Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ya ku li Heskîfê hatiye kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye’

Welatiyên Heskîfê bertek nîşanî çêkirina Bendava Ilisuyê dan û gotin; ‘Demekê li Heskîfê dîrok dibiriqiya lê niha av dibiriqe. Heskîfa me ya xweşik edem kirin. Xwelî li serê we be. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye.”

Tevî li seranserî cîhanê ji bo bajarê qedîm û dîrokî Heskîf di bin ava Bendava Ilisûyê de nemîne, çalakî û nerazîbûn hatin lidarxistin. Lê tevî vê yekê jî hikûmeta AKP-MHP’ê dev ji projeya xwe berneda û Heskîfê di bin avê de dihêle. Hefteyek berê ava bendavê gihîşt navenda Heskîfê û niha şûnwarên dîrokî di bin avê de dimînin. Ava bendavê gav bi gav bilind dibe û hemû Heskîfê di bin xwe de dihêle. Tê payîn ku dê di meha sibatê de tevahiya Heskîfê di bin avê de bimîne.

Stûnên pira dîrokî ya Heskîfê ku li ber Keleha Heskîfê ne di bin avê de man. Niha cih bi cih kûrahiya avê gihîştiye 11 metreyan û firehiya avê jî gihîştiye 30 metereyan. Gelek şikeft û darên derdorê din bin avê de man û li aliyê jora Heskîfê jî makîneyên şûnwarên dîrokî xera dikin. Êdî kes naçe serdana Heskîfê. Kesên diçin serdanê jî pirr hindik in. Şêniyên Heskîfê li dijî binavkirina Heskîfê bi hêrs in.

‘Niha li şûna dîrokê av dibiriqe’

Aybaz Tunç ê li Heskîfê esnafiyê dike û kargeh û mala wî ya li gundê Serpirê jî di bin avê de bimîne dibêje ku dê di demek pir kin de tevahiya Heskîfê di bin avê de bimîne. Tunç got ku bêmal hatine hiştin û wiha dom kir: “Demekê li Heskîfê dîrok dibiriqiya. Lê niha li Heskîfê av dibiriqe. Dîrok di cihê xwe de xweşik e. Lê hemû şûnwar ji vir birin ‘Heskîfa Nû’. Heskîfa me ya xweşik edem kirin. Xwelî li serê we be. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Dîrok û turîzm di bin avê de ma.”

‘Dîroka 12 hezar salî kirin qurbana bendava 50 salî’

Welatiyê bi navê Şerîf Demîrtaş jî nerazîbûnên xwe wiha nîşan dan: “Tevî têkoşîna bi salan jî Heskîfa hezar salî di bin avê de hate hiştin. Ev rewşek xeternak e. Çima cihên dîrokî di bin avê de dihêlin. Em ê çawa qala Heskîfê ji nifşên nû re bikin. Dîroka 12 hezar salî dikin qurbanê bendava 50 salî. Salane bi hezaran geştiyar dihatin. Heskîf ji bo xelkê herêmê jî dibû qezenca aborî. Lê niha kes nayê serdanê. Berê mirov nikaribû cihê gav biavêje bibîne. Lê niha çend kesên tên serdanê jî xemgîn dibin û vedigerin. Dîroka 12 hezar salî kirin qurbanê betonê.” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar