Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Yaray: Divê her kes li dijî polîtîkayên şerê taybet rabin

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray diyar kir ku şerê taybet weke polîtîkayeke dewletê li her qadê dewam dike û wiha got: “Polîtîkayên şerê taybet ên dewletê bêhtir li ser jin û dimeşînin. Divê di serî de jin û ciwan her kes li hemberî polîtîkayên şerê taybet rabin.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê yên ji gerîlayên azadiya Kurdsitanê derbên giran xwarin, serî li rêbazên qirêj û dermirovahî didin. Desthilata faşîst li bakurê Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet dimeşîne. Bi taybetî jî li ser jin û ciwanan dimeşîne. PAJK û KJK li hemberî şerê taybet pêngava xweparastinê dan destpêkirin û banga rêxistinkirina xweparastinê li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kirin. Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray têkildarî polîtîkayên şerê taybet de axivî. Yaray diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet ne tenê yên AKP-MHP’ê ne, di heman demê de polîtîkayeke dewletê ye û wiha got: “Êrîşeke topyekûn a li ser dînamîkên gel, avaniya azad, çand û her qada civakî ye. Polîtîkayên şerê taybet bi hesas û ziravî têne meşandin.”

Hevserok Sûltan Yaray diyar kir ku bi taybetî êrîş li jin û ciwanan têne kirin û wiha domand: “Hewl tê dayîn ku civakeke welê bê afirandin ku nafikire, bi fikar e, ji xwe dûr ketiye, xwe ji rêxistiniyê vedigire. Hewl didin mejiyê civakê bi dest bixin. Em di demeke welê de ne ku salên dawî bûyerên xwekuştinê zêde bûne. Ciwan bi rengekî cidî berê xwe didin narkotîkê. Dewlet jî xwedî wê ferasetê ye ku dibêje ‘Li dijî ku li dijî me serî hildin bila bi vî rengî be baştir e’. Em hewl didin ku vê yekê kifş bikin. Ji bo rizgarkirina ciwanên xwe divê em hîn bêhtir bixebitin.”

Sûltan Yaray li dijî polîtîkayên şerê taybet bal kişand ser girîngiya têkoşîneke topyekûn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi taybetî êrîş li ser malbatên me yên welatparêz têne kirin. Dixwazin malbatên me koçber bikin. Berpirsyariyeke cidî dikeve ser milê şaredariyên me. Li dijî sîstemê em çiqasî xwe xurt bikin û têbikoşin em ê ewqasî jî bi ser bikevin. Sira serketinê rêxistiniyeke xurt û têkoşîn e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar