Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Xwezî ez ciwan bûma û bibûma gerîla’

Pêşmergeya Dêrîn Feyme Koçerî PKK’ê weke qeleya gelê kurd bi nav kir û wiha got: “Sedam Hisên çawa me Enfal kir, Tirkiye û PDK jî niha dixwazin wiha PKK’ê Enfal bikin. PKK partiyek rast e, bê beramber parastina xaka Kurdistanê dike. Ger ez ciwan bûma dê dijî vê zilmê çek rakira û li gel gerîla bûma.”

Navenda Nûçeyan |

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murad Karayilan, di 10’ê hezîranê de di hevpeyvînek di gel Strêk Tv de têkildarî êrîşên dagirkeriya tirk a li ser başûrê Kurdistan, hewldan û provakasyonên PDK’ê yên li Metînayê axivî bû.

Karayilan destnîşankirîbû ku li Metînayê metirsiyek mezin heye ku di navbera wan û PDK’ê de şer derkevin. Ji bo şer dernekeve bang li aliyên siyasî, rêxistin, rewşenbîr û hunermendên her çar parçên Kurdistanê kir, bêdeng nemînin û rê nedin şer di nava aliyên kurdî de derkeve. Karayilan xwest pirsgirêk bi rêya diyalogê were çareserkirin. Piştgiriya ji bo vê peyamê berdewam dike.

Hemû nasên wê bûne qurbanê Enfalê

Pêşmergeya Dêrîn Feyme Koçerî, di heman demê de ji Enfalê jî felitiye. Feyme Koçerî di temenê xwe yê ciwantiyê de, bi Bizutenweya Rizgarîxwazî ya Gelê Kurd a li Başûrê Kurdistanê re kar kiriye. Pêşmergeya Dêrîn Feyme Koçerî derbarê hewldanên şerek dijî gerîla, hevkariya PDK ya bi dewleta tirk re û têkoşîna gerîla de ji Rojnews re axivî.

Feyme Koçerî da zanîn ku wê jî di serdema şerê dijî rejîma Baasê de bi Celal Talabanî û gelek rêberên din re xebat kiriye û da zanîn ku ew tenê ji Enfalê felitiye, hemû mirovên wê bûne qurbanê Enfalê.

‘Ger ez niha ciwan bûma’

Di van demên dawî de dewleta tirk bi rêya PDK’ê dixwaze di nava kurdan de şerek çêbike. Feyme Koçerî li ser vê mijarê bi dilek kul diaxive û dibêje: “Ez niha bê hêzbûme, ger ez niha ciwan bûma, min ê çek rakiriba û li gel gerîla bam. Ez bang li hemû welatiyan dikim, alîkarî bidin PKK’ê. Ji ber ku eger kelhek li pişt me nebe, wê lehî bi ser me de were. PKK bi çiyayan ve kelha gelê kurd e.”

Pêşmerge û têkoşera jin a dêrîn Feyme Koçer behsa demboriya PDK’ê dike û ev tişt tîne ziman: “Tiştek nemaye ku PDK’ê bi serê gelê kurd neanîbe, aş betaliyê kir, di şerê navxweyî de panzerên dijmin bi ser me de anî. Bi Sedam Hisên re lihevkir û êrîşî kurdan kirin. Niha jî bûye dar destê Tirkiyeyê. PDK çend li dijî PKK’ê ye, ew qas jî li dijî YNK’ê ye. PDK niha ji bo Tirkiyeyê bûye qeçaxçî.”

PKK kurd e û kurdistanî ye

Koçerî balkêşa ser sûcdariyên berpirsên PDK’ê yên dijî gerîla û wiha pêde çû: “Nasnameya hemûyan diyar e, PKK kurd in û kurdistanî ne. Dagirkerî çi ye? Welehî PKK ji hemû hizban rastir e. PKK bê pere, bê mal û xwarin, parastina xak û ava kurdan dikin. PDK direwker û tevliheve. PKK partiyek li ser xwe ye û heq e. Heya niha zilmê li tu kesê nekiriye, biçin bibînin PDK’ê çi li Hewlêr kiriye. Rojnamegeran teror dike, direvîne xelkê feqîr û bê sûc direvîne.”

Koçerî dijî siyaseta PDK’ê ya li hemberî PKK’ê nerazîbûna wiha xwe anî ziman: “Eger ez ciwan bam, minê li dijî zilma PDK’ê ya li PKK’ê dike, çek hilgirtiba. Ez nikarim niha çek hilgirim, lê ku ez ciwan bam, niha ez di nava gerîla de bûm. Çi dema ez nûçeya şehadeta gerîlayek dibihîsim, ez têra xwe digirîm. Ez pêşmergeya Mam Celal im, lê ya PDK li dijî PKK’ê dike, ji bo min gelek giran e.”

Bang li ciwan û jinan kir

Pêşmergeya Dêrîn Koçerî herî dawî bang li hemû partî û ciwanan dike û wiha got: “Ez bang li hemû rêveberan dikim, nehêlin kurd werin kuştin. Ez bang li hemû partiyan dikim, guh bidin banga Murad Karayilan. Bi hewara PKK’ê herin û alîkariya wan bikin. PKK kurd e. Sedam Hisên zarokên me weke tevlihev binav dikir, bi zindî binax dikir. Ger ji PDK û Tirkiyeyê were, wê xirabtir li PKK’ê bikin. Ez bang li hemû jin û ciwanan dikim, tev li nava refên gerîla bibin û bi hewara PKK’ê herin. Sedam Hisên çawa me Enfal kir, Tirkiye û PDK jî dixwaze wiha PKK’ê Enfal bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar