Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Xwepêşandêrên li Sêmalkayê: Ji îxaneta PDK’ê re êdî bes e

Çalakvanên li ber deriye Sêmalkayê din av çalakiyan de ne, helwestên xwe li dijî nêzîkatiyan PDK û hikûmeta Başûr dan û gotin ku ji îxaneta PDK’ê re êdî bes e

Navenda Nûçeyan |

Dewleta tirk a dagirker piştî têkçûna xwe ya li Garê ji 23’yê Nîsanê ve êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Ruxmî hemû teknîka pêşketî ya şer jî heya niha bi ser neketiye. Ji ber wê jî zêdetirî 323 caran çekên kimyewî yên qedexekirî li dijî gerîlayanên Kurdistanê bikar aniye.

Hêzên taybet ên PDK`ê jî li kêleka dewleta tirk a dagiker ev demeke dirêj e êrîşî gerîlayên Kurdistanê dikin û kemînan li dijî wan datîne. Hêzên PDK’ê 26’ê tîrmehê li herêma Xelîfanê komeke gerîla xist kemînê û 3 gerîla şehîd kirin. Ruxmî helwestên gelê kurd ên tund jî hêzên PDK’ê dîsa di 28-29’ê tebaxê de kemîn li hember komeke gerîlayan danî. Di encamê de 5 gerîla ku di nav de şehîd Tolhildan Raman û Şehîd Serdem Cûdî yên ji rojavayê Kurdistanê jî hebûn, şehîd bûn. Gerîlayek bi birîndarî dîl hat girtin û gerîlayekî jî bi saxî xwe gihand hevalên xwe.

Lê piştî vê bûyerê dîsa hêzên taybet ên PDK’ê 25’ê cotmehê li derdora gundê Dêreşê yê Amêdiyê ya başûrê Kurdistanê kemîn danî û gule li gerîlayan reşandin.

PDK û hikûmeta başûrê Kurdistanê ji bo radestkirina cenazeyên Tolhildan Raman û Serdem Cûdî astengiyan derdixin û cenazeyên her du şehîdan rehîn girtine.

Li dijî vê nêzîkatiya PDK’ê û hikûmeta Başûr, çalakiya Meclisa Malbatên Şehîdan li dergeha Sêmalka ji 5’ê cotmehê ve dewam dike û daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin.

Rojanê tevlêbûn û piştgiriya çalakiya konvedanê zêde dibe. Bi sedan şênî her roj tev li çalakiyê dibin û nêrazîbûna xwe li dijî sekna PDK’ê nîşan didin. Dayik û malbatên şehîdan ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan hewl didin derbasî başûrê Kurdistanê bibin lê ji aliyê PDK’ê ve tên astengkirin.

PDK xwe bi dijmin re girê daye

Têkildarî mijarê çalakvanên Sêmalkayê axivîn û diyar kirin ku PDK xwe bi dijmin re girê daye û gotin ku li dijî îradeya gelê kurd disekine.

Çalakvanan dan zanîn ku gerîla ji bo hemû parçeyên Kurdistanê ne û ev tişt anî ziman: “Dema DAIŞ derbasî Başûr bû yên ku li dijî DAIŞ’ê sekinîn, hêza gerîla bû. Dema zarokên me ji aliyê hêzên kurdî ve tên şehîdxistin, du caran agir bi dilê me dikeve. Dijmin em parçe kirine, PDK jî heman siyasetê dimeşîne. Em lanetê li hevkariya wan a bi siyaseta dijmin re dikin. Her wiha heya em cenazeyên şehîdên xwe negirin, em vê çalakiyê bi dawî nakin. Ji Mesûd Barzanî re êdî bes e. Îro em li vir çalakiyê xwe dikin lê Nêçîrvan Barzanî diçe ser maseya Erdogan û destên wî digire. Dê heya kengî xiyanetê bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar