Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Yagiz: Dem dema daketina qadan e

Çalakvanê greva birçîbûnê Nasir Yagiz ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan 82 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye bang li saziyên navneteweyî kir ku ji bo rakirina tecrîdê bi erka xwe rabin. Yagiz diyar kir ku heta tecrîd tê rakirin dê berxwedana xwe jî bidomîne

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 82’emîn de berdewam dike. Rewşa tenduristiyê ya Yagiz her ku diçe giran dibe. Yagiz der barê rewşê de axivî û da zanîn ku bi moraleke bilind û biryardariyek xurt çalakiya xwe didomîne.

Rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz gelek xerab bûye. Di vê çarçoveyê de liv û tevgera xwînê ya di laşê wî de lewaz dibe, çavên wî zeîf bûne, serê wî diêşe û zeîf dibe. Tevî van êş û nexweşiyan jî Yagiz bi israr çalakiya xwe didomîne. Yagiz ê di dema axaftinê de zehmetiyan dikşîne da zanîn ku moralê wî bilind e û ev tişt anî ziman: “Tevî ku metirsî li ser jiyana min heye jî, coş û moralê min dikeve li pêş tenduristiya min.”

Dema daketina qadan e

Nasir Yagiz got; ‘mîna min di serî de anî ziman, rêya me rêya heval Leyla ye.’ Yagiz bang li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) kir ku li hemberî tecrîda li ser Ocalan bi erka xwe rabin. Yagiz xwest ku ev sazî bi rola xwe rabin. Yagiz bang li gelê kurd jî kir ku êdî dem dema daketina qadan e û çi dibe bila dê berxwedana xwe jî bidomîne.

Bijîşka Yagiz ji rewşa wî bi guman e

Têkildarî tenduristiya Yagiz, Dr.Dirê Uren jî axivî û da zanîn ku rewşa Yagiz her ku diçe xerabtir dibe û hewldanên wan ên ji bo dermankirinê bê sûd dimînin. Her wiha hevseroka nûnertiya HDP’ê ya li başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş jî diyar kir ku Yagiz nikare rakeve û ev jî rê li ber êşên mezin vedike. Guneş da zanîn ku dilê Yagiz carna pir zû, carna pir hêdî û carna jî weke ku bisekine lê dide. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar