Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xweşikî çi ye?

Medenî Îlhan

Roj bi hemû xweşiktiya xwe li asîman xuya dike, her zindiyek para xwe ji vê xweşiktiyê digire. Xweşiktî bê dawîtiyek e. Çend kes li virin û bi amûrên ku di destê wan dene dengek xweşik û ruhek bêhempa li derdor belav dikin.

Xweşiktî çiye? Xweşiktî ew çûkên li serê darekê ne yan jî ev lawirên derdora me ne? Yan jî ew stêrkên di reştariya şevê de dibiriqîne? Yan ew di xweşiktiya jinek ciwan yan jî zarokekê de ye? Yan jî bûna xwedî rûyekî zelal e? Eve xweşiktî? Em hertim pey xweşiktiyê dikevin wê demê divê em van pirsan rast ji xwe bikin. Ji ber ku xweşiktiya li ser rûyê jinekê yan jî zilamekê hatiye rewşeke pir girîng. Dibe ku em ewqasê di hindirê xwe de belav, qirêj û nexweşik mane ku em ewqasê hertiştî ji hev parçe dikin û giştîbûnê nabînin? Em bi giştî jiyan nakin û xweşiktiyê di wêneyê kesekê de, helbesta kesekê de, tabloya kesekê de dibînin. Wê demê xweşiktî çiye? Ew heskirine, zewqeke, her kêlî hestek cuda ye, darek, çûkek, kevirek, avek, stêrkeke xweşiktî? Dema em çavdêriya vana dikin û wana dibînin bêyî em wana bînin ziman wê çi bibe? Bêdengiya lawirekê, bilindahiya çiyayekê, heyîna zarokekê hemû êş, bendewarî, pirsgirkên me ji holê radike. Wê kêliyê tenê em dimînin. Weke zarokan me jî hinek pêlîstok ji xwe re dane çêkirin; karên me, dînên me, siyasetmedarên me, daxwazên me, bendewariyên me, hêviyên me… evane me zuha dikin, dema evane ji me tên girtin, dikevîn nava jiyanek bêaram de û ji rewşa ku têdene revek destpê dike. Wê demê dema em tune dibin xweşikî xwe dide der. Hemû aliyên me yên bi guman, bêbawerî, bêdûzenî, bêheskirin jiyan dikin û ev dibe sedem ku em ji cewherê xwe dûr bikevin.

Çawa ku mirov çavdêrî dike, temaşe dike, destlê dide, ne tenê li çukan yan jî mişîna avekê, heman demê de gotinên ku em kartînin, hestên ku em hîs dikin jî bikarin guhdarî bikin. Evane giştî nîşaneyên hişê mene. Wana guhdarî bikin, serde neçin, kontrol nekin, mezin nekin, tenê wana guhdarî bikin. Hest guhdarî kirin nayê wateya ku hûnê bikevin bin bandora wê de yan jî teslîmî wana bibin. Tenê carekê çavdêrî bikin hûnê bibînin çawa hişê we hertim şiyar dimîne. Bi vê re wê tevahî organizmaya laşê mirov şiyar, zindî, jîr û çalak bimîne. Dibe we heya niha qet girîngî nedabe bedena xwe û we guhdariya wê nekiribe. Weke ku we cara yekem be xwarinek bi keyfa xwe dîtibe êrîşî bedena xwe dikin û ev rewş weke rewşeke mekanîkî lê kirine. Hişê me jîrtiya xwe ji dest daye. Behremendiya xwe ya çavdêrî kirinê winda kiriye. Çavdêriya ku bêyî destkarî lê bike, tenê rewş şopandin û çareserkirinê. Xwe weke heyî bibînin, bi vêre wê zêhna we xwe li cihek din nede. Zêhneke wisa dema temaşeyî çukekê, pelê darekê, mirovekê dike, wê zindî dibîne û heskirinekê jê digre. Zêhna bûyî xwedî heskirineke wisa hem bûyerên hindirîn de hem jî yên ji derve de diqewime di asteke bilind de şiyar tevdigere. Zêhna me dibe xwedî jîrtiyekî bêdawî, şiyartiyekî çalak, jîr û xwedî azadiyekî jiyanî. Em xweşiktiyê dixwazin? Ger em rastî wê dixwazin wê demê divê em şoreşekê bidin destpêkirin.

Hemû têgînên xwe, nirxên xwe, exlaqê xwe, zanista xwe, pileya xwe ji dest bidin. Wê ev bibe şoreşeke ku êdî kesayeta we ya sixte nemîne, êdî lêgerîna we ya pey hêzê, hikum dayînê, êrîşên we ji holê rake, hûnê tişta ku pêkhateya we jê çêbûye xilas bibin. Li kêleka vê bibin xwedî xweşiktiyek bê dawî ya ku ji êrîşkirin, xirabkirin, talankirin, nefret kirinê dûrketî. Ev nûbûne. Ji bûna vê pêwîstî bi zanist û perwerdê tune, bûna xwedî jîrtiya xwe ya gerdûniye. Ev jîrtî tu şiyar bî yan jî di xew de bî jî ew kar dike, tu sînor û astengiyan nasnake. Ji ber ku ew heqîqeteke xwezayî ye. Ji bûna vê çavdêriya rast ya hindirîn û ji derve de pêwîste. Bi çavdêrîkirina xwe, ji dervehiya xwe didî xuluqandin. Mejiyê me êdî dibe xwedî bêdengiyek bê êrîşkarî. Ew saf û paqij dimîne. Xweşiktî hebûnekî girêdayî rastiyê ya kesî ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar