Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xwestin aqûbeta windayan bê aşkerakirin

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan li Stenbol, Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û kiryar bên darizandin çalakiyên xwe yên heftane li dar xistin. Di çalakiyan de Xizmên Windayan xwestin aqûbeta windahiyên wan bên aşkera kirin

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û kiryar werin darizandin di hefteya 756’emîn de çalakiya xwe li ber avahiya Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Stenbolê li dar xist. Li gel malbat û xizmên windayan di çalakiyê de nûnerên saziyên civakî û siyasetmedar jî amade bûn. Vê hefteyê ji bo Abdulmecît Baskin ê midûrê nifûsa navçeya Altindaga Enqereyê bû û d 4’ê cotmeha 1993’an de hat binçavkirin û di 2’yê mijdara 1993’an de cenazeyê wî hat dîtin daxwaza edaletê kirin.

Daxuyaniya vê hefteyê Dayika Şemiyê û Endama ÎHD’ê Sebla Arcan da. Arcan da zanîn ku 756 hefte ne ew daxwaza dîtina windayan û pêkanîna edaletê dikin. Arcan bi berdewamî ev tişt anî ziman: “Em ji bo Abdulmecît Baskin ev 26 sal in edaletê dixwazin. Dayika Meryem Baskin, Dayika Şemiyê bû û bêyî ku aqûbeta kurê xwe hîn bibe jiyana xwe ji dest da. Hemû serlêdan û hewldanên malbatê yên ji bo edaletê bêencam man. Piştî li xwe mikûr hatina îtîrafkaran doz hat vekirin û doz li Dadgeha Enqereyê didome. Bila daxwaza me ya edaletê pêk were.”

‘Bila kujerên bavê min werin darizandin’

Piştî daxuyaniyê kurê Baskin Eren Baskin jî axivî û destnîşan kir ku ji bo ronîkirina cînayetê dadgehan hemû daxwazan red kiriye û wiha got: “Yek ji kujerên bavê min Mehmet Agar e û wî carekê jî neanîne dadgehê. Pergala edaletê deyndarê ciwaniya min e. Ez ji zarokatiya xwe ve heta vî temenê xwe têdikoşim. Ez dixwazim kujerên bavê min werin darizandin.”

Pişt re parêzerê doza Baskin, Serdar Ekîncî jî axaftinek kurt kir û got dê têkoşîna wan a lêgerîna edaletê berdewam bike.

Mizrakli û Turkdogan tevli çalakiyê bûn

Li Amedê jî ÎHD û xizmên windayan çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” di hefteya 554’emîn de dewam kir. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat. Gelek kes tevli çalakiyê bûn û Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Hevşaredarê Amedê yê ji pêywir hat dûrkirin Selçûk Mizrakli jî beşdarî çalakiyê bûn.

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin û edalet pêk were dê bênavber çalakiya xwe dewam bikin. Turkdogan da zanîn ku bi salane li ber Lîseya Galatasarayê, li Amed, Riha, Êlih, Colemêrg û Cizîrê wan çalakiyên windayan dane destpêkirin. Turkdogan diyar kir ku di ser de demên dirêj derbas bûn û wiha got: “Daxwaza me ew bû winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Tevî ku hikumetê soz da me dê dê kujeran bidarizîne û windayan bibîne jî lê hikumetê soza xwe negirt.”

‘Cînayeta Mûsa Anter nehat ronîkirin’

Turkdogan cînayeta rewşenbîrê kurd Mûsa Anter ê di 20’ê Îlona 1992’an de li Amedê hat qetilkirin bibîr xist û wiha got: “Cînayeta Mûsa Anter hêj nehatiye ronîkirin. Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê ku 18 kes bi revandinê hatibûn kuştin jî didome. Di hin dozan de tevî hemû delîl û belgeyan jî kujer tên beratkirin. Em li dijî bêcezakirinê têkoşîna edaletê ya bênavber didomînin.”

Rêveberê ÎHD’a Amedê Hasan Yalçin jî çîroka windakirina Alî Îhsan Dagli yê di 14’ê nîsana 1995’an de li Salika yê girêdayî navçeya Farqîna Amedê hat windakirin vegot.

Li Êlihê jî aqûbeta Mîkdat Ozeken pisîn

Li Êlihê jî ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 460’emîn de li avahiya ÎHD’ê çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Rêveberê ÎHD’ê Zekî Tanguner di çalakiyê de axivî û rewşenbîrê kurd Apê Mûsa ê 27 sal berê hat qetilkirin bibîr anî. Tanguner diyar kir ku pêwîste zextên li ser rojnamegeran bi dawî bibin . Tanguner çîroka windakirina Mîkdat Ozeken ê di 27’ê îlona 1994’an de hat binçavkirin û windakirin xwend û li aqûbeta Ozeken pirsî.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar