Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Ya rabî tu me nekî bizin, da ku PDK e me ne dize’

Di Salên 90’î de gelên herêma Botanê ji ber zilm û zorderiya dewleta dagirker a tirk penaberî başurê Kurdistanê bûn. Ev meşa penaberiyê gelek rastiyan derxist ser ruye erde. Hem wek berxwedaniya gelê Botanê, hem ji PDK’ê ya ku rêveberiya wê mala barzan dike bi dijminên Kurdistanê re radixe ber çavan.

Di nava gelê kurd de yê ku herî zêde rastiya mala Barzanî û hikûmeta PDK`ê naskirî hemwelatiyên wargeha berxwedanê ya Şehîd Rûstem Cûdî ango Mexmûrê ye. Ji ber ku hikûmeta PDK`ê û mala Barzan di her fersetê de ruyê xwe yê ji teniya îxanetê reş bûyî nişanî vê gelê kirin.

Ev naskirina ruyê îxanetê yê mala Barzan û PDK`ê ji salên 1994’an destpê dike, ewqas vekirî hertiştê dikin ku zarokên 6-7 salî yên ku di rêwîtiya penaberiyê de hin di temenê biçûk de wekî mezinek tevger dikirin ji bi gotina ‘ya rabî tu me nekî bizin, da ku PDK me ne dize’ di hewla xwe parastina ji hikûmeta PDK`ê de bûn.

Gelo hûn ev gotina ku zarokên Mexmurê xwe pê diparêzin û di nava hemû henek û leystikên xwe de li ser lêvên wan digerin ji ku dizaninîn. Dibe ku gelek ji we yekem car vê gotinê bibihise, dibe ku gelek caran di leyistokên zarokan de rolek sereke leyistî be jî, lê di rastiyê de ev gotin ji trajediyên pir mezin tê. Ev gotin ji dizîna sewalên gelê Botanê yên ku ji zilmê reviyane û penaberî başûrê Kurdistanê bûne tê. Ji wendakirina bi dehan hemwelatiyên penaber tê, ji serjêkirina şivanên gelê penaber tê. Ev gotin hin jî di hişê zarokên Mexmurê de zindî ye.

Di wê demê de ev gotin ji ber Xwedê ne diket ser zimanê hemû zarokan. Zilm û zordariya hikûmeta PDK`ê li penaberên wargeha Mexmûrê kir dibe ku ne ketibe kadraja tu kamerayên ku li cîhanê deng vedane. Lê gelê wargeha berxwedanê wê zilma PDK`ê zindî jiyan û hin jî dijîn. Di wan salan de qaşo xeyalê serokê PDK’ê ew bû ku ji bo azadiya Kurdistanê şer bide meşandin. Xwe kir hevalê bizinên penaberên ku ji ber zilma dewleta dagirker barkirine û ji bo ku ne bin xulamê dewleta faşîst û xiyanetê qebûl kirin e. Lê mixabin ew penaber jî nedizanî wê bizinên wan bên dizin ji aliyê wê hikûmeta ku di dîroka Kurdistanê de navê xwe di rupelên îxanetê de neqişandiye.

Ev minakek gelek biçûk e ku neyartiya PDK`ê ya li dijî gelê kurd dide nîşandan. Bi hezaran minakên din jî hene ku neyartiya mala Barzanî û hevkariya PDK`ê a bi dijminê gelê kurd re radixe ber çavan. Wek nimûne di wan salan de bi dehan penaberên ji Bakur barkirin bi destê PDK`ê bi hovane hatine qetilkirin. Hikûmeta PDK`ê dewleta tirk ji xwe re mînak digire, çawa ku dewleta xwînxar ne zarok ne ji pîran nas nekirin û bi hezaran qetliama li ser gelê kurd pêk aniye, PDK`ê ji ne piran nas kirin ne ji zarok, serjêkirina du pîremêrên penaber bûne li ser xaka xwe nimûnyek ya vê rastiyê ye. Qetliama 16`ê gulana 1997’an a li peytexta başûrê Kurdistanê bi gotina xelkên herêmê yên xwefiroş Kurdistana azad pêk hatî bi destê PDK`ê û hevkariya MÎT’ê dijminatiya hikûmeta PDK`ê bi zelalî nîşanê me dide.

Ev xwefiroşî, îxanet û diziya mala Barzan û PDK`ê hin berdewame lê tê dîtin êdî dest ji diziya bizina berdeya dest avêtiye berhemên Kurdistanê û hemû xezêneya xwezayî ji gelê Başûr didize. Bi diziyê ji xwe re qesran li welatên biyanî avakirin. Ew qesrên wan ji dizine. Xuyaye bizin nemaye bidizin êdî petrol, xaka Kurdistanê û rumeta gelê başûrê Kurdistanê hemû didizin.

Ewqas sal derbas bûn, doza azadiya Kurdistanê li cihanê deng veda û li her çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên giranbûha hatine bidest xistîn, berdêlên mezin hatin dayîn, lê mixabin hikûmeta PDK`ê qet ne hatiye guhertin, ne dest ji diziyê ne ji dest ji hevkariya bi dijminê gelê kurd re berdaye. Hezar car mixabin li şûna ala Kurdistanê îro dema tu di kolanê peytexta Kurdistana federal de digerî çavên te bi ala dewleta xwînxar dikeve, ev jî ji rûreşiya hikûmeta PDK`ê tê.

Divê êdî gelê başûrê Kurdistanê ji ruyê rast yê hikûmeta PDK`ê û mala Barzan bibîne, ji ber vê ye ku bikarin vê dizê malê ji mala xwe bi qewitîne û xwedî li xaka xwe, mala xwe, destkeftiyên xwe, rûmeta xwe derbikeve, gelê Başûr bi xwe ye. Çawa ku dijminê xwînxar û hevkarên wan ne şir nasdikin ne ji pîr, ne dar nasdikin ne ji ax, her roj gelê kurd û xaka Kurdistanê qetil dike, divê li dijî van qetliaman û diziyan bi taybet jî gelê başûrê Kurdistanê şir û pir rabin ser xwe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar