawî ji bo pêkanîna Hikûmeta Iraqê erkdar kir. Li gorî destûrê jî pêwîst e di nava 30 rojan de hikûmet were avakirin. Tevî erkdarkirina Elawî ya ji bo pêkanîna hikûmetê jî, li Iraqê xwepêşandan nesekinîn. Xwepêşanderên li Iraqê erkdarkirina Elawî red dikin û xwepêşandan jî dewam dikin.

Li bajarê Nasriye, du roj e hêzên ewlekarî û alîgirên Sedir hewl didin xwepêşandêran belav bikin. Lê xwepêşandan dewam dikin û îro jî bi hezaran kes daketin qadan.

Li gorî nûçeya Sumernewsê, xwepêşandêran li bajarê Nasriye, Pira Nesir, Hezarat û Zeytûnê li trafîkê girtine. Ji bilî bajarê Nasriye, li bajarên din ên Iraqê jî xwepêşandan dewam dikin. Xwepêşandêr dijî erkdarkirina Elawî derdikevin.

Xwepêşandêrên li Bexdayê bang li hemû xwepêşandêrên din ên Iraqê kir da ku xwepêşandanên xwe dewam bikin. Li gorî medyaya Iraqê, duh di xwepêşandanên dijî Elawî de, 5 kes li bajarên cûda yên Iraqê hatine kuştin.  Her wiha tê gotin ku 3 xwepêşandêr jî birîndar bûne.

Her wiha li parêzgeha Babilê jî xwepêşandan pêk hatin, lê li wir xwepêşandêr û alîgirên Muqtedir Sedir hatin beramberî hev. Piştî wê hêzên ewlekariyê herdu aliyan ji hev cûda kirin û xwepêşandan li ber derê avahiya walitiya Babilê pêk hat.

Li gorî rêjeya dawî ya komîsyona Mafê Mirovan a li Iraqê, hejmara xwepêşandêrên li Iraqê hatin kuştin, gihiştiye 556 kesan.

Ji bilî xwepêşandanan, parlamenterê îtilafa Nesir Şakir Cewdet di daxuyaniyek çapemeniyê de axivî û got ku Elawî soz daye ku ew di nava 2 heya 3 hefteyan de kabîneya nû pêkbîne. Tevî hemû hewldanan jî li Iraqê xwepêşandan dewam dikin. BEXDA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar