Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Yar Herê Leylê’ diyarî Guven kirin

Koma muzîkê LaWje li Amedê konserek li dar xist û şev bi newayên stranên Colemêrgê şên kir. LaWje strana “Yar Herê Leylê” diyarî Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven kir

Bi organîzasyona Publo koma muzîkê ya LaWje ku bi berhevkirin û gotina stran û kilamên herêma Colemêrgê tê nasîn li Amedê konserek li dar xist. Konser li Mala Mamosteyan a Amedê ya li navçeya Yenîşehîrê pêk hat. Bi sedan muzîkhez û hin nivîskarên kurd beşdarî konserê bûn. Endamên LaWje bi cilên xwe yên gelerî yên herêma Colemêrgê derketin ser dike.

LaWje bi strana “Hay meşke” dest bi newayên xwe kir û pişt re solîstê komê Alî Tekbaş axivî û diyar kir ku ji ber ew li Amedê ne kelecanek germ daye wan û wiha got: “Gelek hunermend û nivîskarên me û muzîkhezên muzîka kurdî ji bo çand û hunera kurd gelek ked dane. Em carek din wan hemûyan bi bîr tînin. Niha barê wan li ser milê me ye. Em neçar in bar ragirin. Em bi vê yekê gelek kêfxweş in. Em jî hewl didin stranên wan bigihînin we. Em wan carek din bi bîr tînin. Çand û zimanê me girîng e. Divê em li her deverê xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.”

Hrant Dînk ji bîr nekirin

LaWje rojnamegerê ermen Hrant Dînk ê 12 sal berê li Stenbolê hat kuştin jî bibîr anî û stranek diyarî wî kir. Her wiha LaWje dema strana “Porê delala min sor e” got Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî ji bîr nekir û silavên xwe jê re şandin. LaWje ji bo Demîrtaş got “Her çiqas ew ne di nav me de be jî lê ew delalê dilê me ye.”

Diyarî Leyla Guven kirin

LaWje greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi bîr xist û strana “Yar Herê Leylê” diyarî Guven kir.

LaWje salonê bi kilam û stranan herêma Colemêrgê şên kir û welatiyan dilgeş kir. Di hin stranan de welatiyan jî nakaratê stranan li komê dubare kir. Kêliyekê jî dengê çepikan ji salonê kêm nebû û welatiyan li ber hin stranan govenda herêma Colemêrgê gerandin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar