Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Xweseriya demokratîk maf e, ne sûc e’

Di doza Nisêbînê ku ji hev hatibû veqetandin de daneşîne 2 girtiyên hat dîtin. H.B. ku derket pêşberî dadger, diyar kir ku îfadeyên ku derbarê wî de hatine dayîn bi îşkenceyê hatine girtin û got ku xweseriya demokratîk maf e, nabe sûc e

Di 26’ê Gulana 2016’an de dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, 17 jê zarok 70 kes hatibûn girtin û doz li wan hatibû vekirin. Daneşîna girtiyê zarok H.B. û Mahsûn Çay ku doza wan ji hev hatibû veqetandin, li 4’emîn Dadgeha Giran a Mêrdînê hat dîtin. Daneşînê bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir.

Destpêkê daneşîna H.B. hat dîtin. H.B. û parêzerê wî Azad Yildirim tev li daneşînê bûn. Heyeta dadgehê ku li bendê ye biryara xwe aşkera bike, daxuyanî û belgenameyên ku li dosyayê hatibûn zêdekirin xwend û mafê axaftinê da parêzer Yildirim. Yildirim ji bo lêkolînkirina daxuyaniyan daxwaza demê kir.

‘Di dosyayê de delîlên şênber tunene’

H.B. di parastina xwe de diyar kir ku ji bo piştgiriya daxwaza gelê Nisêbînê li navçeyê bûye û wiha got: “Daxwaza Xweseriya Dmeokratîk maf e û nikare sûc bê hesibandin. Kesên derbarê min de îfade dane di bin îşkenceyê de îfade dane. Min çek bikar nanî. Kesên îfade dane jî diyar kirin ku îfadeyan bi zorê bi wan dane îmzekirin. Di dosyayê de tiştekî şênber nayê dîtin.”

Heyeta dadgehê daxwaza parêzer Yildirim qebûl kir û ji bo sibê dîsa berdewam bike navber da daneşînê.   

Tevlibûna SEGBÎS’ê red kir

Pişt re daneşîna Mahsun Çay hat dîtin. Çay li Girtîgeha Xarpêtê bi SEGBÎS’ê tev li daneşînê bû. Parêzerê wî jî di daneşînê de amade bû. Di daneşînê de dozgeriyê di mutalaaya navberê de xwest ku girtina Çay bê berdewamkirin. Parêzerê Çay tehliye muwekîlê xwe xwest. Çay jî beraata xwe xwest. Çay diyar kir ku naxwaze bi SEGBÎS’ê tev li daneşînê bibe û dixwaze li eywana dadgehê parastina xwe bike.

Heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina Çay da û daneşîna wî taloqî 31’ê çileya 2020’an kir.  MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar