Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Ya dilê xwe negot û çû!

Demek dirêj bû ku Tajdîn ji nava gund derdiket bi dizî li mala li qiraxa gund ku xwedî hewşeke bi dar û pejîngan hatibû pêçan, dinêrî.

Maleke vederbû ji gund, ji malên gund cudatir bû. Ji rewş û halê malê diyar bû ku maleke hejar bû. Li ser rêya ketina gund bû, weke maleke pêşwaziya kesên ku dihate gund bike bû. Çav vekirî û heta bêjî dil vekirîbûn ji rêwîngiyan re.

Tajdîn her çendî rêwiyeke biyaniyê gund bû li gund dijî, lê demek bû berê wî ketibû wî warî. Ew jî dema li ser rê bû, şevekê zivistanê ku şilî bû, çav çavan nabîne bûbû mêhvanê wî gundî û şevê çend saet li wê malê borandibû. Ya ber çavê wî ketibû, kiribû ku mîna dizan her rojê çend saetan bi dizî ji nava gund bê qiraxa gund li wê malê binêre.

A wê şevê ber çavê ketibû, çibe ketibû dil û mejiyê wî. Sekan pê nedibû, dilê wî mîna hespê bozê har ku bi çolê bikeve, nedihedirî; heta bihata qiraxa gund çavê wî bi malê diket, hedar pê dibû. Li wir nefes digirt.

Tajdîn êvarekê direng ji gavaniya ber çemê Cirnî ku yek ji cihê ku golik û çêlekên gund lê diçêriya û kotanên wan bû,  vegeriya. Wê rojê jî mîna şeva şilî ku hemû hêvî lê dawî bûbû û çawa ku çevê wî di şibaka oda rûniştinê û medbexê de rastî hev tên, ew hemû bêhêvîtî dawîbû, bi bayê bezê berê xwe da qiraxa gund.

Gavên wî mîna ava çemê Har ku li pişta gund e, hemû demê salê bi pêl e, bê sekin û sekan e; bi har diherikî ew jî wilo diçû. Heta giha ber dara ku hemû derd û kovanên xwe li ber wê li malê dinêra û digot sekinîbû. Hê di hilke hilka nefestengiyê de çavê xwe li malê gerand û li ser şibakê ew horiya ku dilê wî dema ew didît dikire rep e rep, bi Mercan ketibû. Hemû derd û kovan, êş û qehr li ber çemê Har ketibûn û her diçû dûr dike.

Mercan li ser şibakê li baniyê jor dinêrî. Çavên hûrik reş û dêmên girover spî zerîn mîna rengê genim bû. Baya ku ji Geliyê Eyban berû jor hildihat li rû û pora wê dixist, têl bi têl li ber ba kiribû. Gava Tajdîn çavê wî bi wê heybetiya xwezayî diket, dilê wî heliyabû. Tajdîn li ber wê heybetiyê dibû mîna kevir û dicemidî.

Weke dibêjin heskiriya her kesê li ber dila bê qisûr e. Mercanê jî li ber dilê Tajdîn bê qisûr bû. Mercan her çendî xwedî bejnek kinik ne pir bilind be, çavên reş xumarî, dêmên zergewrî û porên gewrî bû. Biçûka malê û kevaniya malê bû. Kêrhatî û dilvekirî bû. Bi rehm û rûbiken bû. Ji xwe vê kiribû ku Tajdîn ji ber har û dîn bibe.

Her çendî Tajdîn heta wê gavê bê dîtina Mercanê roj nediborandibû jî, Mercanê ha ji vê yekê nebû. Tajdîn xwe kiribû qurbanê dilek yek alî. Hêvî li ser dileke yek alî danîbû. Ev jî zêdetir Tajdîn êşandibû, li aliyekê hêvî didayê li aliyekê ew difetisand. Ne dikarî bê MErcan û ne jî dikarî xwe bigihîne Mercanê. Di nava wan ezaban de roj û şevê diborandibû.

Heta wê rojê Tajdîn yek gotin bi Mercanê re nekiribû, hemû gotin û hestên xwe ji dara li ber disekinî re gotibû. Jêre bibû hevrê û sirdar. Ji bo Tajdîn bûbû derd carekê hema dengê Mercanê bibihîse û bikare ya di dilê xwe de jêre bigotiba. Kiribû nekiribû ev ciret negirtibû.

Tajdîn nekarî ya dilê xwe ji bo Xatûnê bêje, bi wê keser û kulê bi derd û xeman ketibû, ketibû rewşek wilo hew dikarî çavê wê li mala qiraxa gund jî bikeve. Bi wan derdan nikare biçe gavaniyê û wî radikin û dibin bajar.

Tajdîn ditirsiya ku ya dilê xwe bigihandiba Mercanê û Mercanê ew red bikira. Tajdîn ew yek nedida ber çavan, bi vî awayî bi salan dilê xwe hêmin kir, bi hêvî û dîtina Mercanê aram kiribû.

Ji wê rojê û şûnde ne çavê Tajdîn li Xatûnê dikeve û ne jî Xatûn ha ji Tajdîn û ya di dilê wî de heyî zanî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar