Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Xwişk û birayê Diyar Xerîb jiyana wî vegotin

Xwişk û birayê endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb qala jiyana birayê xwe kirin. Xwişk û birayên Xerîb da zanîn ku birayê wan di zarokatiya xwe de jî kesayetekî aqilmend bû. Xwişk û birayên Xerîb diyar kir ku divê ew armancên şehîdan pêk bînin û Kurdistaneke azad ava bikin

Xwişk û birayê endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb der barê kesayetî û taybetmendiyên Diyar Xerîb de, ji RojNewsê bi Berhem Latîf re axivîn. Xwişk û birayê Diyar Xerîb da zanîn ku birayê wan temamiya jiyana xwe ji bo gel xerc dikir û xwestin ku bi hev re daxwaz û xeyalên Xerîb bi cih bînin.

Xwişka Diyar Xerîb, Lave Xerîb di serî de qala zarokatiya Xerîb kir û wiha got: “Di zarokatiya xwe de jî xwedî kesayetî û aqilekî mezin bû. Xwedî ruhekî şoreşger bû. Heta roja ku şehîd bû jî, tu caran tiştekî ku min aciz bike nekir. Piştî ku tev li nava refên gerîlayan bû, raste di hêla fîzîkî de ji min dûr bû lê her dem di dil de li gel min bû. Me bêriya wî dikir. Di dema serdanan de em di rûniştin û me ew guhdar dikir. Ji ber gelek têgihiştî bû û em ji axaftinên wî bêzar nedibûn. Xwedî kesayetekî bi hêz bû.”

‘Divê hemû kurd rêbaza Xerîb bişopînin’

Lave Xerîb da zanîn ku Xerîb temamiya jiyana xwe di ber kurdan de derbas kir û wiha pêde çû: “Em dixwazin hemû kurd rêbaza wî bi şopînin. Bila xwîna şehîd Diyar û şehîdên din vale neçe û Kurdistan hev bigre. Xwedî derketina xelkê ya ji bo me, cihê serbilindiyê ye. Em dibînin ji rojavayê Kurdistanê heta welatên Ewropayê merasîm û çalakî tên lidarxistin. Ev yek ji bo me serbilindiyekî mezine.”

‘Şehîd Helmet ji werzîşê pir hes dikir’

Birayê Xerîb, Armanc Xerîb jî bi lêv kir ku piştî şehadeta birayê wan Dilêr, Diyar Xerîb bûye birayê wan ê mezin û ev tişt anî ziman: “Piştî ku Quweyt ji hêla rejîma Baasê ve hate dagirkirin, rewşa aborî ya Iraqê xirab bû. Ji bo debara xwe me jî tevî şehîd Helmet li Silêmaniyê dest bi kar kir. Lê piştî wê raperîn pêkhat û rewş guherî. Em ji hev pir bibawer bûn. Birayê min Xerîb ji werzîşê gelek hez dikir. Bi taybet jî ji lîstika futbolê. Her tim maç temaşe dikirin. Me gelek caran jî nûçeyên werzîşê dixwend. Gelek caran ez dişandim rojnameyên werzîşê.”

‘Divê em armancên şehîdan pêk bînin’

Armanc Xerîb destnîşan kir ku ji sala 2002’yan ve li derveyî welat dijî û herî dawî jî birayê xwe di sala 2017’an de dîtibû. Armanc Xerîb wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şehîd Diyar dixwest ku ez vegerim Kurdistanê. Ez kengî pê re biaxiviyam, di got vegere Kurdistanê. Min jî hewl dida vegerim. Çend hefte piştre min bersiv da û min got ku dê vegerim Kurdistanê. Bi vê gelek keyfxweş bibû. Lê mixabin ez ne gihiştimê ku bi çavên xwe wî bibînim. Şehîd Diyar ne ji nava malbata me, ji nava gelê kurd çû. Pêwîste em armancên wan pêk bînîn û Kurdistaneke azad ava bikin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar