Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Yagiz: Em ê berxwedanê mezin bikin û tecrîdê bişkînin

Çalakiya greva birçîbûnê ya Endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin 156 roj li pey xwe hişt. Herçendî ku rewşa tendirûstiya Yagiz gelek xirabe jî axivî û wiha got: “Ez di çalakiya xwe de bi israrim û ezê heta serkeftinê berxwedana xwe bidomînim.”

Li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê çalakiya greva birçîbûnê ya Endamê Meclisa HDP’ê Nasir Yagiz ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 156’an de bi biryardariyek xurt berdewam dike. Yagiz ku ev 156 rojin di çalakiya greva birçîbûnê deye, rewşa tendirustiya wî her ku diçe girantir dibe û nikare zêde danûstandinê bike. Li gorî dixtorên Yagiz dibêjin, ‘Nasir tedawiyê qebûl nake pir kîlo wenda kiriye û gerana xwînê ya di laşê wî de pir kêm bûye. Di heman demê de dilê wî jî pir kêm lêdide û dilê wî zeyîf bûye.’Rexmî rewşa wî ya giran jî dibêje ‘Em ê berxwedanê mezin bikin tecrîdê bişkînin.’ Nasir Yagiz têkildarî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê û rewşa xwe ya tendirûstî ji ajansa Rojnewsê re axivî.

‘Em ê berxwdana xwe bigihînin serkeftinê’

Çalakger Nasir Yagiz balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “ Ez destpêkê de êrişa dewleta tirk ya li ser dayikên girtiyan, ya ku li ber deriyê girtîgehan hatî kirin şermezar dikim. Her roja ku diçe dijminê me yê faşîst tecrîda li ser Rêbertiya me girantir dike. Lê belê em jî dibêjin ku her çendî ev tecrîd giran bibe em ê berxwedana xwe bilind bikin û heta serkeftinê em ê bidomînin. Li ser vî esasî çendî rewşa min ya tendirustî giran bibe jî ez di çalakiya xwe de bi israrim û ezê heta serkeftinê berxwedana xwe bidomînim.”

‘Çalakiyên li girtîgehan hêzê dide me’

Nasir Yagiz balkişand li ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê û wiha dewam kir: “Çalakiyên li girtîgehên Bakur û Tirkiye ku ji 1’ê adarê ve ji bo tecrîda girankirî ya li dijî Rêbertî hatine destpêkirin, her çendî dibin zor û zordariyê de bin jî hêzek pir mezin dide me. Ew çalakî ji bo me hêze, ji ber ku ew mîrasên Mazlûm, Kemal, Xeyrî û Akîfan tînin cih û riya wan dimeşînin. Ev berdewamiya wan ya çalakiyê di heman demê ji bo me jî mîrasek serkeftinê ye.”

Banga Nasir ji bo gelê kurd

Yagiz di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelê kurd û ciwanên kurd kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “ Ez bang li tevahî gelê kurd dikim ku divê êdî kes bêdeng nemîne û ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî dengê xwe derbixe. Di heman demê de banga min ji bo ciwanên kurd jî heye li her qadê rabin serpiyan ji bo ku tecrîd bê şkandin divê çalakiyan li darbixin û divê her derê bikin qada serhildanê. Di heman deme de ez bang li tevahî saziyên Navnetewî jî dikim ku xwedî li vî dengî derkevin û erka ku dikeve li ser milê wan divê pêkbînin. Divê CPT jî erka xwe ya mirovane pêk bîne.”HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar