Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Xwezaya Kurdistanê wêran dikin

Hêzên leşkerî yên tirk û sermayeya girêdayî îktîdarê ku hêza xwe ji hikûmetê digire, bê navber xwezaya Kurdistanê wêran dike. Hêzên sermayedar bi çêkirina bendav, HES û avakirina kanên madenê hem wêran dike û hem jî dewlemendiyên kurdan ji destê wan digirin. Hêzên leşkeri jî hem bê navber operasyonan li dar dixin û hem jî di operasyonan de xwezaya Kurdistanê dişewitînin.

Dema yek ji yekî hêrs dibe û nifiran lê dike dibêje ”Mala te bişewite. Agir bi warê te bikeve” Bi taybetî ev nifirên dijminantiyê ye. Dema yek duayan ji yekî re dike jî dibêje “Mala te ava be”, “Xwedê bereketê têxe mal û warê te ava be”

Di salên dawî de dema em li rewşa erdnîgariya Kurdistanê dinêrin her roj zevî, dahl, rez, daristanên li Kurdistanê tên şewitandin. Di şewata daristanê de bi hezaran zindî, dar û ber dişewitin. Xweza tune dibe. Debara mirovan tune dibe. Talan û wêran dibe.

Li bajarên Kurdistanê her ku diçe operasyonên leşkerî zêde dibin. Dema leşker derdikevin operasyonan, agir bi dahl, rez û daristanan dixin. Hefteya borî li gelek herêmên Kurdistanê daristan şewitîn. Li navçeyên Farqîn û Liceyê yên Amedê, çiyayê Besta yê Şirnexê û herêma Omeriyan a Mêrdînê daristan şewitîn. Piştî operasyonên eskerî dahl, rez, daristan û zevî şewitîn. Dema welatiyan xwestin agir vemirînin rayedarên ewlehiyê welatî asteng kirin.

Şewata daristanan a hefteya borî dest pê kir didome. Li çiyayê Hecî Çerkez ê li gundê Mala Hirmo yê bi ser navçeya Farqîna Amedê ve, agir bi daristanê ket. Gundiyên li herêmê ragihandin ku tîmên agirkuj mudaxileyî şewatê nekirin û gundiyan bi derfetên xwe yên kêm hewl dan agir vemirînin.

Di şewata li gundê Kerwas ê Licê derketî de 100 donimê daristanê şewitî. Şewata daristanê ya di 13’ê tîrmehê de li Gundê Kerwas ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê derket, bi bandora ba belavî Gundê Licok bû qadeke mezin a daristanê şewitand. Dema şewat derket li ser heremê 4 helîkopter digeriyan. Di şewata daristanê de 100 donimê daristanê şewitî û gelek cûreyên zindiyan mirin.

Li Herêma Bestayê ya di navbera Şirnex û Sêrtê de di 12’ê tîrmehê de şewat derket û belav bû. Agirê li herêma Gêrê Mêrg û Marê bi daristanê ket belav bû. Tîmên agirkujiyê mudaxile nekirin û şewat dîsa berbelav bû. Helîkoptera leşkerî gule li herêmê barandin û ji ber vê yekê şewat carek din belav bû.

Li qada bi daristan a li Herêma Omeryan a Mêrdînê şewat derketibû. Şewata ku di navbera gundên Mercê û Kurikê yên bi ser navçeya Mehsertê ve derket bi hatina bayê re di demek kin de belavî herêmê bû û gihîşt heta gundên Bêrtê û Metînan. Şewatê nêzî du hezar donim qad da ber xwe û dar û ber şewitîn.

Em ji geşedanên dawî jî dibînin ku di hefteya dawî de bi hezaran domim zevî û daristan şewitî. Dema welatî hewl didin şewata daristanê vemirînin jî leşkerî astengiyan derdixin. An jî dîsa bi helîkopteran herêmê gulebaran dikin û dîsa dişewitînin. Ev nîşanî me dide ku li dijî xwezaya Kurdistanê talankirin û wêrankirinek bi zanebûn heye. Berê gund vala kirin şewitandin. Niha jî war, dar û daristanên Kurdistanê dişewitînin. Di bin avê de dihêlin.

Li aliyekî xwezayê dişewitînin, li aliyê din bendavan çê dikin û qereqol û kalekolên nû ava dikin. Dîsa li Efrîn û Şehbayê jî her roj topbaran dikin. Avê ji ser welatiyan qut dikin. Bajar xera dikin û li gorî mîmariya xwe bajarekî nû ava dikin. Dixwazin bi temamî kurdan ji warên wan koçber bikin û demografiya Kurdistanê xera bikin. Lê kurdên ku her tim li dijî vê yekê li ber xwe dane, dîsa berxwedana li dijî talankirin û wêrankirinê berdewam dikin.

Nûçeyên Têkildar