Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Xweza û ava me ya paqij ji aliyê leşkeran ve tê gemarîkirin’

Colemêrg ku bi kanî û ava xwe ya paqij tê naskirin, ji ber bi sedan leşkergeh û qereqolan tê qirêjkirin. Ava kanalîzasyonê ya Leşkergeha Komando ya bi 15 kîlometreyan dûrî navenda Colemêrgê ye, ava vexwarinê û avdanê ya gelek gund û taxên navendê gemarî dike. Her wiha bêhna genî ya ji kanalîzasyona leşkergehê belav dibe, dibe sedem ku mirov nikaribin bi rehetî li mala xwe bimînin yan jî derkevin derve.

Ava ku tev li çem û ava herêmê dibe, ji bo zarokan metirsiyeke mezin e. Di serî de zarokên ku havînê dikevin ava çem, her kes di nava metirsiya nexweşiyan de ne. Ji ber ava kanalîzasyonê gelek kes ji ber verşê û navçûyînê serî li navendên tenduristiyê dan.

Şênî û gundiyên li derdora çemên ku ava kanalîzasyonê tev li dibe dimînin, tevî ku bi sedan daxwazname dane rayedaran, encam wernegirtine. Ev yek jî sedema nerazîbûnan e.

‘Xwezaya me talan dikin’

Şêniyên Colemêrgê diyar kirin ku ava leşkergehê bi mehan e bi rengekî servekirî di nava gundên wan de derbas dibe û wiha gotin: “Li qada ku ava kanalîzasyonê jê diherike hem xwezaya me gemarî dibe, hem jî diherike nava çemê Otlûcayê ku bi hezaran mirov ji bo vexwarinê û avdanê bi kar tînin û zarok ji bo avjeniyê dikevin nava çem. Çemê Otlûca ji nava gelek gundan derbas dibe û digihêje navenda Colemêrgê. Piştre jî tev li çemê Zapê dibe.”

‘Rayedar bêdeng in’

Şêniyan bi bîr xistin ku wan bi sedan daxwazname dane saziyên dewletê, lê belê rayedar bêdeng in û dan zanîn ku mehên havînê ava kanalîzasyonê dibe sedema nexweşiyên şewbê û ev tişt anîn ziman: “Xweza û ava me ya paqij mixabin ji aliyê leşkeran ve tê gemarîkirin. Ji ber mehên havînê bêhna genî li her derê belav bûye. Em nikarin ji mala xwe jî derkevin. Ji ber germê zarok, her wiha mirovên bi temen jî dikevin ava çem. Ev jî dibe sedema metirsiya nexweşiyên şewbê. Tevî ku me bi dehan daxwazname pêşkêş kir hîn encamek wernegirtine.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar