26 saliya plangeriya navdewletî ya rûreş

Divê pêşî navê vê komployê-plangeriyê were sererastkirin. Nabe bi navê “komploya navneteweyî” were pênasekirin, ev, şaş e. Ya rast: KOMPLOYA NAVDEWLETÎ ye. Ji ber ku tu...

Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...

26 saliya plangeriya navdewletî ya rûreş

Divê pêşî navê vê komployê-plangeriyê were sererastkirin. Nabe bi navê “komploya navneteweyî” were pênasekirin, ev, şaş e. Ya rast: KOMPLOYA NAVDEWLETÎ ye. Ji ber ku tu...

Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...
Pazartesi - 14 Ekim 2024

26 saliya plangeriya navdewletî ya rûreş

Divê pêşî navê vê komployê-plangeriyê were sererastkirin. Nabe bi navê “komploya navneteweyî” were pênasekirin, ev, şaş e. Ya rast: KOMPLOYA NAVDEWLETÎ ye. Ji ber ku tu...

Komploya navnetewî û helwesta şoreşgerî

Di şorêşên dîrokî de her tim diyalektîkeke qehremanî, egîdî û xiyanet, tirsonekiyê hebû ye. Ev di têkoşîn û çîroka pêxember û kesayetên dîrokî-civakî de...

Ya li vir afiriye tu yî, dîrok û rihê te ye

Ger mirov bixwaze, dikare xwe bike atom. Atom çekeke mezin e. Ya girîng divê mirov bizanibe xwe çawa biafirîne. Em diçûn kuderê digotin,”çeka we heye?” Min çek dixwest, nedidan. Min li hezar derî xist, min hinek tişt dixwest, nedidan. Piştre min bi xwe dît. Fikirîm, min ji xwe re got çawa dikarim bibim çekek hîn mezintir. Niha çeka herî mezin ezim, yên min afirandine jî ji atomê bihêztirin.

Destpêkê ji zarokekê lewaztir bûm, heta ji wî hîn zêdetir bê çarebûm. Bendewariya kesî nebû ku rabim tiştan bikim. Li ser xwe sekinîm. Ji bêçaretiyê ji bo bibim xwedî çareyeke mezin xebitim.

Û gihîştim vê encamê: Mirovek, çawa dikare miletek di xwe de bide afirandin?

Di min de niha ew hêz heye. Hêza min di xwe de afirandî hem pir mezin e, hem jî balkêş e. Dibêjin; “Pêkane kesek xwe wisa biafirîne. Ev encax karê cîhana Ewropa ye.” Na, ev neraste! Ewropa li pişt Tirkiyeyê ye.”

Digotin; “Nepêkane Apo wisa bi serê xwe vî şerî bimeşîne û wisa şer bike.” Encama ji vê bê derxistin ev e; bersiva pirsa mirovek çawa dikare xwe bike çekek mezin e.

Me xwe anî asta çekeke bihêz û ez çekekî pir mezinim. Şerê didim meşandin, bi misogerî wê serbikeve. Hûn dibêjin, “em nirx û qîmet didin Rêbertî.”

Sosyolojî civakbûn e. Bi rastî jî di PKK’ê de civakbûn bi ser dikeve. Em tenê di warê siyasî de li ser mijara kurd nasekinin, di warê civakî de jî disekinin. Civakbûna kurd, di PKK’ê de hatiye dahûrandin. Ji siyaseta kurd zêdetir, em li ser civakbûna wê disekinin.

Ger ne wisa be em nikarin bijîn. Her roj tijî ye, vebûn e û gav bi gav e. Yanî li vir “dubare” nema ye. Îro îro ye û wê îro tijî bibe, wê tiştên nûtir çêbibe. Îro ji bo Kurdistanê gavek e. Ev raste û mirovê biaqil vê dibîne. Vir kilîda kurdan e.

Vir dilê kurd e, mejiyê kurd e, çavê kurd e, rihê kurd e, wijdanê kurd e û xisleta kurd e. Evqas sal n em li vê dibistana mezinin. Destpêkê malek biçûk bû. Wê demê civînek lidarxistin jî bi serê xwe xebateke mezin bû. Dema min 1982’an li saha Rojhilata Navîn civînek ji 150 kesan re çêkiribû cîhan hemû bibû ya min. Heke tu di Rojhilata Navîn de 150 kurd, li ser siyaseta PKK’ê kom dikî, dikarî wan bînî gel hev bûyerek mezin e. Hinek kes nirx nadin, ji civînan teng dibin. Ez tena serê xwe bibim jî teng nabim, li vir deh demjimêran biaxivim jî teng nabim. Jiyana min ev e.

Ya li vir afiriye tu yî, dîroka te ye û rihê te ye. Em te diafirînin. Ez tiştekê bêjim, nexweşeke di komayê de, nexweşiya wê çiye? Mîdeya wê wisa ye, cigera wê wisa ye. Ya bi vî rengî bijîşk ser vî kesî disekine.  Li vir jî ferdê kurd nexweşek e, li ser mêzeya emeliyatê ye û hemû derên wî nebaşin. Li vir him teşhîs, him jî tedawî tê kirin. Ji ber vê, em piranî hemû jî başin.

Hûn wisa dizanin ku hûn ji xwe ber wisa bûne.

Ne wisa ye!

Bi rastî jî em bijîşktiyek mezin dikin. Di vê qadê de yên mirî ji nû ve zindî dibin. Ev xebateke mezin e. Yekî xwe hinek bi aqil dihesibîne divê him li ser mirovan û him jî li ser xwe bisekine.

Ez çima hîn jî pêwîstî bi çêkirina civînên giran dibînim?

Pir baş dizanim ku, mirovê kurd kirina leşker gelek zehmet e. Beriya her tiştî wane; bi seatan bi awayeke dîsîplîn û sebir dayina rûniştandin e. Ev derseke mezin e, disîplîneke mezin e û riheke rêkûpêk e. Kesek, divê herî kêm bizanibe çar seat çawa guhdar bike û xwe rabigire. Piştî ku kes vê hêzê di xwe de avakir şûnde, tê wateya ku gavên mezin avêtiye. Tiştên li vir tên gotin, tiştên dîrokî ne.

Tiştên avabûna netewekê dide afirandin e. Yekî bi aqil be, ji du waneyan encam derdixe.

Tiştên li vir tên axaftin guhdar kirin girîng e. Hinek piştî çar salan, hinek piştî pênc salan, hinek jî piştî deh salan fêm dikin. Heke îro fêm bikin, ji xwe tiştên ez ji wan dixwazim ev e. Îro fêmkirin bes e.

Nûçeyên Têkildar