Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xwestin kuştina Tahîr Elçî bê ronîkirin

Dayikên Şemiyê û xizmên windayan vê heftê jî aqûbeta windayên xwe pirsîn. Di çalakiyan de çîroka Tahîr Elçî hat xwendin û hat gotin ku heta dîtina kujerên Elçî dê têkoşîna xwe bidomînin

Xizmên windayan ên Amed û Êlihê û Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe yên heftane tevî hemû astengiyên polîsan pêk anîn.

Dayikên Şemiyê ku di hefteya 766’emîn de xwestin ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe û dîtina kujerên wan li Qada Galatasaray li hev kom bibin, careke din hatin astengkirin. Li ser astengiyê Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe li kuçeya ku Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê lê ye û ku ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin, pêk anîn. Parlamenterên HDP’ê Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Oya Ersoy, Mûsa Pîroglû û Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan piştgirî dan çalakiyê.

Vê hefteyê aqûbeta Nîhat Aydogan ku di sala 30’ê mijdara 1994’an de li navçeya Midyadê ya Mêrdînê hat destgîrkirin û careke din agahî ji nehat girtin, hat pirsîn. Daxuyaniyê vê hefteyê ji aliyê keça Fehmî Tosûn ku di 19’ê cotmeha 1995’an de hat windakirin, Besna Tosun ve hat xwendin. Tosûn diyar kir ku çaryekeke aqûbeta Aydogan dipirsin û wiha got: “Di salvegera 25’emîn windabûna Aydogan de bang li rayedarên îdarî û edlî dikin ku peywirên xwe bi cih bînin û kesên bûne sedema windakirina Aydogan bidarizînin û bêcezatiyê bi dawî bikin.”

Her wiha di çalakiyê de serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî û parêzer Şevket Epozdemîr ku beriya 26 salan hatibû qetilkirin jî hatin bibîranîn.

Piştî Tosûn, keça Aydogan Necbîr Aydogan axivî û diyar kir ku qet bavê xwe neditiye û ji bo bavê xwe gorekê dixwaze û ev tişt anî ziman: “4 sal berê dema ku min qetilkirina bavê xwe li Qada Galatasarayê şermezar dikir, di heman saetê de agahiya qetilkirina Tahîr Elçî hat. Ez dixwazim ku kujerên bavê min û Tahîr Elçî derkevin holê.”

Piştî Aydogan hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî axaftineke kir û bertek nîşanî qedexekirina Qada Galatasarayê da û diyar kir ku biryara qedexeyê li dijî qanûnan e.

‘Em ê failên Tahîr Elçî bibînin’

Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Amed û Êlihê ji bo aqûbeta windayan bipirsin çalakiyên xwe berdewam kirin.

Xizmên windayan û nûnerên ÎHD’ê ya Amedê, bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 564’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Endamê komîsyona Windayan a ÎHD’ê ya Amedê Adnan Orhan, diyar kir ku wan berê çalakiyên xwe li Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşuyolu pêk dianîn lê di hefteya 564’an de çalakiya wan ji aliyê Walîtiya Amedê ve hatiye astengkirin.

Xizmên windayan vê hefteyê çîroka serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çarling a Sûrê hat kuştin xwendin.

Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Hasan Yalçin ku çîroka Elçi xwend, diyar kir ku 4 sal berî Elçî hatiye kuştin lê hê jî kujerên wî nehatine dîtin. Yalçin anî ziman ku ji bo kujerên Elçî ronî bibe têdikoşin û wiha got: “Bedele wê çi dibe bila bibe sed sal jî derbas bibin, ji bo faîl bên dîtin û darizandin, em ê têbikoşin. Em edaletê dixwazin.”

Li Êlihê çalakiyên xizmên windayan

Li Êlihê jî bi heman armancê xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 470’an de li pêş ÎHD’ê ya Êlihê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li pêş ÎHD’ê aqûbeta windayan pirsîn û çîroka Tahîr Elçî  xwendin. ÎHD’ê û xizmên windayan binçavkirina 30 kesên ku di 27’ê Mijdarê de pêk hat jî şermeza kirin û xwestin bi lez serbest bên berdan. AMED/ÊLIH/STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar