Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Yaşar: Em ne evîndarê mirinê ne

Sevîcan Yaşar a di 2’yê nîsanê de ji Girtîgeha  Amedê hat berdan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê didomîne. Yaşar wiha got: “Em ne evîndarê mirinê ne, em ji bo jiyaneke hîn baştir têdikoşin.”

Rêvebera HDP’ê Sevîcan Yaşar, ji bo piştgiriyê bide çalakgerên greva birçîbûnê di 3’yê adarê de li avahiya HDP’a Amedê ket greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Lê belê di heman rojê de polîsan avêt ser avahiyê û Yaşar hat binçavkirin. Piştî 4 rojên binçavkirinê hat berdan û dîsa li avahiya HDP’ê çalakiya xwe domand. Lê polîsan di 8’ê adarê de dîsa avêt ser avahiya partiyê û Yaşar tevî 7 HDP’iyan hat binçavkirin û piştî 4 rojên binçavkirinê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û wê şandin Girtîgeha Amedê. Yaşara, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li girtîgehê domand. Di 2’yê nîsanê de jî hat berdan û niha çalakiya xwe li malê didomîne.

Yaşar anî ziman ku li Tirkiyeyê bi navê hiqûqê tiştek tune ye û ew bi desthilateke ku bi alozî, tundî û tirsê xwe xwedî dike re rû bi rû ne û wiha got: “Lê divê mirov zelal bin. Ez ji bo mirovahiyê şer dikim. Ev ne sûc e. Tu dewlet nikare vê wekî sûc bihesibîne. Çimkî ev lêgerîneke ji bo mirovahiyê ye.”

‘Em ne miraqdarê mirinê ne’

Yaşar anî ziman ku gelê kurd û nûnerên wan bi her cure çewisandin û êrîşan re rû bi rû dimînin û ev tişt anî ziman: “Em ne mirovên ji rêzê ne. Êdî divê hay ji vê hebin. Yanî em baş dizanin em doza çi dikin. Dozger ne dozger in, karmend in ku li gor fermanan tev digerin. Ew bi xwe jî vê diyar dikin. Dibêjin ’em li gorî fermanan tev digerin.’ Divê mirov netirse. Tu kes ji me jî ne miraqdarê mirinê ye, berovajî wê hewldana me hemû ji bo jiyaneke hîn baştir e.”

‘Em bibiryar in’

Yaşar anî ziman ku ger tecrîd bi dawî bibe dê mirin jî çênebin û wiha got: “Ev têkoşîn hemû gelên Tirkiyeyê eleqedar dike. Di navbera 2014-2015’an de her kes aram bû. Pêdiviya gelên Tirkiyeyê bi tiştekî wisa heye. Wê demê îktîdarê tecrîd bi dawî kir. Wê çaxê ne sûc bû, çima niha sûc e? Çima desthilat hin têgînan careke dike cinawir? Li Tirkiyeyê divê her kes vê pirsê ji xwe bike.”

Yaşar destnîşan kir ku tecrîd qirkirin e û ev tişt got: “Tecrîd, hafizeyê vala dike. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Dibe tiştên hîn xerabtir jî bên serê me. Lê em dikarin bi canê xwe bibin canê hin kesên din. Bila her kes zanibe, em hay ji vê yekê hene. Em bibiryar in.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar