Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Yanardag: Ma sûc e ku mirov bixwaze hiqûq wekî hev nêzî her kesî bibe?

Rojnameger Merdan Yanardag ku ji ber axaftina xwe ya têkildarî tecrîda li Îmraliyê hatibû girtin, wiha got: “Ma sûc e ku mirov bixwaze hiqûq wekî hev nêzî her kesî bibe?” 

Gerînendeyê Giştî yê Weşana TELE1’ê Merdan Yanardag, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rexne kiribû. Li ser vê yekê di 27’ê hezîranê de hate binçavkirin û girtin. Danişîna ewil a doza Yanardag dê di 4’ê cotmehê de li 30’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. Yanardag ku li Girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê tê ragirtin, pirsên Rojnameya Cumhuriyetê berisvand. Yanardag, ev pirs kir: “Ma sûc e ku mirov bixwaze hiqûq wekî hev nêzî her kesî bibe?”

Yanardag, têkildarî girtina xwe wiha got: “Îktîdar, her tim Îmraliyê weke amûreke siyasî bi kar tîne. Min got ku pirsgirêka tecrîdê ji hêla siyasetê ve jî tê nîqaşkirin, divê ev pirsgirêk were çareserkirin û Ocalan bikare li gorî hiqûqê bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ji xwe ew qiyamet jî ji ber vê rakirin. Ma sûc e ku mirov bixwaze hiqûq wekî hev nêzî her kesî bibe? Li holê ehmeqiyeke mezin heye. Lê xuyaye ku min mutabaqata bêdengiyê ya di vê mijarê de xera kir û çeka Îmraliyê ya her tim ji hêla îktîdarê ve tê bikaranîn ji destê wê derxist.”
Yanardag, anî ziman ku îktîdarê bi girtina wî re hewl da gefê li medyaya serbixwe û muxalîf bixwe û wan bitirsîne. Yanardag, got ku li holê sûcekî ku pê were girtin nîne û wiha bi dawî kir: “Jixwe di îdianameyê de her tişt eşkere ye. Di wê bernameya ku kirin hinceta girtinê de min nêzikatiya AKP’ê ya li dijî pirsgirêka kurd rexne kir. Dikarim bibêjim ji ber van rexneyan hatim girtin. Henekên xwe bi hiqûqê dikin. Mafê azadiya fikr û xweîfadekirinê û Destûra Bingehîn hatiye binpêkirin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar