Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Yagiz: Paradîgmaya Ocalan azadiya Kurdistanê esas digire

Endamê Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz diyar kir ku fikrên Ocalan azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn esas digire. Yagiz diyar kir ku çareserî ne li NY, DYA û Rûsyayê, li Îmraliyê ye

Endamê Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hewlêre Nasir Yagiz, li avahiya nûnertiyê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 187 rojan ketibû greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Yagiz têkildarî yekitiya kurdan, sekna partiyên kurd û tecrîda li ser Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Mehmet Alî Ertaş re axivî.

Nasir Yagiz diyar kir ku nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser rojavayê Kurdistanê di asta herî jor de ne û wiha dom kir: “Gel li dijî êrîşan hê jî li kolanan e. Di hêla gel de pirsgirêk nîne. Gelê Başûr di her alî de xwedî helwesteke zelal bû. Her çiqas Mesûd Barzanî bi erênî nêzî yekitiya neteweyî bibe jî, Neçîrvan Barzanî bêhtir li ser berjewendiyên xwe nêzî mijarê dibe. Partiyên din û gel erênî nêzî yekitiyê dibe. Ger ku xebateke baş bê kirin em ê bêhtir nêzî yekitiyê bibin. Şandeya partiya me û şandeyeke KNK’ê dê werin vir.”

‘Paradîgmaya Ocalan azadiya Kurdistanê esas digire’

Bi berdewamî jî Yagiz got ku hin rêxistin û partiyên başûrê Kurdistanê naxwazin dagirkeriya li ser çar perçeyên Kurdistanê bibînin û wiha derbirî: “Ev derdor êrîşa li dijî Rojava dixwazin tenê weke êrîşeke li dijî PKK’ê û destkefiyên paradigmaya birêz Ocalan bibînin. Weke êrîşeke li dijî kurdan nabînin. Ez weke endamekî HDP’ê bang li hemû partiyên çar parçeyên Kurdistanê dikim ku li hev kom bibin û em bi hev re destkeftiyên Kurdistanê biparêzin. Êrîşên îro li dijî Rojava, êrîşên li dijî temamiya kurdan in. Paradîgmaya birêz Ocalan, ji bo azadiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê ye. Her wiha demokratîkbûna Rojhilata Navîn dihewîne. Ne tenê ji bo parçeyekê Kurdistanê ye.”

‘Em bi hev re tecrîdê têk bibin’

Yagiz bi lêv kir ku hêzên desthilatdar ji bo pêşîlêgirtina azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn dixwazin hîn bêhtir xwînê birijînin, hestên ol pêş bixin û destkeftiyên kurdan bêhtir têk bibin. Yagiz wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em weke kesek dibêjin ku çareseriya pirsgirêka çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê li Îmraliyê ye û çareserî birêz Ocalan e. Heta birêz Ocalan azad nebe, azadiya Kurdistanê jî nepêkane. Ez banga yekitiyê li partiyên her çar parçeyên Kurdistanê dikim. Divê gel, rewşenbir, demokrat û hemû dostên kurdan rabin ser pêyan. Divê em bi hev re
tecrîda li Îmraliyê ya li ser rêberê gelan bişikînin. Divê em felsefeya wî li her çar parçeyan geş bikin û pergala modernîteya demokratîk ava bikin.”

‘Bêyî Ocalan azadî pêkan nîne’

Herî dawî jî Nasir Yagiz wiha got: “Divê em bêhtir xwedî li pergala li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî derkevin. Em çiqas vê pergala demokratîk pêş bixînin dê ewqas bêhtir nêzî Ocalan bibin. Em çiqas nêzî  Îmraliyê bibin em ew qas nêzî çareseriyê dibin. Deriyê çareseriyê ne li DYA, Rûsya an jî li NY’yê ye. Deriyê çareseriyê li Îmraliyê ye. Em bang li hemû cîhanê dikin ku xwedî li şoreşa Rojava û çar parçeyên Kurdistanê derkevin. Divê hemû cîhan bizane ku bêyî birêz Ocalan ne Kurdistaneke azad û ne jî Tirkiyeyeke demokratîk pêkan e.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar